Rejîma AKP'ê li Atîna û Sydneyê hate şermezarkirin
Desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li Atîna û Sydneyê hate şermezarkirin.
Desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê li Atîna û Sydneyê hate şermezarkirin.
Li paytexta Yewnanîstan Atînayê li dijî desteserkirina şaredariyan standa agahdarkirinê hate danîn û çalakiya nobedê dest pê kir. Çalakî li meydana Syntagmayê pêk tê.
Ji çalakgeran Şerzan Amed li qada çalakiyê axivî û diyar kir, ku polîtîkaya dewleta Tirk a ji bo tinekirina gelê Kurd didome û êrîş li destketiyan hemûyan tê kirin.
Amed bal kişand ser desteserkirina şaredariyên HDP'î û got, "Em ê vê yekê qebûl nekin û em ê têkoşîna xwe her bidomînin."
SYDNEY
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdan tevî dostên xwe bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) çalakiyek pêk anîn.
Girseya gel li Hyde Park Northê li hev kom bûn û heta meydana Town Hallê meşiyan. Di meşê de bi qîrîna dirûşman qeyûm û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan hatin şermezarkirin.