Nûnerên saziyên Kurd bi wekîlê SPD'yî Merz re rûniştin
Nûnerên saziyên Kurd bi wekîlê SPD'yî Merz re rûniştin
Nûnerên saziyên Kurd bi wekîlê SPD'yî Merz re rûniştin
Nûnerên NAV-DEM û YXK'ê, bi wekîlê SPD'ê yê Eyaleta Hessenê Gerhard Merz re hevdîtin kirin. Nûnerên saziyên Kurd xwestin, hikûmeta Elman alîkariya însanî bide Kobanê ya rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê tê û qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê rake.
Di roja 50. a berxwedana şervanên YPG/YPJ a li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê de, saziyên Kurd ên li Elmanyayê, ji bo destekkirina berxwedana Kobanê hewldanên xwe yên dîplomatîk dewam dikin.
Herî dawî nûnerên Navenda Civaka Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bi endamê SPD hevparê hikûmeta federal parlamenter Gerhard Merz re hevdîtin kirin. Di hevdîtina li buroya partiyê ya Merz a li Giessenê de, berxwedana şervanên YPG/YPJ a bi hefteyan e li Kobanê dewam dike, hat vegotin.
Nûnerên saziyên Kurdan dan xuyakirin ku li gel hebûna nifûseke zêde ya Kurdan a li Elmanyayê jî hikûmeta federal li pêşberî şerê li Kobanê bêdeng e û xwestin, ji Kobanê re bi her awayî alîkariya însanî û çekan bê kirin. Nûneran xwestin ku Elmanya ambargoya çekan deyne ser Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê ku destekê didin DAIŞ'ê.
Nûnerên saziyên Kurd diyar kirin ku divê qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê bê rakirin û destnîşan kirin ku divê hikûmeta federal tevkariyê li pêvajoya çareserî û aştiyê bike.