HDP: Pereyê karkeran ji bo aboriya AKP’ê hatiye xerckirin

Alîkarê Hevserokên HDP'ê Gunay Kûbîlay diyar kir ku ji Fona Bêkariyê 40,4 milyar TL hatiye talankirin û got, “Pereyê karkeran ji bo îsraf û nelirêtiya AKP’ê hatiye xerckirin.”

Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Gunay Kûbîlay ê ku ji Ked, Aborî û Polîtîkayên Civakî berpirsyar e, diyar kir ku ji Fona Bêkariyê 40,4 milyar TL hatiye talankirin.

Kûbîlay daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê her serdemê zêdetir bûye û ji ber krîza aborî hejmara bêkaran bûye 6,3 milyon.

‘JI BO ABORIYA AKP’Ê YA ÎSRAFÊ HATE XERCKIRIN’

Kûbîlay di daxuyaniyê de diyar kir ku fona sîgortaya bêkariyê ya ku divê li bêkaran were belavkirin ji xeynî bêkaran di gelek qadan de tê bikaranîn. Kûbîlay got ku, “Pereyê karkeran ji bo nelirêtî û aboriya îsrafê ya AKP’ê hatiye xerckirin. Divê vê beşa ku ji fonê hatiye stendin, were îadekirin. Ev fon li hemberî rêje û enflasyonê kêm dibe û baş nayê nirxandin û birêvebirin. Fona sîgortaya bêkariyê bûye qadeke wisa ku AKP wê talan dike.”

‘JI BO PROPAGANDAYA HILBIJARTINÊ TÊ BIKARANÎN’

Kûbîlay bal kişand ser van xalên xespa ku AKP dike û diyar kir ku, “11,5 milyar TL fon a ku AKP’ê ji îdareya GAP’ê re şandiye û ne diyar e ku ji bo çi hatiye xerckirin, hê jî li fonê nehatiye zêdekirin. AKP fonê di serdemên hilbijartinê de ji bo propagandaya xwe ya hilbijartinê bi kar tîne. Di navbera salên 2013-2018’an de nêzî 18 milyar TL fon hatiye bikaranîn.

AKP’ê ji ber krîza aboriyê Sîgortaya Bêkariyê jî kiriye şirîkê bankayên ku ketine xisarê. Di meha Îlonê de ji Fona Sîgortaya Bêkariyê 10,9 milyar TL şandine ji Vakifbank, Exîmbank û Halkbankê re.”