Şervanê YPG’ê Abdullah li Pirsûsê hat defnkirin

Şervanê YPG’ê Abdullah li Pirsûsê hat defnkirin

Şervanê YPG’ê Xelîl Abdullah (Sabrî Ahmed) ê ku di şerê li Kobanê de jiyana xwe ji dest da li Pirsûsê spartin axê.

Li Kantonê Kobanê ya Rojava şervanê YPG’ê Xelîl Abdullah (Sabrî Ahmed) di şer û pevçûnên di navbera YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Pirsûsa Rihayê bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê Abdullah ji morga Nexwaşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji aliyê sedan kesan ve hat girtin û bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwadana Kobanê” û “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” birin goristana navçeyê. Hevseroka Meclîsa Gel a Kontona Kobanê Ayşe Efendî, Hevseroka Zagonsaz a Kontona Kobanê Feyziye Abdî û endamên Dayikên Aştiyê yên Wanê jî tevlî merasîma cenaze bûn. Welatiyan cenazeyê Abdullah, bi rengên kesk, sor, zer û ala PKK’ê hat xemilandin û bi berz kirina dirûşmeyan anî goristanê. Di serî de li goristanê nimeja cenaze hat kirin. Piştî nimejê cenaze bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” spartin axê.

Li ser gorê welatiyan dua xwandin û ji bo cangoriyên ku di riya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê MEYA-DER’ê Medenî Aktar axivî û got ku tu mafên wan li ser şervanên ku jiyana xwe ji dest dane tune ye û wiha pêde çû: “Bila ew cangoriyên me yên ku ji bo me jiyana xwe di vê rêyê de ji dest dane heqê xwe li wan helal dikin. Ji ber ku tu mafên me li ser wan tune ye.”

Piştî axaftina welatî ji goristanê derketin. Dayikên Aştiyê Wanê çûn serdana birîndarên li Nexwaşxaneya Dewletê ya Pirsûsê tên dermankirin.