Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Wekîla Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle diyar kir ku Konseya Ewropa û CPT jî di tecrîdkirina Ocalan de berpirsyar in û got, ji bo Ocalan divê tevgereke navneteweyî bê avakirin.

Dokûmantera "Fermandar Arîan" ku ji aliyê derhêner Alba Sotorra ve hate amadekirin, li Parlamenta Ewropayê hate nîşandan. Piştî nîşandana fîlm, karaktera sereke ya fîlm Fermandar Arîen bi rêya skypê tevlî çalakiyê bû.

Dewleta Tirk ku girtîgehan mîna amûra çewisandinê, pirnisandinê, radestgirtinê û vê tabloyê jî ji bo ku civakê bêhelwest bihêle bi kar tîne, van salên dawî ev rêça xwe hê bêhtir jidandiye.

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir ku ji Fona Bêkariyê 40,4 milyar TL hatiye talankirin û got, “Pereyê karkeran ji bo îsraf û nelirêtiya AKP’ê hatiye xerckirin.”

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Girê Spî Hemîd El Abîd got, "Ji ber ku DAÎŞ li ber qedandinê ye Erdogan êrîşê dibe ser herêmên me. Ya ku ji DAÎŞ'ê nehat, niha Erdogan dixwaze bike."

Meclîsa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê piştgirî dan Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê.

Hate diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê di 9 mehan de 37 jin hatine qetilkirin. Di heman pêvajoyê de 54 jinan jî xwe kuştine.

Fransa çalakiya ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku wê li Strasboûrgê bihata kirin, qedexe kir. KCDK-E bal kişand ku biyar siyasî û kêfî ye.

Gelek rêxistin û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî biryara rêveberiya Washîngtona a li ser rêveberên PKK’ê da.