BI DÎMEN

Li Zûg, Kassel û Munîhê bîranînên şehîdan: Em ê xeyalên wan pêk bînin

Gerîlayên di dîrokên cuda de şehîd bûne bi çalakiyan hatin bibîranîn. Di bîranînan de soza berdewamkirina têkoşîna şehîdan hate dayîn û wiha hate gotin, "Şehîdên me sedema me ya jiyanê ne, em ê xeyalên wan pêk bînin."

ÇALAKIYÊN BÎRANÎNA ŞEHÎDAN

Li bajarên Zûg ê Swîsre, Kassel û Munîh ên Elmanyayê ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên di dîrokên cuda de şehîd bûne çalakiyên bîranîn û sersaxiyê hatin lidarxistin. 

ZÛG

Ji bo gerîlayên azadiyê Bêrîtan Nûrhak Çiya (Sûltan Dag), Şexmûs Malazgir (Yilmaz Oner), Şervan Botan (Şakir Erdemcî), Ezîz Gabar (Serdar Sonmez), Kamûran Teyrêbaz (Yilmaz Sala), Berxwedan Qehreman (Muhammed Silêman), Brûsk Kato (Basrî Cîn), Axîn Gabar (Zeynep Ozkan), Rustem Çekdar Kato (Sefer Temel), Dilsoz Gabar (Arvîn Huseyîn) û Onûr Artos (Şukran Arvas) ên ku di dîrokên cuda de şehîd bûn li bajarê Knonau yê kantona Zûg a Swîsreyê merasîma bîranê hat lidarxistin.

Malbatên şehîdan, rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW), endamên Meclîsa Kurd a Demokratîk (CDK-S) a Swîsreyê û gelek kes beşdarî merasîma bîranînê ya ku ji aliyê Komuna Şehîd Dirêj Koçer a Zûgê ve hate lidarxistin, bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Komuna Şehîd Dirêj Koçer a Zûgê, Hevserok Esat Malkoç axivî. Malkoç anî ziman ku axaftina li ser şehîdan ne hêsan e û wiha got: “Em ê şopdarê şehîdên xwe û têkoşîna wan bin."

Nûnerê KOMAW'ê Mustafa Karahan jî diyar kir ku bi saya şehîdan gihîştine vê qonaxê û wiha axivî: “Em gelek deyndarê şehîdên xwe ne. Rêber Apo got, ‘Divê em şehîdên xwe bikin sedema jiyanê’. Ev tevger bi saya şehîdan gihîştiye vê merhaleyê. Ez sersaxiyê ji malbatên şehîdên me, gelê Kurd û Rêber Apo re dixwazim.”

Piştî axaftinê malbatên şehîdan bi hev re derketin ser dikê û gel silav kirin. Li ser navê malbatan biraziyê Bêrîtan Nurhak Çiya, Sîdar Dag û pismamê Axîn Gabar Bariş Ozkan axaftin kirin. Axaftina Sîdar Dag û Bariş Ozkan a têkildarî têkoşîna şehîdan bi dirûşma "Şehîd namirin" hat bersivandin.

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê Mûsa Farîsogûllari sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha berdewam kir: “Em di pêvajoyeke girîng û krîtîk re derbas dibin. Dijminê me ji her alî ve êrîşî me dike. Şehîdên me hene. Di serî de li Îmraliyê tecrîda giran a li ser Rêber Apo didome. Dewleta Tirk bi partiyeke ku weke partiyeke Kurdistanî dide nasîn li dijî gerîla şer dike. Ev têr nake, diçe Iraqê û li dijî gerîla dixebite. Şehîdên me her tim bûne pêşengên têkoşînê. Têkoşîna azadiyê her ku dikeve tengasiyê, bi berxwedana bê hempa ya gerîla derbasî qonaxeke nû dibe. Em li ku bin bila bibin divê em bibin yek. Ger em bibin yek, em dikarin her tiştî bi ser bixin. Bijî Serok Apo, şehîd namirin!”

Bîranîn piştî pêşandana sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdan hatibû amadekirin, bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanya di şexsê Hewrê Çiya (Mosleh Qazîzade) û Şêxmûs Milazgir (Yilmaz Oner) de ji bo hemû şehîdên azadiya Kurdistanê çalakiya bîranînê hat lidarxistin.

Dayika şehîd Hewrê Çiya û xizmên şehîd Hewrê Çiya beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre sînevîzyona li ser têkoşîna her du şehîdan hatibû amadekirin hate pêşandan.

Li ser navê KOMAW'ê Ahmet Aktaş, li ser navê KJAR û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK'ê Meryem Fethî axaftin kirin. Yek ji axaftvanan Meryem Fethî ku sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest û diyar kir ku ew ê şopdarê têkoşîna şehîdan bin û wiha got: “Têkoşîna şehîdan rûmetê dide me û rêya me ronî dikin. Em ê tenê nebêjin şehîd namirin. em ê li ser şopa wan bimeşin, xeyalên wan pêk bînin. Heta em sax bin em ê şopdarên şehîdên xwe bin û têkoşîna wan bidomînin.”

Dayika şehîd Hewrê Çiya diyar kir ku ew bi kurê xwe serbilind e û anî ziman ku Hewrê Çiya şehîdê gelê Kurdistanê ye.

Bîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.

MUNÎH
 

Li bajarê Munîh ê Elmanyayê ji bo gerîlayê azadiyê Brûsk Kato (Basrî Cin) ê ku 21’ê Hezîranê li navçeya Elkê ya Şirnexê şehîd bû sersaxî hat danîn. Li ser navê malbatê Faysal Ataman sersaxî qebûl kir. Beşdarên sersaxiyê sînevîzyona li ser têkoşîna Brûsk Kato temaşe kirin.