Li Stenbolê ji bo gerîla Dag û Arwas sersaxî hat danîn

Ji bo gerîlaya YJA Starê Sûltan Dag a di pevçûnekî li Kercewsê de şehîd bibû, gerîla Şukran Arwas a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li Stenbolê sersaxî hat danîn.

Ji bo gerîlaya YJA Starê Sûltan Dag a di pevçûnekî li Kercewsê de şehîd bibû, ji bo gerîla Şukran Arwas a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li Stenbolê sersaxî hat danîn. Ji bo herdu gerîlayan li navçeyên cuda yên Stenbolê sersaxî hat danîn. Ji bo gerîlaya YJA Starê Sûltan Dag li avahiya DEM Partî ya navçeya Esenlerê sersaxî hat danîn. Gelek welatî tevlî sersaxiyê bûn.

Li eywana sersaxiyê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û birayê gerîla Sûltan Dag, Halît Dag ê di sala 2011’an de şehîd bibû, hatin danîn. Sersaxî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di sersaxiyê de sînevîzyona li ser têkoşîna gerîla Sûltan Dag hat pêşandan. Di sersaxiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di sersaxiyê de dayika gerîla Sûltan Dag, Fatma Dag axivî û got: “Divê êdî em ji xwê rabin. 20 kes bi min re ketin morgê. Ji ber ku ji cenazeye Bêrîtanê ditirsin. Min cenaze bi ala ku di singê xwe de veşartî bir hundir pêça û min nehişt ku dijmin bifikire ku em ditirsin."

Piştre birayê gerîla Sûltan Dag, Mûharrem Dag axivî.

Ji bo gerîla Şûkran Arwas jî li avahiya DEM Partî ya Esenyûrtê sersaxî hat danîn. Gelek welatî tevlî sersaxiyê bûn. Sersaxî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di sersaxiyê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna gerîla Şûkran Arwas hat pêşandan.

Di sersaxiyê de axaftin hatin kirin û peyamên, “geşkirina têkoşînê” hatin dayîn.