Wê midûra emniyetê kujerê Halîm Dener jî parastiye!

Serokê Rêxistina Emniyetê ya Hessenê Sabîne Thûraû, ku sîxura Tirk Dondu Yazgan parast, derket holê ku piştgirî daye polîsê ku Halîm Dener kuşt.

Seroka Rêxistina Emniyetê ya Hessenê Sabîne Thûraû, ku raporên li ser sîxura MÎT'ê serkomîsera bi eslê xwe Tirk Dondu Yazgan nixumand û heta wextekê ew parast, derket holê ku polîsê Elman ê ciwanê Kurd Halîm Dener kuşt, parastiye.

Rêxistinbûna çete ya li nava Midûriyeta Emniyetê ya Eyaleta Hessenê û komikên li nava polîsan, gelek caran kete rojeva Elmanyayê. Bi taybetî rêxistina polîsan a li bajarê Frankfûrtê derdiket pêş. Rewş gihîştibû wê astê ku çeteyên li derve jî ketibûn nava polîsên Frankfûrtê.

Sala 2011'an, ji bo têkiliyên koma bi navê "Hells Angels" (Milyaketên Dojehê) bên eşkerekirin, ku ev kom bi karê qaçaxçitiya çekan, narkotîkê, fûhûş û dijminatiya li biyaniyan dihate naskirin, wê polîsan bi xwe bavêta ser Midûriyeta Emniyetê ya Frankfûrtê. Yekîneyên ewlekariyê, di vê operasyonê de ku li dijî polîsên têkiliya xwe bi çeteyan re heye hate kirin, 5 amîr û polîs binçav kirin.

Wê demê navê ku di hedefa çapemenî û raya giştî de bû, Seroka Rêxistina Emniyeta Hessenê (HLKA) Sabîne Thûraû bû. Thûraû ku ji sala 2005'an û pê ve bi wezîfeya Alîkariya Serokê Midûriyeta Emniyetê ya Frankfûrtê rabû, sala 2010'an payeya wê hate bilindkirin û li ser kursiya serokatiya rêxistina polîsan a li Hessenê rûnişt.

Thûraû di vê demê de tîmeke xwe di nava polîsan de ava kir. Yek ji endamên sereke yên tîma Thûraû, polîsê bi navê Klaûs B. bû ku berê li Hannoverê di nava yekîneyên taybet de wezîfedar bû. Sala 2011'an Sabîne Thûra û ji ber dayina îfadeya derew, alîgirtina hin polîsan û bikaranîna wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê, neçar ma îstifa bike. Dema ku Thûraû îstifa kir, nasnameya rastî ya Klaûs B. jî derket holê.

Dozgerê berê yê Eyaleta Hessenê Hans Chrıstoph Schaefer sala 2013'an ragihand, ku Klaûs B. polîsê bi navê Klaûs T. ye ku sala 1994'an li Hannoverê ciwanê Kurd Halîm Dener kuştibû. Polîs Klaûs ê li nava yekîneyên taybet wezîfedar, sala 1997'an piştî ku ji aliyê dadgeha Hannoverê ve mafdar hate dîtin, ji bo karibe bi rehetî bijî ew şandibûn Frankfûrtê.

JI BO KUJERÊ KURDAN KLAÛS ÎFADEYA DEREWÎN DA!

Di hejmara 10'ê Gulana 2013'an a rojnameya Frankfûrta Rûndschaû de dozgerê berê anîbû ziman ku Klaûs B. zavayê hevalekî nêzî wî ye û gotibû, "Ji bo rehet bike, me ew ji Hannoverê anîn Frankfûrtê. Ji bo min, bûyera ku ew berê tevlî bûbû, qediya bû. Ji xwe min qet ev bûyer ji wî nepirsî." Bi vî rengî nîşan dida ku çawa polîsekî kujer parastiye.

Mesele karekî ne li rê yê Klaûs B. bû ku di dema gereke kar a li Brezîlyayê de bi hevalekî xwe yê din ê polîs re kiribû. Her du polîsan, dema ku fatûreya 572 Euro ya wesayita li Brezîlyayê kirê kiribûn ji qaseya dewletê dan, ketin ber lêpirsînê.

Rûniştina dozê ya li hemberî her du polîsan 15'ê Îlona 2009'an pek hat û di vê rûniştinê de Sabîne Thûraû xwedî li her du polîsan derket û kir ku li ser wezîfeya xwe bimînin. Piştre derket holê ku sedemeke din a xwedîderketina li polîsê kujer Klaûs B. heye. Sala 2006'an, Sabîne Thûraû polîs Klaûs B. îqna kiribû ku têkildarî amîrekî din ê polîsan îfadeya derewîn bide. Yanî midura polîsan Thûraû li dadgehê deynê Klaûs dabû.

'LÎSTIKA SÛÎQESTÊ' YA LI DIJÎ KURDAN AMADE KIR!

Sabîne Thûraû, dema alîkara midûrê emniyetê yê Frankfûrtê bû, ewqasî li Kalûs B. xwedî derdiket, ku carekê bi îdîaya 'me agahî girt, Kurd wê sûîqestê li te bike' kir ku bavêjin ser malên 4 Kurdên li Gîessenê û her çar Kurdên endamê Komeleya Çanda Kurd a Mezopotamyayê binçav kir. Kurdên navborî piştî rojekê hatin berdan. Di demeke kin de derket holê ku bê sûc in. Dadgeha Frankfûrtê jî îdîayên 'sûîqestê' weke rewşeke pêkenok dît. Sala 2008'an jî dadgehê biryar da ku ji ber serdegirtinê tazmînat ji Kurdan re bê dayin.

SALA 2013'AN CAREKE DIN WEKE MIDÛR VEGERIYA

Sabîne Thûraû ku xwedî sicîleke ewqasî gemarî ye, sala 2011'an ji nû ve li wezîfeyê hate bicihkirin. Lê balkêş e, dadgeha Frankfûrtê di Hezîrana 2013'an de biryarek li ser mafdariya Sabîne Thûraû da. Dadgehê ragihand, ku îdîayên têkildarî Thûraû nehatine îspatkirin û ew mafdar nîşan da. Thûraû vê carê ne ji bo demekê, lê bi temamî li kursiya Serokatiya Rêxistina Emniyetê ya Hessenê rûnişt.

Yek ji polîsên di nava tîma Sabîne Thûraû de cih digirt, serkomîsera bi eslê xwe Tirk Dondu Yazgan bû, ku têkiliya wê ya bi MÎT'ê re piştre derket holê. Ev sîxura MÎT'ê, ku navê wê di nûçeya rojnameya Welt am Sonntag de hate veşartin lê ji aliyê ANF'ê ve hate kişfkirin, derket holê ku ji aliyê Serokê Daîreya Îstîxbaratê ya Hessenê Robert Schaefer û Seroka Rêxistina Emniyetê ya Eyaleta Hessenê Sabîne Thûraû ve hatiye parastin.

Tê gotin, van her du kesên navborî dest li raporên li ser sîxuriya Yazgan a ji bo MÎT'ê werdane. Di raporên navborî de li ser têkiliya Yazgan bi MÎT'ê re gelek agahî û belge hebûn. Lê belê derket holê ku Sabîne Thûraû ev rapor nixumandiye û xwestiye Yazgan mafdar nîşan bide.

Tevî hemû hewldanên Thûraû jî, vê carê şaxê Eyaleta Hessenê ya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn kete dewrê û kir ku Yazgan ji wezîfeyê bê avêtin.

Nûçeyên ANF'ê yên li ser mijarê:

https://anfkurdi.com/rojane/hune-nikaribin-bidin-jibirkirin-81249

https://anfkurdi.com/rojane/endama-mIt-e-ya-kete-nava-emniyeta-elman-ev-e-83920