BI DÎMEN

Delegasyona Konferansa Moskowayê civîna gel lidar xist

Heyetek ji kesayet û parlamenterên Bakur û Başûrê Kurdistanê, ku di Konferansa Kurd a li Moskowayê amade bû, tevlî civîneke gel bûn.

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebrû Gunay, Seroka Rêxistina Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK) Meral Çîçek, parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Dîlek Ocalan û Osman Baydemîr, parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hamam Amîn Qadir, Parlamenterê YNK'ê Îzzet Sabir Îsmaîl û endamê Rêveberiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî, ku ji bo tevlî Konferansa 6. a Kurd bibin hatin Moskowayê, bi Kurdistaniyan re rûniştin. Di civîna gel de, komploya navneteweyî ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, hat şermezarkirin.

Civîn ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Federasyona Rûsyayê û Meclîsa Gel a Moskowayê ve li salona konserê ya Lûnaçerksî pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

PARÊZER GUNAY: HER KU TECRÎD LI ÎMRALIYÊ DIŞIDE, ŞERÊ LI KURDISTANÊ JÎ GIRAN DIBE

Parêzer Gunay bal kişand ser zext û zordariya li Îmraliyê tê kirin û got, "Li girava Îmraliyê kengî tecrîd tê şidandin, şerê li çar parçeyên Kurdistanê jî dijwar dibe. Ji sala 1999'an û vir tecrîdeke giran li girava Îmraliyê heye. Dem bi dem tecrîdê bêhtir dişidînin. Di nava du salên dawî de bi şidandin û girankirina tecrîdê re şerê li Kurdistanê jî tê mezinkirin û tecrîd li ser Kurdan tê ferzkirin. Ya ku beriya niha bi salekê li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopî, Şirnex û Gever hat kirin, tecrîda li gel bû. Tecrîd ne tenê li girava Îmraliyê ye, li tevahiya Kurdistanê heye."

ÇÎÇEK: OCALAN JI BO JINÊ BI ROJEKE MEZIN RABÛ

Seroka REPAK'ê Meral Çîçek jî asta heyî ya Tevgera Jinên Kurd a Azad nirxand û got, "Ji bilî Tevgera Jinên Kurd a Azad li cîhanê ti tevgereke jinê ya di warê siyasî, rêxistin û û leşkerî de rêxistinbûyî ye, nîne. Lewma tevgera Jinên Kurd hem li Rojhilata Navîn, hem jî li cîhanê mînak e."

Çîçek diyar kir, berxwedana jinên Kurd a li Kobanê û Şengalê, ji bo jinên li welatên cuda bû çavkaniya moralê, ku gotarên xwe binivîsînin û got, "Lewma me derfet dît ku bi gelek tevgerên cîhanê re bi hev re bixebitin. Rola herî mezin a di vê pêşketina tevgera jinên Kurd de, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

DÎLEK OCALAN: EW Ê TÊK BIÇIN

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan da zanîn, ku komploya navneteweyî ya beriya niha 18 salan hat kirin, di şexsê Ocalan de li dijî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin.

Dîlek Ocalan diyar kir, li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke girîng heye û got, "Ji ber polîtîkayên qirêj ên hikûmeta AKP'ê û Erdogan îro li Kurdistanê şer diqewime. Netewe dewlet li pêşberî vî şerê li ser Kurdan tê ferzkirin, bêdeng in. Berê, têkçûna Kurdan dihat wateya serketina wan. Lê êdî ew dem qediya ye. Kurd wê têk neçin. Em di vê demê de xurt in û bi rêxistinkirina xwe re em dikarin xurt bibin. Kurd yekê winda bikin, ew ê 10'an winda bikin." Dîlek Ocalan bang li hêzên navneteweyî kir, ku li hemberî girtina parlamenter û siyasetmedarên wan, nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk bidin.

QADIR: PARLAMENTA BAŞÛR NAXEBITE

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hama Amîn Qadir jî rewşa li Başûrê Kurdistanê nirxand û got, "Li Başûr di dema dawî de bûeyrên cuda diqewimin. Di dema dawî de parlamenta Başûrê Kurdistanê di asteke têrker de naxebite Sedema bingehîn a vê yekê nakokiyên navbera partiyan û xitimîna rewşa hikûmetê ye. Weke Tevgera Goran ji bo çareserkirina vê krîzê em bi YNK'ê re gelek caran ketin nava hewldanan. Lê carekê jî encamek bi dest neket. Mezinkirin û parastina Herêma Kurdistanê wezîfeya her partiyeke siyasî ya Kurdistanî ye. Di vî warî de PKK polîtîkayeke çêker dimeşîne û ji bo bûyer mezin nebin, çi ji dest tê dike. Di vê serdemê de ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê diyarkirin, ji bilî yekîtiyê ti şensê Kurdan nîne. Em bi yekîtiya neteweyî û bi siyaseteke li ser bingeha nirxên wekhev dikarin xwe ji nava vê krîzê rizgar bikin."

ÎSMAÎL: EM JI BO KONGREYA NETEWEYÎ TÊBIKOŞIN

Parlamenterê YNK'ê Îzzet Sabir Îsmaîl işaret bi pirsgirêka nasnameyê ya siyaseta Kurd kir û got, "Her parçe xwedî pirsgirêkek cuda ye. Divê em bi heman siyasetê nêzî hemû parçeyan bibin. Em hewl didin pirsgirêkên xwe bi hikûmeta navendî ya Bexdayê re çareser bikin. Hê gelek rê li pêşiya me ye ku divê em li dû xwe bihêlin. Ji bo ev nasnameya niha di bêrîka min de ye bi Kurdî were nivîsandin, gelek karên hêja hatin kirin. Em weke YNK pê bawer in ku bûyerên li çar parçeyên Kurdistanê dikare bi yekîtiya Kurdan çareser bibe. Konferansa Moskowayê ji bo yekîtiya Kurdan gaveke girîng bû. Divê em hemû ji bo kombûna kongreya neteweyî ya Kurd bikevin nava hewldanan û têbikoşin."

KERKÛKÎ: EM XWEDî LI PROJEYÊN OCALAN DERKEVIN

Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî, pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Başûrê Kurdistanê nirxand û got, "Hikûmeta Başûrê Kurdistanê heta astekê xebitî. Lê belê ji aliyê zanekirina gel, bilindkirina asta perwerdeyê, asta çand û civakî, wê ji bo siberoja civakê xebatên girîng be." Kerkûkî da zanîn, ku der barê pirsgirêkên heyî de wan di dema xwe de rexne li hikûmetê kirin û eger li wan bihata guhdarîkirin wê krîz ewçend giran nebûya. Kerkûkî got, "Projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî her çar parçeyên Kurdistanê pêşkêş kiriye, ji bo Kurdan gelekî hêja ne. Divê hemû tevger û partiyên Kurd xwedî li vî nirxî derkevin û bi vî rengî em dikarin krîza Kurdistanê çareser bikin."

BAYDEMÎR: GELÊ KURD SERÎ NATEWÎNE; EM Ê AZAD BIBIN

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr destnîşan kir, ku sedsala 21'an wê bibe sedsala Kurdan û got, "Çima wê bibe sala azadiya Kurdan? Ji ber ku emrê peymana Sykes-Pîcotê qediya ye. Beriya niha bi 100 salî welatê me parçe kirin, em Kurd di nava xwe de parçe kirin. Kurd niha dibin yek û pêşî li vê parçebûnê digirin. Dewletên li Kurdistanê dagirker in, her tiştên me qedexe kirin. Di dema pêvajoya çareseriyê de tiştek bi kesî nehat. Rêveçûn baş bû. Lê piştî ku li Rojavayê Kurdistanê Kurd bûn xwedî statu, hikûmeta AKP'ê, bi taybetî Erdogan got, 'Divê Kurd li Rojava nebin xwedî statu, ev xeta min a sor e'."

Baydemîr gotina "Ez pêvajoyê nas nakim, pêvajoyeke bi vî rengî nîne" ya Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê bibîr xist û wiha dewaem kir: "AKP û Erdogan tişta dixwestin ji Başûrê Kurdistanê negirtin. Ji ber vê yekê êrîşî hevşaredar û parlamenterên HDP'ê kir. Hevşaredar û parlamenterên me girtin. Bi vî rengî Kurdan xwestin bê îrade bikhêlin. Gelê Kurd serî li ber kesî natewîne. Em ê bi têkoşîna xwe, ya em ê hevalên xwe yên li zîndanan azad bikin, ya jî em ê biçin cem wan."

Civîn piştî axaftinan, bi pirs û bersivan deswam kir.