BI DÎMEN

Ciwan li Draguîgnan û Parîsê meşiyan

Li bajarê Draguîgnan û banliyoya Melun a Parîsê bi pêşengiya ciwanan li dijî pergala qirkirina Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê meş hatin lidarxistin.

Ciwanên Kurdistanî ên Fransa (CKF) bi armanca protestokirina pergala qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê ên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Draguîgnan û banliyoya Melun a Parîsê daketin qadan.

DRAGUIGNAN

Li bajarê Draguîgnan bi pêşengiya Ciwanên Kurdistanî ên Fransa (CKF) meş hat lidarxistin.

Ciwanên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan, pergala qirkirin, tecrîd û êşkenceyê protesto kirin. Her wiha êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên di çarçoveya planên nû yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û xeta xiyanetê ya PDK’ê şermezar kirin.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Dawî li dagirkeriya Tirk bînin” û “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û posterên Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Di çalakiya ku li pêşiya Draguignan La Poste hat destpêkirin û heta avahiya walitiyê dewam kir de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û bi Fransî “Ji Rêber Apo re Azadî” hat berzkirin.

PARÎS

Li pêşiya avahiya walîtiyê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û li ser navê ciwanan Erhan Kop axivî. Kop anî ziman ku heta tecrîda li ser Rêber Apo rabe û azadiya wî pêk were ew ê li qadan bin û got: “Dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê sûcê şer dike. Tu mafên navneteweyî nas nake û gel ji malên wan dike. Li gel ku tu mafên wan tune ye jî noqteyên kontrolê ava dikin. Divê gelê Başûr li dijî vê rabe.”

Di meşa ku li banliyoya Melun a Parîsê hat lidarxistin de pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê hat teşhîrkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “PKK gel e gel li vir e”, “Zext nikarin me bêdeng bikin” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hat berzkirin.

Meşa ku li qada Melunê destpê kir, piştî daxuyaniya li îstasyona trenê bi dawî bû.