Pedal ber bi Kobanê vegeriyan
Pedal ber bi Kobanê vegeriyan
Pedal ber bi Kobanê vegeriyan
Burak Çiftçi'yê ku bi bisîkletê xwe ji bo naskirina mutbexên cuda derketibû rê li hemberî berxwedana Kobanê xemsar nema û pedalên xwe ber bi Kobanê ve gerand. Çiftçî ragihand ku rojavayê Tirkiyeyê zêde ji Kobanê haydar nîne û wiha domand: "Li vir berxwedanek mezin heye"
Berxwedana Kobanê di 50'î rojiya xwe de her ku diçe mezin dibe û didome. Her wiha ev berxwedan bala gelek derdoran dikîşine û bandorek mezin li ser wan dike. Burak Çiftçiyê ku beriya niha ji bo nasandina aşxaneyên cuda ji Stenbolê derketibû rê li hemberî berxwedana Kobanê xemsar nema û berê bisîkiletê xwe da Kobanê.
Çifçi yê ku heya niha bi bisîkletê xwe li Ege û Derya Spî geriya, di 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de beşdarî çalakiya li gundê Mehserê yê Pirsûsê bû. Çiftçî got ku ew 50 roj in pedal lêdide û li gelekî deveran geriyaye û herî dawî jî biryar daye ku bê Pirsûsê û piştgirî bide berxwedana Kobanê.
Çiftçî ragihand ku di gera xwe de wî çavdêrî kiriye ku gelek kes ji berxwedana Kobanê haydar nînin û got ku di gerên xwe de berxwedan aniye rojevê û bi gelek kesan re parve kiriye. Çifçî wiha got: "Qebûl nakin ku her roj li vir mirov jiyana xwe ji dest didin. Dibe ku hîn li Ege û Derya Spî mirov dikevin behrê lê li vir di çavên mirovan de xemginî û rondik hene." Çiftçî ragihand ku di xemsariya li hemberî berxwedana Kobanê de para çapemeniyê zêde ye û wiha domand: "Van deran cuda radigihînin. Wekî ku têkoşîna gelê Kurd û PKK'ê tenê li hemberî Tirkiyeyê be didin nîşan. Lê li vir têkoşînek heye û zarokên vir zarokên şer in. Kurdan li gel hemû tiştî ti carî nasnameya xwe înkar nekirin."