Şêniyên Barselonayê tûrîzma girseyî protesto kirin
Li Barselonayê ku paytexta herêma Katalonya Xweser a Spanyayê ye, ji bo protestokirina tûrîzma girseyî çalakiyek hate lidarxistin.
Li Barselonayê ku paytexta herêma Katalonya Xweser a Spanyayê ye, ji bo protestokirina tûrîzma girseyî çalakiyek hate lidarxistin.
Li gorî nûçeya La Vanguardia, nêzî 3 hezar kes roja Şemiyê li kolanên Barselonayê “ji bo protestokirina tûrîzma girseyî û astengkirina pêşketina vê endustriyê” meşiyan.
Rojnameyê diyar kir ku di mehên dawî de mîna welatiyên li Giravên Kanarya û Giravên Balearê xwepêşandanê dikin, xelkê Barselonayê jî ji tûrîzma bêrêkûpêk nerazî ye.
Di sala 2023’yan de Barselonayê zêdeyî 12 milyon mêhvan pêşwazî kirin.