Zîlan li Rûsyayê hate bîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 28'an a şehadeta xwe de li bajarên cuda yên Rûsyayê hate bîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 28'an a şehadeta xwe de li bajarên cuda yên Rûsyayê hate bîranîn.
Gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) di salvegera 28'an a çalakiya xwe ya fedaî de li herêmên Tambov, Krasnodar û Saratovê yên Rûsyayê hate bîranîn.
TAMBOV
Kurdistanİyên li navçeya Tambovê ya bajarê Mîçûrînskê ji bo bîranîna Zîlan civînek lidar xistin.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Piştre Endama Tevgera Jinên Rûsyayê (TJKN) Fatma Arîn axivî û got "Jiyana Şehîd Zîlan, dîroka tevlîbûna wê û çalakiya fedaî ku li Dêrsimê pêk anî, ji bo jiyana azad bû. Wê çalakiyê cîhan û Tirkiye hejand."
Piştî axaftinê sînevîzyonek ser jiyana şehîd Zîlan hate nîşandan.
KRASNODAR
Li Krasnodarê jî li Mala Kurdan a li bajêr, salvegera şehadeta Zîlan bi civînekê hate bîranîn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Sînema Mehmed axivî û herî dawî sînevîzyonek hate nîşandan.
SARATOV
Li bajarê Saratovê li navçeya Dergeçiyê Zîlan hate bîranîn.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre nameyên Zîlan hatin xwendin.
Civîna bîranînê bi dirûşmeyên ‘Jin, jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.