Parka Jinan li ber qedandinê ye

Parka Jinan li ber qedandinê ye

Şaredariya Îpekyolu ya Wanê projeyên taybet ên ji bo jinan pêş dixe û dixe meriyetê. Piştî Parka Canan Saldik, Desteya Jinan û Meclîsa jinan, vê carê jî li navendê ji sedî 70’yê Parka Jinan qedandin.

Şaredariya Îpekyoluyê ya Wanê projeyên nû dixe pratîkê. Şaredariya Îpekyolu ya ku bi xebatên ên taybet ên ji bo jinan derdikeve pêş, piştî xebata Parka bi navê Canan Saldik a ku di 16 saliya xwe de, di dema pîknîkê de bi guleya leşkeran hate qetilkirin, vê carê jî parkeke taybet ji bo jinan çêdikin.

Xebatên Parka Jinan a li beramberê Dibistana Amadeyi ya Pîşkeyî û Teknîkî ya Şerefiyeyê ye, ji sedî 70 temam bûye. Hate diyarkirin ku wê park di meha pêş de bi dawî bibe.

Alîkara Hevşaredara Îpekyoluyê Nermîn Unat û Rêvebera Park û Baxçeyan a Şaredariya Îpekyoluyê Esmer Kara li parkê lêkolîn kirin. Unat diyar kir ku park dikare weke herêmeke civakî bê bikaranîn û got ku wê ev park tenê ji bo jinan be. Unat da zanîn ku li parkê cihê mijandina zarokan û bêhnvedanê hene.