Zarokê 12 salî bi pişt ve destê wî hate kelepçekirin

Di êrîşa polîsan a li ser xwepêşandana protestoyî ya li dijî dagirkirina şaredariyan a li Enqerê de 17 kes hatin destgîrkirin. Di nava kesên hatine destgîrkirin de zarokê bi navê B.A yê 12 salî jî li erdê bi pişt ve destê wî hate kelepçekirin.

Li ser destpêkirina çalakiya rûniştinê ya endamên Platforma Mamak a Enqerê ya li dijî desteserkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê re ya li Qada Tûzlûçayirê polîsan êrîş kir.

Polîsan di dema êrîşê de zarokê 12 salî yê bi navê B.A li serê dirêj kirin û xwestin bi pişt ve kelepçe bikin. B.A yê li dijî vê li ber xwe da li erdê hate dirêjkirin û polîsek pê li pişta wî kir, ji pişt ve destê zarok kelepçe kir.

Di êrîşê de li gel zarokê bi navê B.A bi giştî 17 kes hatin destgîrkirin. Di gel vê welatiyên derdor li dijî vê helwestê dirûşma ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ qîr kirin. Kesên hatine destgîrkirin birine Qereqola Tûzlûçayirê.

Navê hinek eksên li bel B.A hatine destgîrkirin wiha ne: Ramazan Karakoç, Vezîr Coşkûn Parlak, Denîz Akil, Orhan unlu, Mûstafa Akkaya, Aydin yildiz, celal Erturk, Sîbel Goktaş, Zarîfe Çamala, Yucel Yavuz û Dîlan Karayel.