Caferî: Tirkiye çekên kîmyewî dane komên biçek!

Nûnerê Herdemî yê Sûriye yê NY’yê Caferî anî ziman ku divê Tirkiye hêzên xwe yên li Sûriyeyê vekişîne. Bal kişand ku Tirkiye çekên kîmyewî dane komên bi çek ên li Helebê çekên bi kîmyewî bikar anîne.

Nûnerê Herdemî yê Sûriye yê NY’yê Caferî anî ziman ku eger ku dixwazin çareseriyekê ji bo Sûriyeyê pêk bînin divê Tirkiye hêzên xwe yên li welat vekişîne. Caferî ragihand ku Tirkiye çekên kîmyewî dane komên bi çek ên li Helebê çekên bi kîmyewî bikar anîne.

Nûnerê Herdemî yê Sûriye yê NY’yê Beşar Caferî yê di hevdîtinên Sûriye ya li Astanayê de axivî, got: “Tirkiye li şûna bi çekên sivik erka xwe ya polîsiyê bi cih bîne, ji bo bajarên dikevin bakurê Sûriyeyê bi çekên giran û leşkeran tije kiriye. Li bajarên Sûriyeyê alên Tirkan tên rakirin. Ev kiryarên Tirkiyeyê bi awayekî ber  bi çav wateya êrîşkariyê ne.

Caferî bibîr xist ku rewşa Îdibê ji ber Tirkiyeyê her diçe xirab dibe, anî ziman ku Tirkiye li vir erka dikeve ser milan bi cih naîne.

 ‘EGER VENEKIŞIN, WÊ RÊYÊN CUDA BÊ DÎTIN!’

Caferî yê têkildarî hêzên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê jî axivî, diyar kir ku eger bi rêyên dîplomatîkî Tirkiye hêzên xwe yên li welat venekişîne, wê Şam serî li rêyên cuda bide.

Caferî bibîr xist ku Tirkiye li gorî li hevkirina Soçî diviya bû bi erka xwe ya vekişandina çeteyan a li Îdilibê bikara, lê vê nake û got: “Ji ber vê yê hê jî terorîst li Îdlibê binpêkirinên xwe diomînin. Wan baweriya bi Tirkiyeyê ya me da kêmkirin.”

‘TIRKIYE ÇEKÊN BI KÎMYEWÎ DANE…’

Caferî bi domdarî got: “Tirkiye bi rêya rêxistinên  terorî li Helebê çekên bi kîmyewî bikar anî.” zêdebûn aloziya li Helebê tê wateya nepêkanîna berpirsyartiyên li Soçiyê hatine girtine.

Caferî got: “Niha şensê Tirkiyeyê heye ku hêzên xwe 20 kîlometreyan paşve vekişîne.” Caferî diyar kir ku êrîşên bi çekên kîmyewî yên ji aliyê terorîstan ve li Helbê hatin bikaraîn di serî de ji aliyê Tirkiye û hêzên biyanî ve tê destekkirin. Caferî wiha nirxand: “Eger teroîstan ji aliyê hêzên tên destekkirin û tên kontrolkirin ve bikaranîna çekan nehatiba erêkrin, wan nedikarî çekên kîmyewî bikar bîne. Em baş dizanin kê çekên bi kîmyewî dane wan. Di serî de behsa Tirkan dikim.”

 ‘TIRKIYE DIVÊ HEMÛ HÊZÊN XWE VEKIŞÎNE’

Caferî da nîşandan ku li gorî lihevkirina Soçiyê Tirkiye wê li herêmê 12 nuqteyên kontrolê ava bikira û wê çekên sivik bikar bianîba û got: “ Li şûna vê 11 hezar kesên bi çek şande Sûriyeyê. Niha leşkerên Tirk li gelek bajarên welat bi cih bûne. Ev erkên xwe yên polîsî ankin, çekên giran û helîkopterên wan hene.”

Caferî ev hişyarî kir: “Tirkiye eger dixwaze alîkariya Sûriyeyê bike, divê hemû hêzên xwe vekişîne. Di serî de divê hêzên xwe yên nerewa ketine xaka me vekişîne..”  her wiha Caferî bibîr xist ku divê DYA û Fransa jî hêzên xwe yên li hinek herêman bi cih bûne jî vekişînin.”

Nûnerê Herdemî yê Sûriye yê NY’yê Caferî da xuyakirin ku wê guşarên Rojava yên li ser Şamê jî rakin û ji bo vegera koçberan jî alîkarî bike.