Temellî: Em bi hev re tevger bikin, em ê dawî li zilmê bînin

HDP, ji bo Destûra Bingehîn a Demokratîk, Paketa Darazê û Îtifaqa Demokrasiyê dest bi hevdîtinan kirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Em ê bi hev re dawî li zilmê bînin” û bang kir.

Heyeta bi pêşengtiya Hevserokê Giştî Sezaî Temellî pêk tê, di çarçoveya hevdîtinên Destûra Bingehîn a Demokratîk, Paketa Darazê û Îtifaqa Demokrasiyê serdana Navenda Giştî ya KESK’ê kir, bi Serokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk û rêveberên KESK’ê re civiya.

Bozgeyik ê di civînê de axivî diyar kir ku desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ‘darbeyeke siyasî’ ye, anî ziman ku wê têkoşîna demokrsiyê bilindtir bikin.

Temellî di civînê de bal kişand ser van xisûsan û ev got:

“Em li Tirkiyeyê bi darbeyeke sivîl re rû bi rû ne. Rejîmeke otorîter û dewleteke ku aqilê xwe winda kiriye, dewleteke ku destûra bingehîn nîne û li gorî ku dewletekî ku destûra bingehîn heye tevger dike. Li pêşberî me dewleteke ku ji hûqûqê dûr dikeve û dikeve pey saziyên demokratîk îstifa bike. Em li welatekê wilo dijîn mijara mafê mirovan û demokrasiyê çareser nabin.

Vîna gel û encama sindoqan napejirîne, qeyûmên ku demek dirêje van bajaran bi rêve birin, dîsa bi qeyûman dixwazin rejîma xwe li ser me bisepîne. Em dibînin di Rewşa Awarte de bi isra in, di qeyûman de bi israr in. Ev rewşa nikarin bi rê ve bibine.Dema ku dîtin nikarin bi rêve bibin her cûre şidetê li ser civakê disepîne.

Qeyûm şidet e, em şidetê napejirînin. Daxwaz dikin ku demildest divê hevalên me vegerin ser erka xwe. Divê ji biryara ku sûc e vegerin. Ne tenê em her kesên li Tirkiye vê dixwaze. Îro li Kolanan bi milyonan kes vê dibêje. Her roj li kolanan çalakî tên kirin. Ev ne tenê çalakiya HDP’ê ye. Li her devera Tirkiyeyê kesên xwedî wijdan li dijî vê biryarê nerazî ne. Ji ber ku em nerazîbûn nîşan nedin, wê Tirkiye hemû bi qeyûman bên birêve birin.

Îro ku bi qeyûman şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatine desteserkirin, ti garentiya ku ji bo Îzmîr, Stenbol û Antalyayê nîne ku bi qeyûman neyên desteserkirin.

Dosyayeke me heye. Ev dosya banga têkoşîna demokrasiyê ye. Di vê dosyayê de di mijara Destûra Bingehîn de metna me ya stratejîk heye. Ev metna stratejî, li ser bingehê welatîbûneke wekhev, li gel destûra bingehîn a demokratîk wê bidome.

Divê ev welat êdî destûra xwe ya bingehîn binivse. Divê kedkarên Tirkiyeyê destûra xwe ya bingehîn binivsîne. Divê gelên li vî welatî destûra xwe ya bingehîn binivsînin.Kurd, Tirk, Ermenî, Suryanî… 72 milet bi hev re divê destûra xwe ya bingehîn binivsîne, li ser bingehê gelên wekhev bên ba hev.

Yek ji rêya dawîkirina zilmê jî aqileke siyasî, aqileke hevpar ê em bikarin bi hev re bijîn, dixwazin aqileke dewletê yê kolektîv ava bikin. Aqilê dewletê ne tişteke ku hinek bi kêfa xwe tiştan bike ye. Aqilê dewletê aqilê kolektîf ê civakê îfade dike. Dewlet yekbûna hemû saziyan e. Divê em aqilê kolektîv ava bikin.

Yek ji rêya dawîkirina vê darbeyê ji beriya her tiştî bi bilindkirina têkoşîna demokrasî û kedê re derbas dibe. Îro herî zêde yên behra xwe ji vê zilmê û şidetê digirin kedkar in.

Qeyûm dizî û gendelî ye. Çavkaniyên girêdayî gel desteser dikin. Ev mafê gel in. Ji bo destesernekirina mafên gelan divê hemû kedkar, jin û beşên Tirkiyeyê bên ba hev. Divê têkoşîna destûreke bingehîn bidin, têkoşîna darazeke serbixwe bidin.

Em dixwazin zemîneke yê muzakereyê çêbibe. Dema ku bi faşîzmê re têdikoşin, her kesên ku di bin zextên faşîzmê de ne, her kesên di bin vê faşîzmê de dijîn re baxivin, pêvajoyeke ya muzakereyê bidin destpêkirin. Bi hêvîne ku ev hevdîtin bibe wesîleya pêkanîna daxwazên me.”

Piştre Temellî bersiva pirsên rojnamevanan da.