NÛ BÛ

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Mûrat Karayilan têkildarî Alî Haydar Kaytan got, "Digot, mirovek dema hîn sax be divê nemir bibe. Bi ked û mîrateya li pey xwe hiştî, xwe kir pêşeng û milîtanekî nemir ê Apoyî."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan qala yek ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan kir ku bi hev re nêzî 40 salan meşiya.

We Alî Haydar Kaytan destpêkê kengî, li ku û çawa nas kir?

Şehadeta hevalê Fûat di dîroka me ya têkoşînê de şehadeta herî mezin e. Hevalê Fûat hevrêyê destpêkê yê Rêbertî ye. Ji roja ku Rêbertî nas kir heta dawî bêteredût bi samîmiyeteke mezin soz da ku pê re bimeşe û dilsozê rastiya Rêbertî bû. Di şoreşa me de kedeke mezin da, hevaleke ku li ser me hemûyan keda xwe heye. Dibe ku demeke dirêj di ser şehadeta wî derbas nebûya ez nikarîbûm niha li ser wî bi vî rengî biaxiviyam. Ji bo min ne hêsan bû ku hezim bikim. Ji ber ku hevalekî herî kevn, herî hêja û xwedî kedeke mezin bû. Ji bo partiya me, gelê me windahiyek mezin e. Beriya her tiştî dikarim vê yekê bibêjim ku di têkoşîna me de cihê şehîdan gelekî mezin e. Partiya me partiya şehîdan e û bi şehîdan bû PKK. Hevalê Fûat şehîdekî sax bû. Di şexsê xwe de PKK temsîl kir, jiya. Careke din bi hurmet, minet bi bîr tînim, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînim. Soz didim ku ez ê dilsozê bîranîna wî bim. Soza dilsoziya bi bîranîna hevalê Fûat û şehîdan hemûyan dubare dikim. Em ê hêjayî wan bin, bi Rêbertî û Kurdistana azad xwedî li bîranîna wan derkevin. Em ê heta dawiyê dilsozê vê sozê bin.

Beriya her tiştî sersaxiyê ji Rêber Apo, hevalan hemûyan, sempatîzanan û gelê me re dixwazim. Ji malbata me ya hêja, gelê Dersimê yê leheng, dostên têkoşîna me re sersaxiyê dixwazim.

XWE HER TIM KIR RÊBEREKÎ SAX

Bi şehadeta hevalê Fûat re bêguman êşa me giran e, lê belê hevrêyê me nêzî 50 salan li vê xakê têkoşiya, şoreşgerî kir û nirxên gelekî mezin afirand. Kedeke mezin da û berhemeke mezin afirand. Beriya her tiştî hevalê Fûat bi rêbaz, sekn, tevlîbûn, jiyana xwe ya sade û şoreşgerî rêbazek ava kir. Modelekê temsîl dike. Ev hemû heval ji bo ciwanên Kurd, jinên Kurdistanê û şoreşgeran mînak e. Milîtanek, pêşengek divê çawa bijî; di vê mijarê de hevalê fûat pîvanekê temsîl dike. Divê milîtanekî Apoyî çawa tevlî rastiya Rêbertî bibe; hevalê Fûat di van mijaran de xwedî cihekî mezin e. Rêberekî welê ye ku bi pratîka xwe, xwe anî ziman. Di jiyana xwe de nîşan da ku milîtaniya Apoyî çawa divê bê temsîlkirin û kesayetiyekî nemir afirandiye.

Hevalê Fûat kesekî nemir e. Digot, mirovek hîn sax be divê nemir be. Bi ked û berhemên xwe, her tim bû rêber û pêşengekî nemir, bû milîtanekî Apoyî. Li ser vê bingehê divê mirov nêzî şehadeta hevalê Fûat bibe.

MIN DI HEZÎRANA 1981'Ê DE EW NAS KIR

Min di Hezîrana sala 1981'ê de hevalê Fûat nas kir. Li Fîlîstîn, Lubnanê li Kampa Eniya Demokratîk, Kampa Helwe min ew nas kir. Wê demê ji bo konferansa destpêkê ya PKK'ê heval li hev kom dibûn. Ez jî beriya konferansê çûbûm. Hevalê Fûat li gel komek ji hevalan hat. Min ew li wê derê dît û nas kir. Lê belê beriya wî bibînim min ew nas dikir. Ji ber ku em ew mirov bûn ku li Kurdistanê tevlî tevgerê bûn, nifşê duyemîn bûn. Yanî eger em yên ku li Enqereyê ji aliyê Rêbertî ve hatin perwerdekirin û tevlî komê bû weke nifşê destpêkê bibînin, em ji Kurdistanê tevlî bûbûn; em dikarin me weke koma duyemîn pênase bikin. Hevalên koma destpêkê me bi bihîstinê nas kiribûn. Ji ber ku gelekî qala wan dihate kirin.

Hevalê Fûat bi rêbaz û axaftina xwe, bi şêweyê axaftinê gelekî bi bandor bû, bal dikişand. Dema ku qala civînên hevalê Fûat ên li Dersimê dihate kirin, dihate gotin 'Alî Haydar Kaytan bi vî rengî got'. Navê wî heta li Dîlok û Rihayê belav bûbû. Hîn wê demê me heval nas kiribû. Dema ku me hev dît, gelekî kêfxweş bûm. Bi fedakarî û dilnizmiya xwe dihate naskirin. Destpêkê dema min ew dît bi vî aliyê wî şaş mam. Wê demê ne şaş bim ji lingê xwe birîndar bû, tedawî bû bû. Di lingê wî de pirsgirêk hebû. Her sibehê me saet û nîvekê spor dikir. Li gel ku hevalan jê re gotibû, divê tevlî nebe, wî digot 'Eger heval hemû tevlî dibin divê ez jî tevlî bibim'. Sporteke hişk bû, bi qasî ku tê bîra min gelekî zehmetî dikişand. Lê belê heta dawiyê her roj bi dilnizmî tevlî dibû. Her ku me dilnizmî û hewldanên wî didît, qîmetê wî hîn zêde dibû. Min hevalê Fûat bi vî rengî nas kir. Beriya konferansê û dema konferansê timî ji ber komirên em lê diman derbas dibû. Di destê wî de timî daktîlo hebû, meşgûl bû. Demeke wî ya vala qet tine bû. Hîn wê demê bi karên îdeolojîk û wêjeyî re mijûl dibû û ev kar dimeşand. Min heval bi vî rengî nas kir.

WEKE WÊNEYEKÎ DERSIMÊ BÛ

Weke hevrêyekî Alî Haydar Kaytan taybetmendiya ku herî zêde bandor li we kir çi bû?

Beriya her tiştî hevalê Fûat weke wêneyekî Dersimê bû. Di kesayetiya wî de şopên komkujiya Dersimê û sekneke berxwedêr bi her awayî dihate dîtin. Yanî hevalê Fûat Dersim bû. Bi dîrok, rabirdû û roja xwe ya îro re Dersimeke Kurdistanê bû. Ji bo tola dîrokê, tola komkujî û qirkirina Dersimê hilîne xwedî seknekê bû. Ya ku di şexsê wî de destpêkê xuya dikir ev bû.

Her wiha yek ji aliyên wî ku gelekî bandor li min kir, dilnizmiya wî bû. Dibe ku di rexnedayina xwe de wî digot ew ne dilnizm e, lê belê dilnizm bû. Bifikirin; li akademiyekê ji serê sibehê heta êvarê dersê dide, êvarê jî ji hevalan re dibêje, 'qisûrê nenihêrin min dema we girt'. Ewqasî dilnizm bû. Halbûkî ewqasî ked da, westiya, hewldaneke mezin da, timî li ser piyan sekinî, lê vê yekê dibêje. Mirovekî ewqasî dilnizm bû. Ti hestên xwe yên kariyerîst tine bû. Hevrêtiyeke wî ya ji dil hebû.

Heta dawiyê dilsozê Rêbertî, nirx û xetê bû. Xwedî agahiyeke mezin bû. Zane bû, çandeke wî ya bilind hebû. Van hemûyan bandor li min kir. Ewqasî têgihiştî, xwedî danhevî, dilnizm û kedkar bû.

Ez nizanim bê di dîrokê de ewliya çawa bûn lê belê jiyana hevalê Fûat bawerim jiyaneke ewliya bû. Tiştek ji bo xwe nedixwest, tenê dixwest xizmetê bike. Timî ked dida, lê wernedigirt. Kesayetiyekî xwedî nêzîkatiyeke bi vî rengî dilnizm, saf, pak û hestewar bû.

Hevalekî gelekî hestewar bû. Aliyekî din ê wî bi vî rengî bû. Bi rastî jî weke ewliyaya dijiya. Bêguman van hemûyan bandor li her mirovî dikir. Bawerim van taybetmendiyên heval bi qasî ku bandor li min kir, bandor li hevalên din hemûyan jî kir.

MÎNA MÊZÎNA EDALETÊ BÛ

Ji bo têkoşîn û xebatê hevrêyekî çawa bû?

Hevrêyekî baş ê xebatê bû, hevrêyekî hêja bû. Nêzîkatiya wî ya fedekar, bi hurmet, hevrêtî û helwesta wî gelek bi nirx bû. Piştî sala 1990’î her gava ku me hev didît, wî qet tenê negot "silav." Beriya ku silavê bida, hertim hevokên ku hurmet û hezkirina xwe dianîn ziman dida pê hev û dû re jî digot “silav.” Her çiqas ji min mezintir bû, di nav partiyê de kevintir û ji min zanatir bû jî, lê bi vî rengî nêzî min dibû. Bêguman ev helwesta wî bû sedem ku ez jî hurmetek mezin raberî wî bikim. Hurmetên xwe radighîne lê di şexsê din de jî hestên hurmetiyê pêş dixe. Hevalekî wiha bû. Me gelek caran bi hev re kar kiriye û di van mijaran de tu pirsgirêkek min çênebûye.

Heval Fûat carnan hêrs dibû û bertekên pir tûj nîşan dida. Li gel min qet rewşek wisa nehat jiyîn, lê ji ber cewhera wî ya hestyarî dem bi dem min dibihîst ku wî bi vî rengî bertek daye. Lê min ew wek hevkarekî xebatê baştir nas kir. Helwesta wî ya li hemberî hevalên ku pê re bertek nîşan dida, ne mayînde, demkî bû. Dilê wî paqij bû. Beriya her tiştî ew ê mafê Sezar bida Sezar. Hestên wî yên edaletê pir xurt bûn. Di nîqaşên rêxistinî yên navxweyî de mîna pîvana edaletê bû. Dema gotinek rast bihata kirin, digot “rast e”, dema razî nedibû, eşkere li dij derdiket. An jî dema nîqaşek rast dibû, heq dida. Ew tevlî civînê bibe an jî nebe her tim heqîqetê esas digirt. Dema ku xeletiyek bihata kirin, bi gotina “heval em hişyar kirin, ji me re gotin, lê me çi lazim bû, me nekir.” Di nava me de bi emir mezin bû û xwedî roleke wiha bû.

DI DEWAMIYA RÊXISTINBÛYÎNÊ DE ROL LÎST

Şehadeta Fûat di van mijaran de di nava min de valahiyeke mezin çêkir. Her çend nêzîkatiyek hestiyar be jî min di vê mijarê de kêmahî jiya. Ji ber ku yê nîqaşên navxweyî temam dikir û sererast dikri ew bû; di berdewamiya rêxistinê de xwedî rol bû. Şehadeta wî valahiyeke ku nayê dagirtin çêkir. Helbet divê em cihê wî dagirin. Erka me ya li hember şehîdan ew e ku em valatiya wan tejî bikin û nedin hîs kirin.

Hevrê Fûat ji bo çareserkirina pirsgirêkan carnan ji qadekê bi rojan dimeşî û diçû qadek din. Vê yekê weke erkek didît. Ji bo heval ji hev fêm bikin ev yek dikir. Di xeta Rêbertî de xwe ji yekitiyê û yekparebûna rêxistinî, berpirsyar dît. Ji xwe di dawiyê de erkek wisa girtibû. Rol û mîsyona wî mîna ya alîkarê Rêbertî bû. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê bû û li wir xwedî rol bû. Ne tenê ji ber erkek wisa girtiye bi vî rengî nêz dibû, ew di esasê xwe de xwedî roleke bi vî rengî bû. Bi berpirsyariyeke şoreşgerî nêzî wê bû û tenê ji ber ku wezîfeyek bû bi vî rengî tevnegeriya. Negot 'ji min re çi'. Eger ji bo rêxistinê pirsgirêkek bûya, ev ji bo wî jî pirsgirêk bû. Divê ji bo çareseriya wê hewldanek hebe û li aliyê xwe di nava hewldanên pêwîst de bû. Weke wezîfeya xwe ya çareseriyê dît. Ji jiyana rêxistinî tewîz nedida. Berovajî vê, girêdayî xeta rêxistinê, xeta Rêber Apo bû û berjewendiyên rêxistinî esas digirt. Ji bo heval Fûat ev helwesteke bi pîvan bû. Ji bo helwesteke hevpar a li ser esasê xeta Rêbertiyê ava bike, kedeke mezin da û van hewldanan jî bû sedem ku gelek pirsgirêk çareser bibin. Di vî alî de hevalek bû ku em her tim dikarin pê bawer bin.

Hevalekî kelecanî û zindî bû. Pêşketinên rojane dişopand û bandor dibû. Ji ber vê yekê heta dawiyê li gorî qalibeka sabît tevnedigeriya. Rastiyên derketine holê li ber çavan bû. Ji bo vê jî dema ku li cihekî heqîqet û rastî hebe, dikarîbû kesekê îqna bike û lihevhatinê pêş bixe. Yanî ji pêşketinan, ji serdemê û jiyanî bandor dibû. Ew herikbar bû. Ji ber vê yekê, eger pirsgirêkek hebûya û bihata parvekirin, dihat zanîn ku ger tevlî nebe jî wê wateyê bide. Xwedî nêzîkatiyeke erênî bû û têgihiştinek bi vî rengî hebû. Ji bo vê jî di parastina ahengiyê de roleke pir girîng lîst. Divê em vê rolê dagirin. Bawerim em ê dagirin, lê belê hevalek bû ku cihê baweriyê bû. Hevalek wisa bû, mirov pê bawerbû ku di cihên hewce dike de wê bêdeng nemîne û bersivê bide. Ji ber vê yekê, di ewlekirina ahengiya rêxistinê de xwedî roleke mezin bû.

HEVALÊ KU RÊBERTÎ HERÎ BAŞ NAS KIRÎ, HERÎ BAŞ DAYÎ FÊMKIRIN E

Weke yek ji hevalên ewilî, peywendiya Alî Haydar Kaytan bi Ocalan re çawa bû? Di pêvajoyên krîtîk û girîng ên tevgerê de bawerî û dilsoziya xwe ya bi Ocalan re çawa nîşan da?

Di nava me de yê ku herî zêde û herî baş Rêbertî nas kirî, heval Fuat bû. Hevalê ku hem herî baş nas kirî hem jî herî baş dayî fêmkirin e. Hem wate dide, fêm dike hem jî dide fêmkirin. Hevalekî wiha bû. Diyalektîka heqîqet û pêşengiyê yan jî heqîqet û heqîqeta Rêber Apo baş fêm kiribû. Wî bi xwe jî timî diyar dikir; digot, “Heqîqet Rêbertî ye, Rêbertî heqîqet e.” Em tenê nikarin bêjin dilsozê Rêbertî yan jî hevrêyekî baş ê Rêbertî bû.

Partîbûn weke hezkirinekê dinirxand. Jixwe PKK wiha ye. PKK’îtî ne bûyîna kadroyekî PKK’ê ye, evînek e. Heval Fuat jî ev evîn jiyan dikir. Weke evîneke dilsozê Rêbertî bû, domdar bû, di bin her şert û mercî de bû. Rêbertî wî rexne bike, bigire lêpirsînê jî ev nedihat guhertin. Ne tiştekî welê bû ku di demek wiha de sar bibe yan jî kevin bibe.

Rêbertî gelek rexne li xwe kirin. Lê belê tişta ku heval Fuat ji xwe re esas girtî, dilsoziya bi Rêbertî re û vê yekê di asta evînê de nirxandin bû. Hemû hewldanên xwe ji bo bibe hevalekî bêkêmahî yê Rêber Apo, raber kir. Di şoreşgeriya xwe ya 47 salan de timî ji bo vê yekê hewldan kir. Fikirî ku çawa bihije Rêbertî, bibe hevrêyekî bêkêmahî yê Rêbertî. Şev û roj ji bo vê yekê ked da. Timî bi Rêbertî re bû, timî pirtûkên Rêbertî di destê wî de bûn. Hevalek bû ku ev yek di lûtkeyê de jiyan dikir. Ji bo me hemûyan mînak e ku em çawa nêzî Rêbertî bibin. Mesele têkildarî vê yekê min gelek sûd ji heval Fuat dît. Mirov çawa dikare bi zanistî nêz bibe, evîna bi zanistî çawa ye? Jixwe heval Fuat ji bo evîna di navbera du mirovan de digot, ‘derdê dilan’. Digot, evîna esas dilsoziya bi heqîqet û azadiyê re ye. Dilsozê vê yekê bû, ev yek jî di Rêbertî de didît. Ev dilsoziya bi evînê re ye, ji bo vê yekê jiyan kirin di heman demê de azadî û xwedîtin e. Bi mirovahiyê re bûyîna yek e. Wiha wateyeke kûr dida. Em jî ji wî fêr dibin ku çawa bigihijin asteke wiha. Nêzîkatiyeke ku heval Fuat rasterast jiyan dikir, zindî bû.

Wate dayîna Rêbertî û heqîqetê, li ser vî bingehî mîna evînê nêz bûn, jiyankirina evîna zanistî mijareke pir girîng e. Têkildarî vê yekê mînak bû. Pêşengî ji me hemûyan re dikir. Hetta carna hevalan nirxandinên wî şaş jî şîrove dikirin. Mîna ku heval Fuat Rêbertî weke hebûneke ji mirovan hîn wêdetir didît, dişiband pêxemberan, weke îlahî nêz dibû. Lê wî bersiva van pirsan dida. Bi gotinên Rêbertî bersiv dida. Digot ku Rêbertî dibêje, “Wiha nêzî min bûyîn, heqarete ji bo min.” Digot, “Yê ku weke îlahekê min dibîne, dest ji şoreşgeriyê berdaye. Ez heqîqetek im, kesek im û her milîtan divê xwe bigihîne min.” Heval Fuat jî ji van gotinên Rêbertî mînak dida û digot, “Divê mirov wiha nêzî Rêbertî nebe, di vê rewşê de em Rêbertî weke tiştekî ku ti kes nikare xwe bigihinê dinirxînin, wiha nîne. Wezîfeya me xwe gihandina Rêbertî ye, tarz, tempo, kûrahî û sekna şoreşgeriyê ya giştî, di milîtaniyê de mîna wî bûyîn, xwe gihandina wî ye. Encex bi vî rengî em dikarin bibin Apoyiyek baş. Lewma wahiyek nîne. Heqîqet e. Divê em xwe bigihînin vê heqîqetê. Ew jî mîna me mirovek e, gundiyekî hejar, di nava malbateke hejar de mezin bûye, bi keda xwe gihiştiye vê astê. Wê demê em jî dikarin xwe bigihînin vê astê. Eger ez vê cuda nîşan bidin, wê demê ev dibe redkirina vê yekê.” Wiha bersiv dida.

DI TEVAHIYA 47 SALAN DE KELECANA XWE YA ROJA EWILÎ KÊM NEKIR

Lê belê dilsoziya wî ya bi Rêbertî re cuda bû. Diyar dikir ku ji roja ewilî ya Rêbertî nas kirî û şûnde çavên wî vebûn, matmayî ma û heqîqet dît. Dibêje, “Rêbertî zanî ez ji Dersimê me, mîna kesê ku ji komkujiya Dersimê derketî anî ziman. Yanî mêtingeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, rastiya mêtingeriya li Kurdistanê û rûyê wî yê qirker anî ziman. Li dijî vê yekê got, divê çi were kirin, mirovahî çi ye, mirovek divê çawa nêzî vê bibe û ev mijar li ber çavê min re derbas bûn, ez derbasî cîhaneke din bûm.” Wiha şîrove dikir.

Di tevahiya 47 salan de kelecana xwe ya roja ewilî, kêm nekir. Heval Fuat ti carî xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê û kelecana xwe ya ciwantiyê nekir. Dest ji vê yekê berneda. Her kêlî mîna ciwanekî bi kelecan bû. Mîna ciwanekî dirûşme berz dikir, ji vê yekê kelecan digirt û bandor dibû. Ev kelecana xwe ji dest neda. Ji roja ewilî ya beşdar bûyî û heta niha, hemû kelecana xwe domand. Helbet ev ne tiştekî ji rêzê ye, lê ev heqîqetek e. Eger kesek bi salan têkildarî ev qas mijaran kûr bibe, bi heman kelecanê bi ruhê ciwantiyê bimeşe, bê guman mînakek bê hempa ye. Ji bo her kesê jî mînakek eşkere ye. Hevrêtiya wî ya bi Rêbertî re wiha bû. Nêzîkatî û dilsoziya wî ya bi Rêbertî re, ji bo me hemûyan, hemû kadroyên ciwan û jinên Kurdistanê pîvan û mînakek e.

Weke yek ji damezrînerên PKK’ê ji bo şêwegirtina îdeolojiya PKK’ê bandora wî çiye?

Bandora wî ya ji bo şêwegirtina îdeolojiya PKK’ê pir mezin bû. Hem timî li gorî xet, netew û pîvanan, sekna wî ya xetê diparêze hem jî bi nêzîkatiya îdeolojîk wiha bû. Hevalek bû ku îdeolojîk jiyan dikir. Hemû têkoşîna wî ji bo xeta îdeolojîk bû. Tarzê wî yê jiyanê wiha bû. Di her mijarê de nêrînên wî paralelê perspektîfên îdeolojîk bû. Ji dervey vê nêzîkatiyeke cuda û taybet nebû. Hemû jiyan û têkoşîna xwe li gorî xetê diyar dikir. Jiyana wî jixwe li gorî xetê bû. Li dijî hemû nêzîkatiyên ji dervey xeta îdeolojîk xwedî helwest bû û di vê têkoşînê de di nava refên herî pêş de cih digirt. Hevalek bû ku di tevgera me de xwedî cihekî manewî bû, cihekî wî yê girîng hebû. Hin tasfiyegeran xwestin ji wî îstifade bigirin. Kesên mîna Semîr, Seher ji kesayeta wî îstifade girtin û adeta xwestin pal bidinê. Xwestin wî bandor bikin. Dibe ku hin dem saf bû, wisa zû ferq nedikir lê piştî ferq kir, li dijî van û bi temamî ji sedî sed li ser xeta Rêbertî cih digirt. Yanî weke xwezayî parêzvanê xeta Rêbertî bû. Lewma li dijî her nêzîkatiya ji dervey xetê û perspektîfa îdeolojîk, têkoşiya. Evane rexne kirin û tevlî nebû. Evane di gelek qonaxên dîroka me ya partiyê de hatine dîtin, helwesta heval Fuat timî zelal bûye. Dibe ku carna zû di pratîkê de ferq nekiribe, lê piştî dît têkoşîneke îdeolojîk û xwedî helwest meşand. Xwedî jiyaneke îdeolojîk bû.

Her wiha hevalek bû ku weke îdeolojîk perspektîfên partiyê herî baş şîrove dikir. Ji bo nirxandinê xurt bû. Ev yek di nivîs, dem bi dem meqale, dersên dayî, – ku di heman demê de helbestvan bû – bi helbestên xwe anî ziman. Lewma di vê çarçoveyê de ji bo şêwegirtina îdeolojiya me, rol lîst. Parêzvanê vê yekê bû. Ev yek jiyan dikir û diparast. Her tişt bi nêrîn û danasîna Rêber Apo dinirxand. Lewma ji bo şêwegirtina îdeolojiya partiyê, di vê çarçoveyê de hevalekî xwedî rol bû.

Pêvajoya paradîgmaya nû ji bo PKK’ê demeke girîng îfade dike. Di pêvajoya ku biryara paradîgmaya nû hatî dayîn de ji bo guhertin-veguhertin, fêmkirina paradîgmaya nû û pêkanîna wê ya di pratîkê de çi ye?

Guhertina paradîgmayê di pêvajoyeke pir zehmet de, derbas bû. Weke tê zanîn Rêbertî beriya komploya navneteweyî, bingehek ava kiribû. Hewldan û kûrbûna Rêbertî ya têkildarî vê yekê, hebû. Piştî ku Rêbertî bi komploya navneteweyî hate dîlgirtin, di şert û mercên Îmraliyê yên zehmet de, ku di demên ewilî de şert û mercên Îmraliyê hîn zehmettir bûn, ji bo me hemûyan pêvajoyeke zehmet bû, lê ji bo Rêbertî demeke hîn zehmettir bû. Di bin van şert û mercan de Rêbertî bi tarzeke jîr, guhertin û veguhertina paradîgmayê temam kir. Bi lez divê şîrove kiriba, derfetê nîqaşê ya bi rêxistinê re jî nedît. Perspektîfa guhertinê bi vî rengî nîşan da. Ji derve em nexwedî vê lêhêrbûnê bûn. Ji bo mezinkirina berxwedanê me lêhêrbûn kir. Hîn zêdetir di vê çarçoveyê de bû. Piştî ku Rêbertî paradîgma pêşkêş kir me esas girt, lê ji bo fêmkirinê me zehmetî jiyan kir. Bê guman heval Fuat jî zehmetî jiyan kir. Lê ez dikarim bêjim ku di nava kesên wate didan de heval Fuat di rêza ewilî de cih girt. Jixwe hemû nêzîkatiya wî wiha bû. Nêzîkatiya wî ya ji bo Rêbertî, ji destpêkê ve nêzîkatiyeke paradîgmayî bû; eger Rêbertî wiha fikirîbe di bingehê wê de tişteke ku dizane heye. Piştre jî Rêbertî şîrove kir, hingî derfet çêbûn parêzname hatin û ji aliyê her kesê ve hate fêmkirin. Lê ji destpêkê ve ji bo wate dayînê, rolê heval Fuat hebû.

Piştre dema hat fêmkirin, bi taybetî di sala 2000’an de piştî ku parêznameya DMME’yê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hate kirin û gihişt destê me, hîn baştir hate fêmkirin. Ji vir û şûnde jî heval ji bo hîn bêhtir were fêmkirin, her kes fêm bike û wate bide ked da. Piştî çarçove zelal bû, ji bo şîrovekirin û fêmkirina wê jî hewl da. Têkildarî vê yekê jî xebatên heval Fuat pir bi nirx in. Hem nivîsên wî yên di wê demê de, hem dersên dayî kadroyê hem jî aktîf tevlî nîqaşan bû. Di vî alî de hewl da ku ji aliyê her kesê ve paradîgmaya Rêber Apo were fêmkirin, guhertin û veguhertin çêbibe, bandorên sosyalîzma reel, dogmatîzma berê were derbaskirin û di heqîqeta serdemê de, têkildarî heqîqeta serdemê ya Rêbertî em kûr bibin. Ji bo her hevokeke Rêbertî, digot Rêbertî çima ev diyar kiriye şîrove dikir. Yanî digot, Rêbertî vê hevokê tîne ziman lê ev hevok çi îfade dike, divê çawa were nirxandin, çawa were şîrovekirin. Heval Fuat têkildarî vê yekê pisporek bû. Dikir ku were fêmkirin. Ji bo guhertin û veguhertin çêbibe û ji bo bigihije serketinê, di nava hewldanek mezin de bû. Têkildarî vê yekê xwedî gelek hewldanê bû. Hem di nîqaşên navxweyî hem jî di çapemeniyê de di nivîsên li ser raya giştî dinivîsand de ji bo ku ji her alî ve guhertin û veguhertina paradîgmayî were fêmkirin, bigihije serketinê û di tarzê de em bi Rêbertî re bimeşin, hewl da. Ji jiyana xwe, ji peywendiyên bi Rêbertî re mînak dan. Ji bo ji her alî ve guhertin û veguhertin were fêmkirin û di pratîkê de were nîşandan, ji bo em Rêbertî bi vî şêwazî temam bikin xwedî hewldanên taybet bû.

PARÊZNAMEYÊN RÊBERTÎ HER TIM DI DESTÊ WÎ DE BÛN

Tê zanîn, beriya weşandina parêznameyên Ocalan, heval Fûat bi rengekî çalak tevlî pêvajoya amadekirina weşanê bû. Li ser lêhûrbûn û hewldanên wî yên ji bo rastkirin û weşandinê hûn dixwazin çi bêjin?

Bi qasî dizanim hevrê Fûat hemû parêznameyên Rêbertî redekte kiriye. Pêşî wî xwend, sererast kir û ji bo wê hewl da. Hevrêyek wisa bû hurmetek mezin nîşanî parêznameyan dida. Her pirtûkeke Rêbertî mîna zarokekî hevrê Fûat bû. Her tim di destê wî de bû an jî li ber serê wî bû. Her yek ji wan ne tenê carekê, gelek caran xwend. Sibeh, êvar û piştî nîvro timî dixwend, her tim bi parêznameyên Rêbertî û paradîgmayê re dijiya. Mesela wê sererast bikira, ji bo weşanê bişanda, lê piştre dîsa dixwand û dîsa sererast dikir. Digot, dibe ku tiştek li ber çavê min neketibin hebin, ango ev hevok wisa bê sazkirin dê bêhtir bê fêmkirin. Piştî ku hate weşandin, wê careke din bernameyekê amade bikira û bigota eger piştre bi vî rengî were weşandin wê baştir be. Ya rast, ez dizanim ku hin parêzname sê caran di pêvajoyeke wiha de derbas bûne. Ji ber vê her carê lêborîn xwest digot ew mijarek girîng dîtiye ji bo bigihêje wateya xwe divê wê kêmahiyê rake. Yanî bi parêznameyan re dijiya. Parêzname her tim gel wî bû.

Ji xwe her tim bi saziya ku parêznameyê diweşîne re di nava diyalogê de bû. Ji xwe ji bo vê komîteyek hatibû avakirin, bi tenê xwe nedikir û nêrînê hevalên xwe jî digirt. Ji xwe tiştên ku amade kiribû ji komîteyê re û piştre jî dişandin rêveberiya ku bi vê mijarê re eleqedar dibû. Ji bo weşangerî, werger û belavbûna paradîgmaya Rêber Apo li Kurdistan û cîhanê bû xwedî hewldaneke domdar. Heval Fûat jî bi qasî ku navneteweyî bû, enternasyonal jî bû. Ti carî têkoşîna gelê Kurd ji têkoşîna gelên herêmê cuda negirt dest. Bi perspektîfa sosyalîst demokratîk nêzî hemû pêvajoyan bû û girîngiyeke mezin da ruhê paradîgmaya Rêbertî, konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk. Ji bo ku ji hêla hemû dinyayê ve were fêhmkirin, li şûna netew-dewletê bi giranî li ser mijara neteweya demokratîk rawestiyabû.

JI PERSPEKTÎFA CIVAKA PÊŞENG Û JINA AZAD PIR KELECANÎ BÛ

Carekê ji caran ji perspektîfa civaka azad û jina azad a Rêber Apo pir kelecanî bibû. Li gorî hevrê Fûat, pêşî li perspektîfên îdeolojîk vekirin, ji nû ve avabûn bû. Avakirina şoreşa bi pêşengiya jin û ciwanan û nêzîkbûna bi vî rengî ji bo wî gelekî girîng bû. Ji bo parêznameyên Rêbertî bi giştî ji aliyê jin, ciwan û civakê ve bên xwendin ked û xebateke girîng meşand. Ji bo hevrê Fûat, du tiştên herî girîng bûn, helbet tiştên din jî hebûn, lê wî jiyana xwe bi du tiştan ve feda kir. Yek redektekirina parêznameyên Rêbertî û weşandina wan ya duyem jî li akademiyan perwerde dayîn bû. Ev jî bêguman dersên li ser mijara parêznameyan bûn. Wî ev her du mijar kiribûn hedefên xwe yên bingehîn. Her roj lêhûr dibû, ked û hewldaneke mezin raber dikir. Dema ku ev pêk dihatin, gelek kêfxweş dibû û dilê wî rehet dibû.

Dema ji heval Fûat re dihat gotin, 'ji bo ewlekariyê neçe cihekî din, li vir bimîne, tevlî nîqaşan nebe' gelek dilteng dibû. Carnan hewce dikir ji bo ewlehiyê li cihek cuda maba, dema ku heval jê re digotin, nerazîbûn nîşan dida. Her tim dixwest di nava paradîgmayê de bimîne, di nava wê de bijî, fêm bike û bide fêmkirin. Her tim dixwend. Di ramanên Rêbertî de her hevokek pir kûr e. Her carê ku dixwend, aliyên wê yên cuda vedigot. Hevalekî ewçend kûr bû. Digot, 'Xwendina carekê an jî du caran ne bes e; divê çend car bê xwendin. Ji ber ku bi xwendinê re têgiştinên cuda jî çêdibe. Ji bo her kes fêm bike jî ket nava hewldanan. Di civîn û dewreyên perwerdeyê de ev yek nîşan da. Di vî warî de xwedî tevkariyeke girîng bû. Di warê parêznameyên Rêbertî de ji her kesî bêhtir tevkariya hevrê Fûat hebû.

BI HELWESTA XWE RUHÊ FEDAÎBÛNÊ ZINDÎ HIŞT

Di pêvajoya komployê de ji bo çalakiya fedaî pêşniyara Alî Haydar Kaytan hebû. Li gorî we çima pêşniyarek bi vî rengî kir. Atmosfera wê pêvajoyê çawa bû û helwesta Alî Haydar Kaytan a li hember çalakiyên fedaî bandoreke çawa li ser avaniya giştî ya têkoşînê kir?

Di dema kongreya 6’emîn de hevrê Fûat ji Ewropayê hat û beşdarî kongreyê bû. Pêşniyara hevrê Fûat yê çalakiya fedaî di kongreyê de, sekna wî ya ji destpêkê ve nîşan dide. Rêbertî jî diyar dike ku di salên 1980’an de ji bo çalakiyê xwe pêşniyar kiriye. Helwesteke wî ya bi vî rengî hebû. Hevrê Fûat ji roja ewil ve xwedî sekneke fedaî bû. Bêguman pêşniyara wî ya li kongreyê gelekî girîng bû. Bi kurtasî rê nîşan da. Divê li dijî Komploya Navneteweyî çawa bê seknandin, sekna milîtanî divê çawa be nîşan da. Di vê mijarê de mînak bû. Dibe ku ewil hevalên li zindanan û derve bi dirûşma ''Hûn nikarin Rojê me tarî bikin'' çalakî kiribin û bi rengekî zelal nîşan dabûn bê ka li dijî komployê helwesteke milîtanî divê çawa be. Lê belê hevrê Fûat hevalek ji rêveberiyê bû. Di asta rêveberiyê de helwesteke çawa divê were nîşandan, nîşan da. Piştî ku Rêbertî dîl hat ragirtin, bi sekna xwe nîşan da ku divê kes bi xwe û kariyera xwe nefikire, her kes bi awayekî fedaî helwesta xwe raber bike. Di asta herî jor a rêveberiyê de jî sekneke fedaî, divê çawa be, nîşan da. Hevrê Fûat di vê mijarê de rê nîşanê me da, ruhek afirand û ev helwest mînak bû. Ne tenê di nav milîtan û şervanan de, di nava tevahiya rêxistin û rêveberiyê de, nîşan da ku li dijî Komploya Navnetewî helwesteke çawa bê nîşankirin. Pêşengiya Hevrê Fûat û ruhê ku hevalên ku çalakiyên "Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin" pêk anîn, di nava tevgera me de serdest bû. Her çend piştre hin mirovên bê bawer hebûn jî, ev nêzîkatî hat şikandin. Di serî de li dijî Komploya Navneteweyî di nava avaniya milîtanî de helwesteke fedaîbûnê pêş ket. Di rastiyê de bi hezaran hevalan pêşniyara pêkanîna çalakiyên fedaî kirin. Di encamê de hêzên taybet hatin avakirin û tabûrek hate damezrandin. Ruhekî fedaî li dijî komploya navneteweyî di nava tevgera me de bi pêş ket û ev yek bû parçeyek ji civakê. Di encamê de hêviyên komplogeran pêk nehat. Plan kirin ku Rêbertî dîl bigirin, tecrîd bikin û tevgerê parçe bikin. Lê ev pêk nehat. Ruhê fedaî di nava tevgerê de li dora Rêbertî bû sedema sekneke gelekî bi biryar.

Vê yekê bandoreke mezin li vê civakê jî kir. Li dijî plana tasfiyekirina tevgera me, plana vala derxistina xeta Rêbertî, qonaxeke nû ya têkoşînê dest pê kiribû. Li ser bingeha vî ruhî, ku hevrê Fûat jî xwedî vê ruhê bû û berê di kongreyê de anîbû ziman zindî bû û bû helwesta hevpar a milîtan û welatparêzan li dijî komployê. Li ser vê bingehê komplo têk çû û encam negirt. Tevgera me tasfiye nebû; Berovajî vê, xwe da hev û xurtir bû. Li hemberî êrîşên hundir û derve ji nû ve pêş ket û mezintir bû.

Helwesta Alî Haydar Kaytan li dijî hewldanên tasfiyeger ên dema 2002-2004’an ku ji bo PKK’ê pêvajoyeke krîtîk e, çawa bû? Helwesta ku di vê pêvajoyê de raber kirî, ji bo siberoja PKK’ê roleke çawa lîst?

Heval Fuat ji bo parastina xeta Rêbertî, timî di refên herî pêş de cih girt. Di nava me de li dijî xeta Rêbertî gelek caran xeta tasfiyeger derket holê. Heval Fuat li dijî van bû serkêşê têkoşînê. Hevalek xurt bû ku xet diparast û herî li pêş bû. Yê ku ewilî tasfigeriya di sala 2002-2004’an de pêş ketî, tespît û deşîfre kir heval Fuat bû. Di payîza 2002’yan de di civîneke rêveberiyê de dema haya ti kesê neyî, heval Fuat bi çavdêriya xwe ya baldar dîtibû ku hin kes mîna ahbapçavuşan bi hin kesan re di nava danûstandinê de û ji dervey xetê xebatê dimeşînin. Ev yek bi hêrs û heybeteke mezin di civînê de anî ziman û nav da. Ew hişyar kirin û diyar kir ku divê baldar bin. Koma tasfiyeger bi vî rengî deşîfre bû û rêveberî bi vî rengî ji wan agahdar bû. Hin ji wan jî di civînê de amade bûn. Hin tişt diyar kirin, wisa nîne, gotin hevrêtî filan lê heval di helwesta xwe de israr kir. Bi vî rengî ew kom deşîfre bû. Lê piştre ketin nava hewldanê ku veşartî tevbigerin. Ev di nava me de lingê komployê bû. Çawa ku komploya navneteweyî xwest Rêbertiya me tasfiye bike, evane jî mîna lingê hundir ê komployê tevgeriyan û xwestin tevgerê ji xeta Rêbertî qut bikin û tasfiye bikin. Lewma tevî ku hatin deşîfrekirin û hatin hişyarkirin jî, dîsa dest ji van liv û tevgerên xwe bernedan. Xwestin bi rêbazên hîn veşartîtir û cuda, di nava me de tasfiyegeriyê belav bikin.

Heval Fuat bi vê helwesta xwe her kes hişyar kir û êdî dihat ferqkirin. Jixwe di sala 2003’yan de neçar man ku xwe deşîfre bikin. Ji ber ku xebateke veşartî dimeşandin û rastî bertekan dihatin. Li ser vê yekê vekirî tevgeriyan û helwestên xwe anîn ziman. Heval Fuat timî di civîn û kongreyan de mîna parêzvanekî Rêber Apo tevgeriya.

BAWERIYA DI NAVBERA ME DE PIR XURT BÛ

Piştre di bihara 2004’an de Rêbertî xwest ku di nava komîteya sazkirina nû ya PKK’ê de her kes were ba hev. Yan jî perspektîfa li ser komîteya jinûve sazkirina PKK’ê pêşkêş kir. Di wê demê de dema komîteya jinûve sazkirina PKK’ê hate avakirin, min heval Fuat jî li lîsteyê zêde kir. Dema min ev yek kir, min zanî koma tasfiyeger wê li dijî vê yekê derkeve. Ji ber ku hîna bi temamî qut nebûbûn û di komîteyê de ji bo çareseriyê divê hevsengiyek hatiba çêkirin. Lê tevî vê yekê jî me xist lîsteyê. Jixwe li dijî derketin û rexne kirin. Wê demê me ji wan re got, “Kesekî ku timî parêznameyên Rêbertî di dest de ye divê di komîteya jinûve sazkirina PKK’ê de cih bigire, hûn nikarin li dijî vê yekê derbikevin.” Ji ber ku heval Fuat di civîna li Çûbûkê ya sala 1973’an de, dema koma ewilî hate avakirin, cih digirt. Ji wê civînê heya van rojan tenê Rêbertî û heval Fuat ma. Bi vî rengî ji bo avakirina komê, pêşxistin û partîbûna wê xwedî rol bû. Min ev dizanî û weke nebe nabe min didît. Di jinûve sazkirina PKK’ê de divê heman hevalî rol lîstiba û pêdivî bi wî hebû. Pêdiviya bi hevaleke ku wiha di siyaset û îdeolojiyê de kûr, hebû. Weke hevalên di komîteya jinûve sazkirinê de cih digirin, pêdiviya me bi vê hebû û neba nedibû.

Jixwe komîte hate avakirin û kombûna xebatên komîteyê hinekî zehmet çêbû. Di wan şert û mercên zehmet de heval Fuat xebatên binirx meşand û bi roleke pir mezin rabû. Ji bo rêxistinkirin û kûrbûna xebatê, di felsefe û îdeolojiyê de, çêbûna ahengiyê de xwedî roleke girîng bû. Bingehê esas ê komîteyê bû. Çi çêbiba, çavê me timî li wî bû, me ew esas girt.

BI BERPIRSYARÎ XEBAT DIMEŞAND

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ê heval Fuat ew bû ku ti carê nebû kariyerîst. Dibe ku giştî qoltûxeke rêveberên rêxistinên din hebin. Jixwe PKK ne rêxistineke wiha ye. Gelek rastiyên PKK’ê hene, di rastiyê de ev rastî di kesayet, sekin û liv û tevgerên heval Fuat de hîn şênbertir in. Mesele, heval Fuat qet kariyerîst nebû. Qet girîng nebû ku wezîfe bigire yan negire. Ya girîng ew bû ku li gorî xetê tevbigere. Mesele kongreya jinûve sazkirina PKK’ê pêk hat; got, “Pêwîst nake ez di rêveberiya navendî de cih bigirim. Hevalên ciwan hene, gelek heval hene ew dibin. Jixwe ez di her şert û mercî de dixebitim. Ji bo hin heval hîn bêhtir bixebitin divê ez nekevim lîsteyê.” Pêşniyar kir ku navê wî di lîsteyê de nebe. Me got, “Tu di lîsteyê de nebî nabe, herî kêm divê tu di lîsteyeke PKK’ê de hebî.” Desteya disiplînê ya Partiyê hebû, me xwest di wir de cih bigire. Keniya û got, “Hûn dixwazin min bikin dozger.” Me diyar kir ku divê yan di navendê de yan jî desteya disiplînê de cih bigire. Li ser vê yekê ji bo desteya disiplînê hate hilbijartin. Weke berpirsyarê vê yekê wezîfe meşand. Jixwe di Komîteya Rêbertî de cih digirt. Di nava saziyên PKK’ê de Komîteya Rêbertî heye, endamê vê yê xwezayî bû.

Heval Fuat bi wezîfeyê xebat nedimeşand. Bi berpirsyariya şoreşgerî xebat dimeşand. Xebata îdeolojîk û rêxistinî li ser vî bingehî dimeşîne û ev esas digirt. Yan di meqamekê de cih bigire yan jî bibe xwedî wezîfeyek, ji bo wî ne girîng bû. Ev helwesta wî gelek caran hatiye dîtin. Ji bo wî wezîfe girîng nebû.

Ev nêzîkatiya heval ji bo hin hevalên din jî dibû mînak. Mînak, di wê demê de gelek hevalên di komîteya jinûve sazkirinê de gotin, “pêwîst nake em di rêveberiyê de cih bigirin.” Mîna Nûda, Dogan hevalên piştre şehîd bûn, wiha bûn. Mesele, ji bo vê yekê me ji bo heval Viyan pir israr kir. Ji ber ku me dixwest hevalek ji Başûr di komîteya navendî ya partiyê de cih bigire. Lê wê jî ji bo cih negire, pir israr kir. Piştre me fêm kir ku dixwaze çalakiya fedayî, lewma naxwaze têde cih bigire. Difikire ku eger di rêveberiyê de cih bigire, nikare çalakiyê bike. Ji ber ku dixwest ji derve çalakiya fedayî bike. Yanî ruhekî wiha hebû. Ji bo pêşketina vî ruhî, rolê heval Fuat diyarker bû. Yanî xizmet lê li beramberî wê daxwaza tiştekê nekirin, esas digirt. Perspektîfa heval Hayrî Dûrmûş esas digirt û timî xwe deyndar hîs dikir. Heval Fuat bi vî rengî bû. Timî xwe li hemberî Rêbertî, şehîdan û vî gelî deyndar hîs dikir. Ji bo xwe tiştek nedixwest. Yanî ne derfetê jiyanê, ne madiyat. Ji bo xwe tenê derfetê xizmetê dixwest. Yanî ji bo bikare bixebite dixwest şert û merc bên afirandin.

LI DIJÎ XETA TASFIYEGER TIMÎ TÊKOŞIYA

Lewma hem ji bo avakirina PKK’ê xizmeteke mezin kir, bi roleke mezin rabû. Hem jî li dijî xeta tasfiyeger timî têkoşiya. Weke tê zanîn bi jinûve sazkirina PKK’ê re tasfiyeger hatin tasfiyekirin. Car din heval Fuat bi roleke pêşeng rabû. Tevî şert û mercên zehmet ên wê demê, bi pratîka xwe nîşan da ku çawa dikare li ser xeta Rêber Apo bibe rêveber û pêşengek. Nîşan da ku hevrêtî, piştevanî divê çawa be, rastiya PKK’ê divê çawa were temsîlkirin.

JI BO AVAKIRINA RUHÊ NETEWEYÎ ROLÊ WÎ PIR DIYARKER E

Weke kesekî ku di damezrandina PKK’ê de cih digire, rol û mîsyona Alî Haydar Kaytan a di nava rêxistinê de çibû?

Heval Fuat ji rola ewilî heya niha ji bo partîbûna me bi roleke girîng rabû. Piştî ku Rêbertî ji girtîgeha Enqereyê derket, difikire ku divê tevgerek were pêşxistin. Di sala 1972’yan de li Fakulteya Zanistanên Siyasî diçe cem heval Fuat û dibêje, dixwaze wî nas bike û pê re bibe heval. Rêbertî vê pêşniyarê dike. Xebata yekem a Rêbertî ya ji bo PKK’îbûnê. Heval Fuat jî gelek caran di çapemeniyê û dersên di perwerdeyê de dayî de vê yekê tîne ziman. Jixwe dema cara ewilî Rêbertî nas dike, pir jê bandor dibe. Li sûkê dimeşin. Diyar dike ku di vê meşê de axaftina destpêkê 3 saetan didome.

Dema em li dîroka berxwedanê ya li Kurdistanê dinêrin, em parçebûnê dibînin. Parçekirina li ser lehçeyên Kurdî Kurmancî, Kirmanckî-Zazakî, parçekirina li ser mezhebên Sunnî û Elewî, dîsa hewldanên parçekirina li dijî baweriyên cuda yên mîna Êzidîtiyê. Hate xwestin ku evane hemû weke hinceta parçekirina gelê Kurd, bên bikaranîn. Mixabin ji ber vê yekê carna di berxwedanan de bi rengekî hevpar tevnegeriyane. Lewma Rêbertî, weke hevalekî ji Dersimê û malbata wî ji qirkirinê rizgar bûyî û di beşê siyasî de dixwîne destpêkê bi heval Fuat re hevaltiyê pêş dixe. Armanceke mezin di vê yekê de heye. Armanca yekîtiya neteweyî, armanca bi dawîkirina hemû parçebûnên li Kurdistanê. Têkildarî vê yekê ji bo bidawîkirina hemû parçebûnên di civakê de û ji bo pêşxistina yekîtiya neteweyî ya li Kurdistanê û avakirina ruhê neteweyî, rolê heval Fuat pir diyarker e.

Ji destpêkê ve hevalekî xwedî giraniya siyasî û manewî. Ewilî naskirina Rêbertî ya heval Fuat, şansek mezin yan jî aqiltiyek mezin e. Li dijî hemû parçebûnan bajarek mezin, li dijî van parçebûnan astengiyeke mezin bû. Em dikarin bêjin ku qasî heval Fuat ti kes nîne ku cewherê netewbûna xwe dihilgire. Wî pir ji kûr ve netewbûn temsîl dikir û jiyan dikir. Ti kes nikare netewbûnê ev qas bi cewher di xwe de bide jiyîn. Sekneke wiha hebû. Ev sekna heval Fuat hemû helwestên cihêkar, tune kir. Ne tenê carekê, gelek caran ev helwest pêş ketin û di her carê de heval Fuat li dijî van bû bend. Di vê mijarê de jixwe heval Fuat mîna partiyê bû. We nedikarî wî û PKK’ê ji hev qut bikin. We nedikarî wî û Rêbertî ji hev qut bikin. Di şexsê PKK’ê de yekîtiyeke neteweyî ya demokratîk hate avakirin. Hemû mezheb, bawerî û lehçe hembêz kirin û veguherand neteweyekê. PKK’ê netewbûna di xwe de dayî destpêkirin, wiha belavî civakê kir. Di vê yekê de rolê heval Fuat pir diyarker e. Têkildarî vê yekê heval Fuat pêşeng e. Wê di siberojê de jî vî rolî bilîze. Ev rolê wî dê ji dîrokê re bibe mal. Em çiqasê hurmet nîşan bidin jî, li pêş keda wî kêm dibîne. Hemû gelê me çiqas hurmetê nîşan bide, ewqas di cih de ye. Ji ber ku bi rastî jî heval Fuat di vê mijarê de bi roleke mezin rabû.

Wê dewam bike…