Piştî karaseta keştiyê xebatên lêgerînê didomin

Piştî karaseta keştiyê xebatên lêgerînê didomin

Li Stenbolê, li ber devê Derya Reş keştiya penaberan qulipî û di encamê de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, 12 kes jî winda ne.

Keştiya ku diçû Bulgarîstan an jî Romanyayê saet di 06.00’an de qulipî. Hat ragihandin ku masîvanan saet li dora 08:30 bi bûyerê hesiyane. Hat ragihandin ku yên di keştiyê de bi qasî 2 saetan soberî kirine.

Fermandariya Ewlehiya Peravê da zanîn ku 7 kes bi saxî hatine rizgarkirin û 24 kes jî mirine. Xebatên lêgerînê didomin.