Schieder: Kobanê sembola têkoşîna mirovahiyê ye

Schieder: Kobanê sembola têkoşîna mirovahiyê ye

Hefteya buhrî ji Awûstûryayê heyetek çû Pirsûsê û Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrat (SPO)  Andreas Schîeder ku di heyetê de cih girt çavderiyên xwe ji rojnameya ‘Wîener Zeîtung’ re nivîsî. Schieder,  da zanîn ku Kobanê sembola têkoşîna demokrasî û mirovahiyêye ye.

Heyeteke ku ji Awûstûryayê ji bo ku geşedanên li Kobanê di cih de bişopîne û bi DBP û HDP’ê re hevdîtinan bike hefteya bUHrî çûn Pirsûsê.  Serokê Partiya Sosyal Demokrat (SPA) Andreas Scîeder ji bo ronameya Wîener Zeîtug nêrînên xwe nivisî.

Schieder da zanîn ku ew bi rêzdariyek mezin a li dijî Kurdan veqetiyane û got ku li herêmê tenê Kurd li dijî çeteyan têdikoşin û wiha got: “Mirovên li wir dijîn hewcedariya wan bi piştevaniya me heye. Li gorî mirovên wir şerê li Kobanê di pirsgirêka Kurd de xwedî roleke mezin e. Her wiha ev têkoşîna mirovahî û demokrasiyê ye. Me li wir çîrokên mirovahiyê yên gelek trajîk guhdar kir.

Meclîsa Awûstûryayê çend hefte berê ji bo alîkariya bê kirin hat xwestin li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê korîdor bê vekirin. Bi vê korîdorê tenê hewl tê dayîn ku hewcedariya Kobanê bê dayîn. Divê YE û NY’ê bi vê mijarê re ji nêz ve eleqeder be. Ez hêvîdar im bi saya me Awûstûrya li dijî têkoşîna DAIŞ’ê zêdetir piştgiriyê bide.”