Wekîla Sinn Feinê li dijî desteserkirina şaredariyan rawestiya

Endama Parlamenta Ewropayê Martina Anderson a ji Sinn Feinê desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar kir û diyar kir, divê Yekîtiya Ewropa dawî li bêdengiya xwe ya li pêşberî zextên dewleta Tirk bîne.

Nerazîbûna li desteserkirina şaredariyên HDP'î li qada navneteweyî didome. Parlamentera Sinn Feinê ya li Parlamenta Ewropayê Martina Anderson li dijî desteserkirina şaredariyan rawestiya.

'MIN BI XWE DÎT KU ZEXT LI GELÊ KURD TÊ KIRIN'

Anderson daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Rewşeke tirsnak e ku hikumeta Tirk şaredarên sê bajarên ku piraniya şêniyên xwe Kurd in; şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê bi rengekî nedemokratîk ji wezîfeyê dûr xist û li şûna wan hinekî din tayîn kir. Ev kiryar yek ji wan hewldanên hikumetê ye ku ji bo kontrolkirina başûrrojhilatê Tirkiyeyê timî dubare dike. Dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredaran êrîşa herî dawî ye ku li dijî HDP'ê hatiye kirin. Lîderê berê yê partiyê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de zêdeyî 50 hilbijartî hîn li girtîgehê ne. Min beriya niha serdana parlamenterên HDP'ê yên girtî kir û bi xwe dît ku dewlet zexteke bi çi rengî li wan dike. Yekîtiya Ewropa ku fonê dide Tirkiyeyê divê li pêşberî zextên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û nûnerên wan ên hilbijartî bêdeng nemîne."