Li Fransayê dengdanê destpê kir

Fransayî ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên parlamentê dest bi dengdanê kirin.

Fransa di vê hilbijartinê de di navbera kelecan û depresyonê de ye. Bangên ji bo berxwedanê û tirs û fikar di zikhev de ne. Her kes di wê baweriyê de ye ku rastgiriya tund wê li Meclîsa Neteweyî piraniya endaman bi dest bixe yan jî bibin partiya yekemîn.

Ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên parlamentê ku bi rengekî pêşwext tê kirin bang li 49.3 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bi kar bînin.

Navendên dengdanê wê heta saet 18:00, li bajarên mezin jî heta saet 20:00 vekirîbin.

Emmanûel Macron di 9'ê Hezîranê de Meclîsa Neteweyî betal kiribû.

Ev biryar piştî têkçûna giran a Macron a di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de hate wergirtin. Lewma li welêt ev biryar weke 'şoq', 'qumar' û 'ne di cih de' hatibû nirxandin. Nerazîbûn hatibû nîşandan ku deriyê desthilatdariyê li rastgiriya tund hatiye vekirin.

Rastgiriya navendî û komargeran li gel metirsiya rastgiriya tund jî li hemberî partiya Le Pen nekarî helwesteke zelal nîşan bidin. Partiyên Çep di bi navê Eniya Gel a Nû de bûn yek û ragihandin ku ew dixwazin rastgiriya tund rawestînin. Li gel vê tifaqê jî nakokiyên navbera partiyên çep jî dewam dikin. Rastgiriya tund li hemberî vê rewşê meşa xwe dewam kir.

Li eniya tifaqa çep û rastgiriyê, ji bo pêşîgirtina li serketina namzetên rastgiriya tund, beriya tûra duyemîn zêdeyî 210 namzetan xwe vekişandin. Tevî vê yekê jî hîn 89 herêmên hilbijartinê hene ku sê namzet li ber xwe didin. Hin namzet red dikin ku xwe vekişînin.

Tê payin ku rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê mîna di tûra destpêkê ya ji sedî 66.7'an di asteke bilind de be. Di hilbijartinên sala 2022'an de rêjeya tevlîbûnê ji sedî 47.5 bû. Lê belê rêjeya bilind a tevlîbûna zêde di tûra destpêkê de bi kêrî tifaqa çep nehatibû. Hîn nediyar e ku di tûra yekemîn de bi roleke çawa rabe. Lê belê li gorî anketan, şensê rastgiriya tund ê ji bo bidestxistina serweriya meclîsê kêm bûye.

WÊ PIRANIYA ENDAMÊN MECLÎSÊ BI DEST NEXE

Li gorî anekta Elabe rastgiriya tund RN wê ji 200 heta 230, li gorî OpinionWay ji 205 heta 230, li gorî Ipsosê ji 175 heta 205, li gorî Ifopê ji 170 heta 210, li gorî Harris Interactive ji 185 heta 210 kursiyan wê bi dest bixe. Rastgiriya tund di halê hazir de xwedî 88 wekîlan e û encameke bi vî rengî wê bibe zêdebûneke mezin. Lê belê ji bo serweriya meclîsê pêwîstî bi 289 kursiyan heye.

Li gorî texmînên heyî, alternatîfên hikumeteke koalîsyonê wê bikeve rojevê ku Fransa xerîbê vê eykê ye. Macron diyar kir ku wê bi Jean Luc Melenchon ê di nava Eniya Gel a Nû de ye tifaqa hikumeta koalîsyonê neke. Piştî vê daxuyaniyê rayedarên partiya Melechon jî daxuyaniyên bi heman rengî dan.

Partiya rastgiriya tund RN jî diyar kir ku ew ji fikrê hikumeteke bi rastgirên nêzî wan re amade ye.