Qada zilma pirhêlî ya yekrengiyê: Girtîgeh
Dewleta Tirk ku girtîgehan mîna amûra çewisandinê, pirnisandinê, radestgirtinê û vê tabloyê jî ji bo ku civakê bêhelwest bihêle bi kar tîne, van salên dawî ev rêça xwe hê bêhtir jidandiye.
Dewleta Tirk ku girtîgehan mîna amûra çewisandinê, pirnisandinê, radestgirtinê û vê tabloyê jî ji bo ku civakê bêhelwest bihêle bi kar tîne, van salên dawî ev rêça xwe hê bêhtir jidandiye.
Rewşa Awarte her çendî 17'ê Tîrmehê hatibe rakirin jî li girtîgehên Tirk hate mayindekirin. Li girtîgehan ku rejîma yek kesî, yek reng bi rengekî hişk xwe ferz dike, ji kincan, heta bi traşê, mîmariyê, cezakirinê hemû normên hiqûqî û mirovî hatine rakirin. Li girtîgehan ku kapasîteya wê bi giştî 40 hezar e, vexwarina avê jî bi problem e. 400 jê bi rewşa giran 1200 girtî nexweş in û nayên tedawîkriin, taloqkirina girtîgehê yan jî tedawî jî bi hevkariya saziyên dewletê tê blokekirin.
Girtîgehên ku hema hema berhema her serdemeke zextê ye, bûne ew qad ku desthilatdaran polîtîkayên xwe yên pirnisandinê lê pêk an3in. Bi daneyan li holê ye ku ji bo desthilata AKP'ê jî rewş ne cuda ye, zêdetir bûye. Salên 2005-2015'an ku AKP ji bo van salan ji xwe re digot, ''Dema Hostatiyê'' hijmara girtiyan ji 55 hezarî çû 176 hezarî. Piştî Rewşa Awarte ya bi piştî şerê navxwe yê 15'ê Tîrmehê ev hijmar bû 246 hezar. Tirkiye bi vê hijmarê di nav welatên Konseya Ewropayê de bû yek ji wan welatan ku hijmara girtîgehên wê pir zêde bûne û hi nav hijmara zêde ya girtiyan de, li cîhanê kete rêza 8'an.
RÊJEYA TIJÎBÛNÊ 117 JI 100'Î ZÊDE BÛ
Li gorî Wezareta Dadê, heta 15'ê Gulanê 2018'an 246 hezar û 416 girtî li girt3igehan hene. Ji 2002'an û vir ve hijmara girtiyên li girtîgehê 4 caran li ya berê zêde bûye. Rêjya tijîbûnê ya li girtîgehan bûye 117 ji 100'î. Her wiha hijmara zarokên li girtîgehê jî 16 salan 51 ji 100'î zêde bûye û bûye 3 hezar û 85. Hijmara girtiyên jin jî li gorî daneyên heta 15'ê Gulana 2018'an bûye 19 hezar û 19, 375 ji 100'î zêde bûye.
GIRTIYÊN NEXWEŞ MEHKÛMÎ MIRINÊ NE
Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 402 girtî bi nexweşiya giran in û tevahî 1200 girtiyên nexweş li girtîgehan hene.
Tirkiye îmzeya xwe li gelek peymanên mafê mirovan daye, weke Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan, Peymana Mafê Mirovan a Amerîkayê, Peymana Mafê Mirovan a Afrîkayê û li gorî xala 90'î ya Destûra Komara Tirkiyê, ''Peymanê navnetewî bi hikmê qanûnan in'' û derbarê van qanûnan, ''bi îdîaya ku li dijî Destûrê ne, mirov nikare serî li Dadgeha Destûrê bide'', li gel vê jî Tirkiye ti hikmê van peyman û qanûnê nîne.
TALOQKIRINA ÎNFAZÊ HATE BLOKEKIRIN
Bi ser de AKP şertê ''ji bo civakê divê ne taloke be'' ku 2013'an ji bo taloqkirina cezayê girtiyên bi nexweşiya giran di Qanûna Înfazê de pêk anîbû, binpê dike. Parêzer Raziya Turgut ku têkilî mijarê ji ANF'ê re axivîbû gotibû, ''Bi Rewşa Awarte re têkilî rewşa nexweşên giran tiştek neguherî û bi ser de xirabtir bû. Rewşeke ku înfaz were taloqkirin li holê tine.''
YÊN KU BI TABÛTÊ HATIN TEHLÎYEKIRIN
Dewleta Tirk ku beriya bi 2 mehan Koçer Ozdal bi rengekî ku dest û piyên kelepçekirî şande mirinê, duh jî Burhan Karatay ê 67 salî qetil kir. Burhan Karatay ku cenazeyê wî ji Girtîgeha Tîpa E'yê ya Gîresûnê hate derxistin, Endamê Meclîsa Şaredariya Bazidê ya DBP'ê bû, ev 3 sal û 10 meh in bi rewşa girtî dihate darizandin. Ji malbata xwe re gotibû, beriya bi 5 mehan ji rêveberiya girtîgehê re gotiye divê anjo bibe lê rêveberiyê ev asteng kiriye. Kurê Karatay, Ismaîl Karatay dibêje li gel hemû hewldanan jî daxwaza tehliye û bedanê hatiye redkirin
Ji dema ku Qanûna Înfazê guherî, 2013-2018'an navê hin girtiyên ku li girtîgehan mirin (li gorî hapistesaglik.com):
Burhan Karatay: 06.11.2018- Giresun Tîpa E- Krîza Dil
İbrahim Yılmaz: 11.10.2018- Erzeromî Tîpa E- Xwekuştin
Koçer Ozdal: 27.08.2018-Bafra Tîpa T-Pençeşêr
Nesrin Gençosman: 11.07.2018- Ordu – Zaturre
Zeki Guven: 01.07.2018- Sincan 1 No, F Tipi- Krîza Dil
İbrahim Halil Ozyavuz: 02.06.2018- xwekuştin
Halime Gulsu: 27.04.2018-Tarsus- sistemîk lupus eritematozus
Cemal Gurer: 25.04.2018- Xarpêt Girtîgeha Bi Ewlehiya Zêde- Pençeşêr
Ismail Arslan: 06.04.2018- Bandırma 1 Bo, Tîpa T- nexweşê giran
Huseyin Sarı: 2018- Akhisar E-Parkinson, Kalp, Hipertansiyon
Sefer Çaglar: 20.03.2018- Van Tîpa F- Xwe şewitand
Ahmet İncir: 16.03.2018- Amed Girtîgeha Vekirî, xwekuştin
Celal Şeker: 03.02.2018- Amed D- Krîza Dil
Abdullah Gulle: 22.01.2018-Gîresun Tîpa E- Cinayet
Murat Saat: 28.12.2017-Bandırma 2 No, Tîpa T- Krîza Dil
Abdurrahman Şen: 01.12.2017- Alanya Tîpa L- Şeker
Ahmet Kalaycı: 24.11.2017-Dinar Tîpa T- Îdîaya xwekuştin
Yılmaz Duruk: 18.11.2017-Mersin Açık- Edebgirtina diran
Cengiz Unver: 26.10.2017- Elmalı Açık- Xwîn rijiya ser mîde
Mehmet Ogur- 20.09.2017- Silifke Tîpa M- Pençeşêr
Ali Yamuç: 19.09.2017- Alanya L – Xwekuştin
Emre İregor: 17.08.2017- Denizli Tîpa T- Cinayet
Ahmet Tatar: 01.08.2017- Osmaniye 2 No, Tîpa T- Krîza Dil
Sinan Coşar: 20.06.2017- Konya E- Krîza Dil
Ahmad Abustef: Şeker
Mehmet Yıldızbakan: 27.03.2017- İskenderun M – Dil, şekir
Ali Ozer: 24.03.2017- Çorum L- Krîza Dil
Kenan Oner: 20.02.2017- Tekirdag F- Krîza Dil
Ulaş Yurdakul: 01.01.2017- Balıkesir Kepsut Girtî, Darp
Hasan Ekinci: 25.12.2016- Edirne F- Xwekuştin
Beytullah Akil: 11.12.2016- Şırnak Tîpa T- Xwekuştin
Unal Takmaklı: 29.11.2016- Menemen Tîpa T- Krîza Dil
Behçet Emdi: 19.11.2016- Karabuk Tîpa T- Xwekuştin
Burak Açıkalın: 09.11.2016- Kırıkkale F – Xwekuştin
İrfan Kızılaslan: 05.11.2016- Tokat Tîpa T- Xwekuştin
Hasan Hayri Alp: 19.07.2016- Sincan- Krîza Dil
Rıza Yıldırım: 04.06.2016-Bolu F- Bi xwîna ku rijiya mêjî
Alp Bugdaycı: 02.06.2016- Metris- Krîza Dil
Alpaslan gOkhan Demir: 30.05.2016- Bursa E – Xwekuştin
Erkan Aydogan: 30.05.2016- Aliaga Açık- Krîza Dil
Ferhat Sarıhan: 04.05.2016- Oltu Tîpa T – Damarê mêjî xitimî
Ramazan Beyazpirinç: 20.02.2016- Astengkirina tedawiyê
Haydar Durmaz: 07.02.2016- Kurkçuler F Tipi – Xwekuştin
Ahmet Yucel: 01.2016- Hacılar Kırıkkale- Krîza Dil
Hasan Ozdemir: 25 Kanûn2015- Erzerom Açık- Krîz Dil
Cemal Ozkan-16 Kanûn2015- Rize Kalkandere Tîpa L- Xwîn çû ser mêjî
Hasan Ertugrul: 23 Cotmeh 2015- Manîsa Tîpa E – Zaturre
Huseyin Dinç: 15 Cotmeh 2015- Krîza Dil
Seferi Cesim: 15 Tebax 2015- Ji têrnekirina kezeba reş
Mahmut Altun: 8 Tîrmeh2015- Krîza Dil
Rıza Kazıcı: 16 Hezîran2015- Kandıra Tîpa T – Enfeksiyon
Dursun Çadır: 18 Gulan 2015- Kayseri Girtî- Krîza Dil
Hasan Vural: 16 Gulan 2015- Erzerom Tîpa E-
Kuling Sevilgen: 14 Adar 2015 -Bandırma T- Krîza Dil
Sadık Tezel: 06 Adar 2015- unye Tîpa M- Gurçik
Abdulsamet Çelik: 10 Sibat 2015 – Sincan F- Losemi
Mehmet Canpolat: 12 Çile 2015 – Kandıra 1 F- Pençeşêr
Abdulmecit Aslan: 8 Çile 2015 – Siirt / Metris- Pençeşêr
Aram Akyuz: 2014- Hacılar Kırıkkale- Krîza Dil
Lutfu Taş: 31 Kanûn2014 – Amed Tîpa D- Kapa Krizi
Haşem Arduçlu: 31 Kanûn2014 – Sêrt E- Krîza Dil,
Osman Harbutoglu: 11 Cotmeh2014 – Balıkesir L- Pençeşêr
Ramazan Ozalp: 9 Cotmeh 2014 – Êlih- Tûmora mêjî
Celal Kılıçarslan: 1 Cotmeh 2014 – Agirî M- Bi xwîna ku rijiya mêjî
Hasan Turan: 8 Tebax 2014- Unye Tîpa M- Pençeşêr
Yaşar Dere: 2 Îlon 2014 – İzmir Şakran- Krîza Dil
Şehmus Yetek: 13 Tîrmeh2014 – Amed Tîpa D - Pençeşêr
Murat Ozenalp: 1 Gulan 2014 – Mamak- Bi xwîna ku rijiya mêjî
Seyithan Taşkıran: Çile 2014 -Bedlîs Tîpa E- Krîza Dil
Hasan Kaya: 10 Cotmeh2013 - Çewlik Tîpa M- Krîza Dil
Gurgin Kurt: 21 Gulan 2013 – Ahlat- Bi xwîna ku rijiya mêjî
İrfan Eskibag: 6 Gulan 2013 -Sincan – Pençeşêr
Zubeyir Babat: 19 Nîsan 2013 - Kırıklar 2 No F- Krîza Dil
Hacı Nasır: 25 Adar 2013- Gumuşhane E – Pençeşêr
Livaze Ç.: 27 Kanûn2012 -Bursa- Krîza Dil
Şehabettin Yucel: 9 Sibat 2013 – Ermenek.
PROJEYA BÊNASNAME KIRINÊ: TTE
Weke ku tê zanîn desthilata AKP'ê 2004'an Kincên Yek Reng bi guherînekê anîbû û piştre vekişandibû. Dema Rewşa Awarte gelek caran behsa kincên yek reng hate kirin, nûçeyên ku Wezareta Dadê li gorî rengên kincan qumaş jî xwestiye. Sepana kincên yekreng bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan de, ya bi hijmara 696'an hat, piştre ji bo ku rêziknameya hewce nehat weşandin dest pê nekir lê her wiha nehatiye rakirin jî. Her çendî sepanînê dest pê nekiribe jî heta ku BHQ'ya bi nimroya 696'an betal nebe, wê rewşa wê tim şîlo be. Yek ji xala girîng a yasayê ew e ku wê vê li ser girtiyên ku cezayê wan teqez nebûyî jî ferz bikin.
Yek ji berxwedêrên girtîgehê yê dema 12'ê Îlonê H.Sel3im û Oya Açan ji ANF'ê re li ser vê mijarê axivîbûn û gotibû, ''Armanca sereke ew e ku li bara zordariya faşîst em li ber wan xwe bitewînin. Ne tenê dixwazin ên girtîgehan radest bigirin, di şexsê wan de, dixwazin bibêjin civakê, ''li dijî hêz û vîna me kesek nikare bisekine, li ber xwe bide''. Ji bo vê jî vejandina vê ferkizinê ti cihêtiya xwe ji faşîzma 12'ê Îlonê tine.''
MUXALEFETA DEMOKRATÎK BIRYARDAR E
Li dijî kincên yek reng HDP, ÎHD, KESK, EMEP, Bûroya Hiqûqê ya Çewisandiyan, TÎHV, SODAP, Partiya Şoreşger, 20 sazî û partiyên demokratîk bi hevparî daxuyanî dan li ser û gotin:
*Ev amûra deqkirinê ye. Tê xwestin ku girtiyan bi rengê 'sûcdar' deq bikin.
*Tê xwestin ku li wan girtiyan jî bikin ku darizandina wan didome û li gorî Destûrê ev ne sûcdar in. Ev, ji bo 60 hezar girtî binpêkirina karîneya bêgunehiyê ye.
*Di navbeyna girtiyan de cihêtiyeke kategorîk tê kirin û ev binpêkirina qedexeya cihêkariyê ye.
*Armanca dike ku mirov bênasname bike, biçewisîne, binpêkirina qedexeya tehde û êşkenceyê ye.
*Girtiyên ku vê ferzkirinê qebûl nekin qedexeya serdanê li ser wan datînin, wan dixin hucreyan.
*Cezayên disîplînê yên li ser hev dibe sedem ku înfaza giriyan bişewite û mafê tehliyeya bi şer ji dest wan tê standin.
*Girtiyên ku vê ferzkirinê qebûl nakin, ew maf ji dest wan têne standin ku wan dernexînin dadgehê û bêyî ku wan derxînin ddgehê li ser wan dikarin biryarê bidin.