Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji bo Mûsilê alîkarî ji pêşmergeyan xwest
Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji bo Mûsilê alîkarî ji pêşmergeyan xwest
Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji bo Mûsilê alîkarî ji pêşmergeyan xwest
Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ubeydî, ji bo Mûsil ji çeteyan bê paqijkirin alîkarî ji Wezareta Pêşmergeyan xwest.
Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalid Ubeydî piştî giha paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêr di civîna navbera wezîran de ji bo rizgarkirina Mûsilê alîkarî ji Wezareta Pêşmergeyan xwestiye.
Piştî civînê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cabbar Yawer diyar kir ku civîn erênî derbas bûye. Sekreterê Giştî Yawer da xuyakirin ku di hevdîtina ku saetekê berdewam kiriye, hin daxwazên wan ji Wezareta Parastinê ya Iraqê re çêbûne û got, “Wezîr Ubeydî soz da ku van daxwazên me bi Bexda re parve bike. Mijareke din a em li ser axivîn jî ev bû ku operasyon ji Bexda û Hewlêr bi awayekî hevpar bên rêvebirin û pêşxistin. Kelûpelên leşkerî yên ji tevayî Iraqê re tên şandin ji ber destpêkê tên Bexda û paşê digihêjin Başûrê Kurdistanê dibe sedema derengmayînê. Me xwest alîkarî rasterast bên Hewlêr.”
DIVÊ PÊŞMERGE JI BO IRAQÊ ALÎKARÎ BIKIN
Sekreterê Giştî Yawer diyar kir ku Wezîrê Parastinê yê Iraqê ji wan alîkarî xwestiye ku ji bo rizgarkirina Mûsilê pêşmerge di operasyona bê lidarxistin de cih bigirin. Yawer got ku ji bo alîkariyê amade ne û di mijara bihêzkirina cebilxane û kelûpelan de bi wezîr re axivîne.
Serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê rojekê dewam kir.