ROJEVA 23'Ê TEBAXA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Tebaxa 2019'an.

- Çalakiyên şermezarkirina desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê wê bên şopandin.

- Endamê Herêma Rojava ya PYD'ê Elî Omar diyar kir ku hêz û saziyên navneteweyî divê êdî sînorekî deynin ber hikumeta Erdogan û got, "Divê êdî bi sînorê xwe zanibe. Divê Erdogan nikaribe her tişta ku dixwaze bike."

- Hevseroka Partiya Çep Katja Kipping bêdengiya hikumeta Elman a li pêşberî desteserkirina şaredariyên HDP'î bi gotina 'rezalet' pênase kir û ji Wezareta Karên Derve xwest ku bang li Sefîrê Bilind ê Tirk ê li Berlînê bike.

- KON-MED ji bo meş û mîtîngên Şemiyê yên li Elmanyayê banga tevlîbûnê kir.

- Kaptana Elman Pia Klemp ku ji ber rizgarkirina penaberan li Derya Spî li Îtalyayê tê darizandin, ji bo xelata Şaredariya Parîsê ya ku dixwest bidin wê got, "Pêwîstiya min bi xelatên we nîne" û red kir.

- Dîdar Andok ku bi şervaniya xwe, bi dilnizmî û coşa xwe bandor li hevalên xwe yên gerîla hemûyan kir, di 1'ê Gulana 2019'an de tevlî karwanê şehîdan bû.

- Daristanên Amazonê ku weke 'cîgera dinyayê' tên pênasekirin û nahêlin ku bi sed milyaran ton karbondîoksît li atmosferê belav bibe, bûye 15 roj in dişewitin. Civaka navneteweyî ji vê yekê gelekî bi fikar e.