Endama MÎT'ê ya kete nava emniyeta Elman ev e!
Serkomîsera Elman a bi eslê xwe Tirk, ku ji ber karê xwe yê bi MÎT'ê re ji wezîfeyê hate girtin, derket holê ku navê wê Dondu Yazgan e.
Serkomîsera Elman a bi eslê xwe Tirk, ku ji ber karê xwe yê bi MÎT'ê re ji wezîfeyê hate girtin, derket holê ku navê wê Dondu Yazgan e.
Yazgan, ku çapemeniya AKP'ê gelekî pesnê wê dida û tevlî civînên saziyên ser bi AKP'ê ve dibû, herî dawî li Wîesbadenê berpirsyara ahengiyê ya polîsan bû.
Di hejmara duh a rojnameya "Welt am Sonnta" a Elman de hatibû nivîsandin, ku serkomîsereke bi eslê xwe Tirk a li Eyaleta Hessenê wezîfedar, ji ber ku bi ajanên MÎT'ê re gelekî rabûye û rûniştiye, ji wezîfeya xwe hatiye girtin.
Dihat ragihandin, ku serkomîsera bi eslê xwe Tirk, ku nasnameya wê ya rastî nehate eşkerekirin û bi navê "Semra Melek" hat nasandin, li bajarên Frankfûrt û Maînzê bi rêya konsolosxaneyên Tirk bi MÎT'ê re têkilî datanî. Hin çavkaniyên li Eyaleta Hessenê ku agahî nexwestin navê wan bê eşkerekirin, agahî dan ANF'ê û iyar kirin, serkomîsera endama MÎT'ê ya ji wezîfeyê hatiye girtin, Dondu Yazgan e.
ENDAMA XAS A DÎTÎB Û KONSOLOSXANEYÊ BÛ
Dondu Yazgan, ku Berpirsyara Ahengiyê ya Polîsê Wîesbadenê bû, salên dawî bi têkiliyên xwe yên zêde yên bi rejîma AKP'ê re bal dikişand. Bi taybetî, li rojnameya Sabahê ku yek ji girîngtirîn saziyên çapemeniyê yên AKP'ê ye, gelek nivîsên ku pesnê Dondu Yazgan didan, hatin weşandin. Dondu Yazgan encameke xas a yekîtiya Demokratên Tirk li Ewropayê û DÎTÎB'ê bû, ku ev saziyên navborî saziyên rejîma Erdogan ên li Elmanyayê ne.
Yazgan timî diçû Mizgefta Navendî ya li bajarê Wîesbadenê, ku ev mizgeft ser bi DÎTÎB'ê ve ye. Yazgan bi navê serkomîser tevlî civîn û çalakiyên cemaeta jinê ya DÎTÎB'ê dibû ev karê xwe jî qaşo bi navê "projeyên ahengiyê" dimeşand.
POLÎSÊN TIRK VEXWEND ELMANYAYÊ!
Serkomîser Yazgan, ji bo karên hevpar ên yekîneyên ewlekariyê yên Elman û Tirk, bi rola 'pir'ê radibû. Herî dawî, karê hevpar ê sala midûriyetên Maînz û Wîesbadenê yên bi polîsên Tirk re, ku di Kanûna 2016'an de pêk hat bi pêşengiya Yazgan hate kirin.
9'ê Kanûna 2016'an bi moderatoriya wê li bajarê Maînzê komxebat bi navê "Hevgirtina ji bo ewlekariyê" hate lidarxistin. Ji Tiriyeyê Alîkarê Serokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê Îlyas Ozgenturk, Alîkarê Serokê Giştî yê Şaxê Asayîşê Raşît Poyraz, Midûrê Rêxistina Polîsan a bi piştgiriya rêxistina civaka sivîl Mûstafa Dûrmaz û Midûrê Emniyeta Navçeya Çankayayê Rustem Ozbek tevlî vê civînê bûn.
Serkomîser Yazgan, di çalakiyên saziya lobî ya AKP'ê ÛETD de jî her dihate dîtin. Dondu Yazgan tevlî çalakiyên ÛETD Û DÎTÎB'ê yên li Wîesbaden û derdora wê bû û dema Serkomîserê Tirk ê li Frankfûrtê Îlhan Saygili yê wezîfeya wî Îlona 2012'an qediya serdana xatirxwestinê li esnafên Tirk kir, ew jî pê re geriya.
MIDÛRA EMNIYETÊ YA HESSENÊ XWEST XWEDÎ LÊ DERKEVE!
Dondu Yazgan a li Enqereyê ji dayik bû û di emrekî biçûk de hate Elmanyayê, sala 1994'an dest bi kariyera xwe ya polîstiyê kir. Kanûna par, piştî ku yekîneyên emniyetê yên ji Tirkiyeyê vexwend Elmanyayê, îstîxbarata Elman der barê Yazgan de dest bi lêpirsîneke berfireh a ewlekariyê kir. Di rapora piştî vê lêpirsînê de, bal dihat kişandin ser têkiliya Yazgan bi ajanên MÎT'ê yên li Elmanayê.
Di hejmara duh a rojnameya Welt am Sonntag de hatibû ragihandin, ku piştî rapora navborî ji Wezareta Karên Hundir a Elman re hate şandin, Midûra Emniyeta Eyaleta Hessen Sabîne Thûraû û Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Hessenê Robert Schaefer ketin dewrê û xwestin, agahiyên neyînî yên li ser polîsa bi eslê xwe Tirk, ji raporê werin derxistin.
Lê belê yekîneya ku rapor amade kir, dest ji vê polîsa Tirk berneda û raporeke din amade kir. Di encamê de polîsa sîxur ji kar hate kirin. Çavkaniyekî navê xwe eşkere nekir, ji rojnameyê re axivî bû û gotibû, "Eşkere ye, ji ber ku polîs jin e cihêkariyeke erênî jê re hatiye kirin û ev yek bûye sedem ku rola wê ya rastî bê veşartin."
MÎT'Ê XWESTIBÛ BIKEVE NAVA ÎSTÎXBARATA ELMAN
Di destpêka meha Tîrmehê de hatibû eşkerekirin, ku MÎT'ê hewl daye bikeve nava Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn, ku ev rêxistin ji îstîxbarata navxweyî ya Elmanyayê berpirsyar e. MÎT'ê bi rêya kesên dixwestin ji bo Rêxistina Parastian Destûra Bingehîn bixebitin, hewl da bû bikeve nava îstîxbarata Elman. Saziya îstîxbaratê di dema dawî de xwestibû personelên nû tevlî xwe bike û di encama lêkolînan de hejmara zêde ya namzetên ku bi Tirkî dizanîbûn, bal dikişand.
Îstîxbarata Elman li ser dibetiya pêwendiya van kesan bi MÎT'ê re, serlêdan red kiribû. MÎT'ê berê jî gelek caran hewl da bû bi rêya wergêran tevlî îstîxbarat û polîsên Elman bibe. Gelek wergêr hatibûn kişfkirin û ji wezîfeyê hatibûn kirin.