Got 'Ev heval, hevalê Hakî ye' û çû..

''Şanazî û rûmeteke mezin e ku mirov hevrêyê mirovekî mîna hevrê Hakî be. Çi tiştek ji vê ne hêjatir e ku mirov hevalê şoreşger, mirovekî mîna hevrê Hakî be. Hevalên wiha, hevrêyên wiha nabin nesîbê her kesî''.

Endamê Koseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû, têkilî malên komun ên li Dîlok-Edeneyê, rol û giringiya Hakî Karer di nav rêxistinê de, li ser qetilkirina Karer, merasîma cenazeyê Hakî û derbarê têkiliya Hakî Karer û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Endamê Konseya Rêveber a  KCK'ê Mustafa Karasu têkilî malên komun ên li Dîlokê got, ji bo wan malên perwerde û nîqaşê bûne, xwendin û nîqaşên li van malan hatine kirin ti demeke dî çênebûne û domand, ''Di vê mijarê de jî hevrê Hakî û Kemal pêşengî dikirin. Pir dixwendin. Jixwe Kemal dema ku pirtûkek derdiket wî peyda dikir û dixwend. Hakî her wiha diçû malên komûn û perwerde dida.''

Karasû dibêje Kemal tim propagandîst bû, tim perwerdekar bû, li ser Hakî Karer jî dibêje, li malên komun Hakî Karer kar rê ve dibir û ev al cihê perwerdehiyê bûne. Karasû bi domarî dibêje, ''Tim nîqaş çêdibûn, ji ber ku wê demê wê demê pirsa netewî pir dihate nîqaşkirin. Girîng bû bê ka têkoşîna pirsa netewî li Kurdistanê, Tirkiyê wê çawa were rêvebirin, ev girîng bû. Ji ber ku bi çepa Tirk re nîqaş girîng bû. Ji ber ku me grûba Apoger rêxistinî û têkoşîna cihê diparast. Ew jî li dijî têkoşîn û rêxistiniya cihê bûn. Ji bo vê jî di navbyena me de têkoşîneke îdeolojîk hebû.''

Karasû bi domdarî wiha dibêje, ''Têkoşîna îdeolojîk jî bi qasî têkoşîna dijî faşîstan diviya bibûya pêşeng. Grûba Apoger ev herdu jî dikirin. Gotina, ''Apogeran nîqaş nedikirin, fikra xwe bi zorê didan qebûlkirin'' ne rast e. Ti têkiliya vê bi rastiyê re tine. Têkoşîneke giran a îdeolojîk hatiye dayin. Dema ku têkoşîn hatî kirin jî bi helwesteke milîtanî hatiye kirin. Axaftin, şêwaz, têkilî û meşa wan bi xwe jî bi milîtanî bûye.''

Karasû bi domdarî got li Dîlokê, demên pêşî çi kesê ku tevlî têkoşînê hatiba kirin keda Hakî Karer li ser wan heye, li ser ciwan, yixtiyar, jin, karkeran jî keda wî hebû û got, ''Jixwe berpirsê Dîlokê bû, ê ku rêxistinî dikir, rê ve dibir û plansazî dikir ew bû. Çalakî be plansaziya wê wî dikir. Perwerde wî amade dikir. Çarçoweya ajîtasyon û propagandayê wî amade dikir. Ji bo vê jî di tevlêkirina gelek ciwanan bandora hevrê Hakî pir zêde ye. Bêguman bandora Kemal jî li ser ciwanan pir bû lê ew tim li Dîlokê nedima. Diçû qadên din jî.''

Karasu her wiha diyar dike heke Hakî Karer zû şehîd neketa geşedanên li Dîlokê wê meztir bûna.

Karasû li ser şehadeta Hakî Karer dibêje, ''Alaattîn Kapan li Dîlokê Hakî Karer qetil kir lê hê dema ku li Edeneyê dixebitî Alaattîn Kapan Hakî Karer kiriye hedefa xwe'' û wiha pê de diçe, ''Hakî Karer qedroyê pêşeng ê grûba Apoger ê Edene ye. Karakterê wî bandorê li mirovan dike,di nav çepa Tirk de hurmetek jê re tê nîşandan, bandorê li ciwanan dike. Ev rewş xebatên Alaaatîn Kapan ên li Edene teng dike, sînordar dike. Alaattîn Kapan dibîne ku karakter, hêza ramanê, zanîna îdeolojîk û terorîk û asta nîqaşê ya Hakaî Karer wê rêxistiniya Apoger li nav Kurdan zêde bike, ji bo vê jî hê li Edene dike hedefa xwe. Alaattîn Kapan wê demê heval Hakî Karer dike hedefa xwe. Piştî nîqaşekê bang li Hakî Karr dike ku li derve pev biçin. Duelloyê dixwaze. Alaatîn Kkapan hê wê demê dixwaze heval Hakî Karer qetil bike. Hin derdorên şoreşger, km dikevin navberê û pêşî lê tê girtin ku pevçûn li derve bibe û bikeve rengekî dî. Ji vê hêlê ve qetilkirina Hakî Karer bi zanebûn e, li Edeneyê bi ser nakevin ku vê qetlê bikin.''

Karasû bi domdarî diyar dike, piştre rêxistin Hakî Karer dibe Dîlokê, wê demê tê fêhmkirin ku Alaattîn Kapan berpirsê Dîlokê û Edene yê rêxistina bi navê ''Beş Parçaci'yan e, li Dîlokê jî li Hakî Karer rast tê, berê çawa ku li Edene ew kiribû hedefa xwe, li vir jî Dîlokê jî kemînê datîne. Karasû dibêje Alaattîn Kapan ji bo ku di nav komployê û provakasyonê de bû, rojekeê ku li cihekî ku Hakî Karer lê nebûye, bi hin kesên nav komê de nîqaşê dike û dema nîqaşê Alaattîn Kapan dibêje, bila berpirsê we were, ango li platformeke berfirehtir nîqaşê ferz dike, li gel ku Hakî Karer naxwaze bi Alaatîn Kapan re nîqaşê bike jî, hin kesên ku guh nedane vê nêzîkatiyê û biryarê randevûyê eyar dikin, dema ku diçin cihê randevûyê jî Alaattîn Kapan ne li wir e, ji koma wî hin kes hene. Ew kesên  ji koma Alaattîn Kapan dibêjin, ew hatine nîqaşê, dixwazin nîqaşê bikin, Hakî Karer jî dibêje, ew ê bi berpirsê wan re nîqaşê bike, randevû wiha hatiye dayîn, Kapan jî ji dûr ve li wan dinere, wê demê nîqaş çêdibe, dibe pevçûn, di pevçûnê de çekek diteqe û Hakî Karer li wir şehîd dikeve.

Têkilî merasîma cenazayê Hakî Karer Karasû van agahiyan dide: ''Nêzî 30 heval tevlî merasîma cenazae bûbûn. Heval Abbas, Muzaffer Ayata, birayê hevrê Hakî Bakî, Kesîre, Kamilê Sirûcî, ne şaş bim Yilmaz Çinar jî hebû. Hevalên li Enqerê zêde hatibûn. Helbet diviya li ser cenaze axaftin bihata kirin. Hê beriya ku biçin goristanê li ber malê gel civiyabû û li wir azaftin wê bihata kirin. Hemû hevalan got bil Kemal biaxive. Kemal ajîtator e, propagandîst e. Lê dema ku hatî ser cenazeyê Hakî, got, ''Ev heval, heval Hakî ye'' û nema karîbû berdewam bike.  Bi hêstirê çavan dûr ket. Demeke dirêj hevaltî kiribûn, bi hev re li malê mabûn, hemû aliyên hev nas kiribûn û bi hev re bibûn Apoger. Ji dest dane hevalekî wiha pir bandor li ser Kemal kiribû. Karakterê hevrê Hakî li holê ye. Bi rastî jî mirov hijmetkar dibe.  Şanazî û rûmeteke mezin e ku mirov hevrêyê mirovekî mîna hevrê Hakî be. Çi tiştek ji vê ne hêjatir e ku mirov hevalê şoreşger, mirovekî mîna hevrê Hakî be. Hevalên wiha, hevrêyên wiha nabin nesîbê her kesî. Ji ber jidestçûna hevrêyekî wiha pir bandor li Kemal kir û nikarîbû li ser cenaze biaxive. Lê li ser gora wî kin be jî axaftinek hatiye kirin. Axaftinên bêhtir karîger dikaribûn werin kirin. Ji bo ku komê xwe bida naskirin fersend bû.

Karasû li ser têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Hakî Karer wiha axivî: ''Li cihê ku Rêber Apo hebû ji ber sedema ku helwesta şoreşger Rêber Apo nîşan dabû, ji ber pêşengî Rêber Apo dikir û di nirxandinên îdeolojîk û siyasî de ji ber ku Rêber Apo karîger bû heval Hakî Karer di rewşeke wiha de axaftin tercîh nedikir.  Rêbertî jixwe bi helwesta xwe, bi raman û jiyan û têkiliya xwe jixwe her tişt rast dikir. Li hêleke dî, Rêber Apo digot, em pir nediaxivîn, me li çavê hev dinerî û me hev fêhm dikir. Ev pir girîng e. Li hêla dî Rêber Apo tim ramanên xwe ji ji hevalên xwe re vedigot. Taybetmendiya herî sereke ya Rêber Apo ew e ku geşedan, raman, têgihiştina nû bi hevalên xwe re par ve bike. Ji ber ku Rêbertî tim dixwend û gelekî dixwend. Lêkolîn dikir, lê hûr dibû, dema ku di serê xwe de senteza vê dikir jî ji hevalên xwe re vedigot.''