ANALÎZ

Divê gelê Başûr piştgiriyê bide gerîla

Ji bo azariyên bi sosret neyên serê gelê Başûr, niha li ser her bihusteke çiyayê Kurdistanê gerîlayên azadiyê di bin her şert û mercî de şer û têkoşîn dikin. Ji bo ev têkoşîn bi serkeftinê bi encam bibe, divê gelê Başûr piştgiriyê bide gerîla.

Êrîşa dagirkeriyê ya li ser girê Bahar a qada Şehîd Delîl Zagros, bi lidarxistina operasyoneke hemwext li ser hemû qadên Başûrê Kurdistanê destpê kir. Şeva 3’yê Tîrmehê di saet 9’an de, di encama îtîfaqeke sê alî ya di navbera hêzên Iraq, PDK û dagirkeriya Tirk de, ji sê milan ve bi bejahî hewl dan êrîşî Girê Bahar bikin. Ne tenê girê Bahar, dagirkeriya Tirk bi konvoyên wesayîtên zirxî bi fermî û bi destûra hikûmeta herêmê, bi armanca dagirkeriyê berê xwe dide herêma Sergelê jî.

Hêzên Gerîla yên ku ji zû de tiliyên xwe danîbûn ser tetîkan, bi bersivdayînên xwe yên bi bandor re, armanca êrîşan pûç kirin. Dagirkeriya Tirk bi van êrîşan dixwaze xwe bigihîne çi li ser xaka Başûrê Kurdistanê?

Di pêkanîna planên dewleta Tirk de Barzanî heya kengî wê kurê biçûk ê şimariq û sernerm be, wê ev helwesta wan guhertinên çawa li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê bike?

ARMANC ÎLHAQKIRINA AXA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ YE

Dewleta Tirk di bin navê ku ew bi Partiya Karkerên Kurdistanê re şer dike, bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê hewl dide temamiya xaka Başûrê Kurdistanê bixe bin serdestiya xwe û îlhaqî sînorên Tirkiyeyê bike. Ev di projeyên wan ê dagirkeriyê de xala yekem temsîl dike. Lewra êrîşa li ser girê Bahar û Sergelê parçeyên herî girîng ê vê pîlana qirkerin. Hewildana xwe gihandina van qadan, hewildana xwe gihandina deriyê bajar û bajarokê Başûrê Kurdistanê ye.

Her çiqasî niha bi qismî xwe berdaye nava gund û beldeyan û jê re maf hatiye dayin ku tevgera gelê herêmê bixe bin kontrola xwe jî, lê armanca wan kûr û berfirehtire. Lewma eger Dewleta Tirk bigihije xala yekem a di hedefa xwe de, ango herêmê ji hêla cografîk bindest bike, nîştecihê li ser dîsa Kurdbin, ev bi çanda şovenîzma Tirkîtiyê re berovajî dibe. Lewra ew ê bi guhertinên demografîk gelê Başûrê Kurdistanê vegerîne pêvajoya koçberiya di ehdê Seddam de. Li şûna wan jî wê hedef bicih kirina nifûsa Tirkî û çeteyên wan be. Bi vî awayî wê nexşeya Başûrê Kurdistanê bi êrîşekî kirêt re derbas bibe û hebûna xwe ya heyî winda bike.

BARZANÎ XWÎNA ŞEHÎDAN XISTIYE BAZARÊ

Çiyayên Başûrê Kurdistanê bi xwîna bi hezaran gerîla û pêşmergeyên niştîman perwer, ewqasî bi heybet û bedew bûne. Gelê Başûr bi dehan car malên xwe ji xirbeyan ava kirin û bi balyozên zilma leşkerên Sedam careke din hatine hilweşandin û cardin koçber bûne. Bi sedan zarok, ciwan, bav û dê bûne qûrban li ser wê axê. Her wiha ji 30 saliyê zêdetir, hêzên gerîlayên azadiyê bi berdêla canên xwe yên ciwan vê xakê ji dagirkeriya Tirk diparêzin û jiyana gelê heremê di aramiyê de digrin. Xaka ku li ser van êş, berdêl û janan hatiye bidestxistin, îro bi destê malbata Berzanî ji Sedamekê duyemîn re tê pêşkêşkirin.

GERÎLA DI ŞERÊ AZADIYÊ DE BI ISRARE, GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ DIVÊ DI HELWESTA XWE DE ZELAL BE

Li aliyekî têkoşîna gerîla ya ji bo azadiya Kurdistanê, li aliyê din hewlê mala Barzanî ya teslîm kirina îradeya Başûrê Kurdistanê heye. Gelo wê gelê Başûr piştevaniya azadiya xwe bike, yan jî wê xwe bi destê kiryarê mala Barzanî ve berde. Û di şexsê Erdoxan de serê xwe bixe bin kêra Sedamekê duyemîn de?

Hêzên gerîla ji deqeya destpêkê de zanîn çawa bi tarz û taktîkên bandorker li dagirkeriyê bixin, çalakiyên bi encam lidar xistin û hiştin ku êrîşkar mecbûr bimînin xwe bidin goşeyên araziya ku gerîla lê tune ne. Ev sekin û ruhê pêşwaziya germ ji dijmin re, beriya niha li seranserî Heremên Parastina Medya hatibû raberkirin. Hêzên Girê Bahar û herêma Sergelê jî bi pêşbîniyên bi îsabet û seknên xwe yên fedaî ve, dikarin her tevgerekî artêşa Tirk rast analîz bikin û tesbît bikin, ew ê gava wê ya di pey re çibe. Lewma wan ji zû de xwe ji şerekî wiha re amade kirine. Rextê li bejna xwe bi guleyan, rextê dilê xwe jî bi girêdana bi Rêber Apo re, bi axa welêt û şehîdan re tije kirine. Ew di ferqa girîngiya cihê xwe yê stratejîk de ne û di ferqa projeyên artêşa Tirk de ne. Ji bo wê ew bi şerê xwe yê bêhempa û bi hêza xwe ya çalakger diteysînin ka ew çiqasî bi israrin di parastina axa Başûrê Kurdistanê de. Bi israrin ku nehêlin careke din gelê Başûr bi destê îxanetkariya mala Barzanî tirajediyên mezin jiyan bike.

Gelê Başûr bi deng û helwesta xwe ya li hember kiryarên mala Barzanî û dagirkeriya dewleta Tirk dikarin bibin xwedî bandoriyeke girîng li ser rêveçûnên şerê li qadê. Têkoşîna gerîla wê bi helwesta wan a rast zûtir û mezintir bi ser bikeve.

DEMA GELÊ BAŞÛR HATE QIRKIRIN Û KUŞTIN, WÊ MALA BARZANÎ LI EMERÎKA BIN

Pêwîste gelê Başûr fedakariya ku niha li girê Bahar tê kirin, bibîne û li hemberî wê dest deyne ser dil û wijdanê xwe. Pêwîste rastiya mala Barzanî bi çavekî vekirî bibîne û axa Kurdistanê bi destê wan ve bernedin. Xwediyê vê axê gelê wê ye, şervanê ku ji bo azadiya wê şer dikin ew xwediyê wê ne.

Di serî de gelê Başûrê Kurdistanê divê vê pêşbîniyê hîs bike û bibîne ku wê mala Berzanî hemû axa Başûr bifiroşin Osmaniyan û bi pere wê fînansê xwe yên di bankayên Emerîka de zêde bikin. Dema dewleta Tirk dest bi heqaret, kuştin û qirkirina gelê Başûr kir, hingê wê mala Barzanî ji zûde li Washington û New Yorkê di qesir û qonaxê xwe yê taybet de bin, li ser şirket û fabrîqayên xwe bin.

Da ku ev azariyên bi sosret neyên serê gelê Başûr, niha li ser her bihusteke çiyayê Kurdistanê gerîlayên azadiyê di bin her şert û mercî de şer û têkoşîn dikin. Da ku ev têkoşîn bi encamên serkeftî were temamkirin, gelê Başûr mecbûre ji bo hebûna xwe, dest bide gerîlayên xwe û ji hêla xwe ve têkoşînê bilind bike.