Kovara Girgir hat girtin

Kovara Girgir, ji ber karîkaturekî hat girtin.

Ji kovarên pêkenî Girgir, ji ber karîkaturê 'Mûsa' ku di hejmara xwe ya dawî de weşand, ji aliyê şîrketa weşanger ve hat girtin. Kovarê, der barê karîkaturê navborî de ev daxuyanî da: "Ji ber vî karukaturê 'lewitî', ku ji ber westabûn û bêxewmayînê beriya çapkirinê nehat dîtin, em ji her kesî lêborîna xwe dixwazin."

Parêzerê şîrketa weşanger jî got, "Weke weşanxaneyê em ê li gem Dozgeriya Komarê giliyê karîkaturîst û xebatkarên bûne sedema vê yekê, bikin."

Ev biryar, piştî nerazîbûna Berdevkê Serokkomariya Tirk Îbrahîm Kalin, hat dayîn.