Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Hikumeta Elman a Federal ragihand, ji bo 35 DAÎŞ'iyên welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne bînin Elmanyayê, ew hemû alternatîfan dinirxînin. Dibe ku Xaça Sor jî ji bo DAÎŞ'iyan bikeve dewrê.

Gerîlayên HPG/YJA Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Li Elmanyayê zêdetirî 70 saziyên civaka sivîl, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û akademîsyenan gotin, "Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku roja 1'ê Kanûnê li ber qedexeya li ser PKK'ê rabin."

''Şanazî û rûmeteke mezin e ku mirov hevrêyê mirovekî mîna hevrê Hakî be. Çi tiştek ji vê ne hêjatir e ku mirov hevalê şoreşger, mirovekî mîna hevrê Hakî be. Hevalên wiha, hevrêyên wiha nabin nesîbê her kesî''.

YPG’ê nasnameya 10 şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de li Dêra Zorê û şervanekî li Holê di encam êrîşekî sekvaniyê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Nûnerê Herdemî yê Sûriye yê NY’yê Caferî anî ziman ku divê Tirkiye hêzên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne. Bal kişand ku Tirkiye çekên kîmyewî dane komên bi çek ên li Helebê çekên bi kîmyewî bikar anîne.

YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan li navçeya Cindirêsê ya Efrînê di çarçoveya Berxwedana Serdemê de 2 çeteyên dagirker kuştine.

Sefîrê Bilind ê Îngilîstanê yê ji bo Yemenê got, danûstandinên aştiyê wê hefteya bê li Swêdê dest pê bikin.