Danûstandinên li ser Yemenê hefteya bê dest pê dikin

Sefîrê Bilind ê Îngilîstanê yê ji bo Yemenê got, danûstandinên aştiyê wê hefteya bê li Swêdê dest pê bikin.

Sefîrê Bilind ê Îngilîz Mîchael Aron, ji berdevkê raperînerên Hûsî yên Şîa Mûhammed Abduselam re twîttek nivîsî û diyar kir ku ji bo çûyîna Swêdê rezervasyon çêkiriye. Aron got, "Li bendê me ku delegasyona we bibim wê derê."

Aron diyar kir, danûstandin wê hefteya bê li Swêdê dest pê bikin û got, "Çareseriya siyasî rêya pêşveçûyînê ye."

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Yemenê dîplomatê Îngilîz Martîn Grîffîths ev çend hefte ne ji bo jinûve destpêkirina pêvajoya aştiyê hewl dide. Beriya niha hatibû plankirin ku danûstandin li Cenevreyê bên kirin, lê bêyî dest pê bikin têk çûbûn. Hûsî, ji ber ku garantiyeke pê bawer ji wan re nehate dayin, ji Yemenê nekarîbûn derkevin.

Piştî ku Adara 2015'an paytext Sana kete destê milîsên Hûsî yên Şîa, Erebîstana Siûdî jî di nav de şerekî giran ê navxweyî rû dabû û heta niha zêdeyî 10 hezar sivîl ji ber şer mirine. Di nava 4 salên bihurî de bi hezaran mirovî ji ber nexweşî û şewbê mirin, bi milyonan mirov birçî man.

Saziya civaka sivîl a bi navê Save The Chîldren ku mafên zarokan diparêze, beriya niha bi demeke kin raporek eşkere kiribû û işaret bi rewşa zarokan a ketine bin bandora şerê navxweyî yê li Yemenê kiribû. Di raporê de hate ragihandin, ji Nîsana 2015'an heta Cotmeha 2018'an tê texmînkirin ku li Yemenê 84 hezar û 701 zarokên kêmî 5 salî ji ber birçîbûn an jî nexweşiyê mirine. Rewşa li Yemenê ne tenê ji bo zarokan, ji aliyê giştî ve jî mîna felaketekê ye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li wê derê girantirîn krîza însanî heye. Nîvê nifûsê, yanî 15 milyon Yemenî di rewşeke metirsîdar a xelayê de ne.