Li Londonê li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin
Li Londonê bi şîara “Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn” hat lidarxistin.
Li Londonê bi şîara “Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn” hat lidarxistin.
Li paytexta Îngilîstan Londonê bi banga hevpar a Platforma Denga Girtiyan (TSP), NADEK û UPOTUDAK li pêşiya Pirtûkxaneya Woodgreen çalakî hat lidarxistin.
Di çalakiya bi şîara “Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîd têkoşîn” de ev axaftin hate kirin: “Li girtîgehan lêgerîna tazî, hewldanên lînçê, êşkence, tacîza zayendî, gef dewam dike. Tecrîda mutleq a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 sal in bêyî navber dewam dike.”
Di çalakiyê de bal kişandin ser girtiyên nexweş û banga xwedîderketina li daxwazên girtiyan hat kirin.
Di çalakiyê de pankarên bi Ingilîzî û Tirkî hatin hilgirtin, danezan hatin belavkirin û polîtîkayên kujer ên desthilatdariya faşîst a li zindanan hate teşhîr kirin.
Her wiha di çalakiyê de daxwaza berdana demildest a Ecevît Pîroglû ku 3 sal in bi daxwaza radestkirina dewleta Tirk li zindana Sirbîstanê tê girtin, hate kirin.