'Penêr êdî mîna berê têra debara mirovan nake'

Penêr ku di nava xurekên çanda Kurd de yek ji berhemên herî girîng e, di dema dawî de buhayê xwe gelekî zêde bûye. Hilberînerên penêr dibêjin, penêr êdî mîna berê çavkaniya debarê nîne.

Ji bo Kurdistaniyên li Bakur penêr ne tenê xwarinek li taştê ye, di heman demê de mîrateyeke çandê ye. Ji ber şert û mercên avhewayê yên Kurdistanê, xwedî çandeke penêr in. Tevî vê yekê jî karê xwedîkirina sewalan ku çavkaniyeke girîng a li Bakurê Kurdistanê ye êdî ji holê radibe. Buhayê êm, ka timî zêde dibe, lewma hilberîner zehmetiyê dikişînin ku bikirin. Xwediyên heywanan jî ji ber vê yekê nikarin çêlekên şîr xwedî bikin.

Ji ber kêmbûna şîr buhayê penêr jî heta 20 ji sedî zêde bû. Vê yekê bandor li penêrên koçeran jî kir. Kîloyek penêr ku meha Hezîranê 24 TL bû di destpêka meha Tebaxê de bû 30 TL. Kêmbûna şîr kir ku buhayê rûn û mast jî zêde bibe.

'DIVÊ PIŞTGIRÎ JI KARÊN ÇANDINÎ Û XWEDÎKIRINA HEYWANAN RE BÊ PÊŞKÊŞKIRIN'

Malbata Yavûz ku li gundên li navenda Bedlîsê koçeriyê dike diyar dike, ku ji Sêrtê heta Bedlîsê wan heywanên xwe çêrandine û penêr amade kirine. Ayşe Yavûz got, ew êdî mîna berê nikarin xwe bi penêr xwedî bikin û got, "Êm ê heywanan buha bûye. Par em neçar man ku pênc çêlekên xwe bifiroşin. Ji ber vê yekê em ji çêlekên mayî şîr didoşin û penêr amade dikin. Ev yek jî dibe sedem ku buhayê penêr zêde bibe. Mirov bi mafdarî naxwazin penêr bikirin."

Esnafên li Bazara Jinan a Fatîhê ya li Stenbolê diyar kirin ku zêdebûna buhayê penêr bandoreke mezin li firotina penêr kiriye. Esnafan gotin, "Ji ber ku bi têrkerî girîngiyê nadin çandinî û sewalkariyê ev yek bandorê li gel hemûyan dike. Em penêrên ji Bedlîs, Sêrt, Wan, Amed, Îzmîrê tên difiroşin. Penêrê ku berê timî li sifreya me hebû niha em tenê dikarin tehm bikin. Bûye xwarineke luks ku bi destê her kesî nakeve."