Turkdogan careke din ji bo Serokatiya Giştî ya ÎHD’ê hat hilbijartin

Turkdogan careke din ji bo Serokatiya Giştî ya ÎHD’ê hat hilbijartin

Di Kongreya 17. a ÎHD'ê ya Asayî de, Ozturk Turkdogan careke din ji bo serokatiya giştî hat hilbijartin.

Ozturk Turkdogan di Kongreya ÎHD'ê ya dawiya vê hefteyê de dengê 180 delegeyan gir û jinûve ji bo serokatiya ÎHD’ê hate hilbijartin.

Turkdogan da zanîn ku nîvê desteya rêveberiyê hatiye nûkirin û got, "Di kongreyê de ji bo pêkanîna hevserokatiyê ya di şaxan de biryar hatiye girtin û ev biyar dê di nava du salan de bikeve meriyetê."

Turkdogan da xuyakirin ku Kongreyê biryara avakirina ‘Federasyona Mafê Mirovan’ a navendî ya Rojhilata Navîn jî girtiye. Turkdogan da zanîn ku di serî de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ew ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên Tirkiyeyê dest bi kampanyayê dikin. Turkdogan destnîşan kir ku ji bo piştgiriya penaberan jî biryara avakirina weqfekê girtine. Turkdogan anî ziman ku desteya nû ya rêveberiyê ku 35 kesî pêk dihat nîvê endamê wê guherîne. Tê payîn ku di demeke nêz de encamnameya kongreyê bê weşandin.