Çalakiya Ocalan hate qedexekirin, KCDK-E got biryar ‘siyasî’ û ‘kêfî' ye

Fransa çalakiya ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku wê li Strasboûrgê bihata kirin, qedexe kir. KCDK-E bal kişand ku biyar siyasî û kêfî ye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Hevserokatiya Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCDK-E) ve hate kirin, rêveberên Fransî çalakiya ku 6’ê Mijdarê ya ku li pêşiya Konseya Ewropa, DMME û CPT’ê hatibû erêkirin, roja Çarşemê ji saet 17:00’an û şûn ve qedexe kir. Li gorî daxuyaniyê biryareke ‘Siyasî û kêfî’ hatiye girtin.

KCDK-E’yê di daxuyaniya ji bo ANF’ê şandî de bal kişand ku ev biryara qedexeker ne ji cîvîna lûtkeya çar alî ya ku 27’ê Cotmehê li Stenbol di navbera Tirk, Fransa, Elmanya û Rêveberên Rûsyayê de pêk hatî cuda ye.

 ‘LI DIJÎ KOMPLO Û TECRÎDÊ BERXWEDANA DEMOKRATÎK XURT BIKIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên li ser Kurdan tê wateya ku stratejiya komên çete yên ku dewleta Tirk diparastin hatiye têkbirin.

Di daxuyaniya bi sernavê ‘Li dijî komplo û tecrîdê berxwedana demokratîk xurt bikin’ de hatî parvekirin ev tişt hate gotin: “Ji bo encamên ji polîtîkayên qetlîamker û qirkerên ên komên çete yên DAÎŞ’ê û El Nûsra yên ku dewleta Tirk û hevkarên wan ên fînase dikin ku li Şengal, Başûrê Kurdistan û Kobanê, bi hemû rêbazên qirêj êrîşî gelê Kurdistan û têkoşîna azadiya Kurdistanê dikin. Di serî de berxwedana destanî ya hêzên azadiya Kurd, çeteyên DAÎŞ’ê yên dijminê mirovahiyê hatin têkbirin û  rejîma Erdogan hate binxistin.”

 ‘BI BÊDENIYA XWE BÛN HEVKARÊN VA POLÎTÎKAYAN Û ÊRÎŞ ERÊ KIRIN’

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hate xuyakirin ku bi bêdengiya xwe destek û êrîşên rejîma Tirk erê kirin. Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Bi saya berxwedana hemdem a mirovahiyê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê pêşî li çalakiyên çeteyên DAÎŞ’ê yên terorî yên li Parîs, Berlîn û welatên din hatin girtin. Di serî de ev berxwedana dîrokî û rûmetê ya li dijî DAÎŞ’ê hate kirin ji aliyê DYA û hemû dewletên cîhanê ve bi texdîr hate pêşwazîkirin. Bi bêdengiya li hember êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê re di serî de ev welat û saziyên navneteweyî bûn hevparên vê polîtîkaya qirêj û destek kirin. Bi vê têr nebûn niha van polîtîkayan hê kûrtir dikin.

RAMANÊN OCALAN BÛN HÊVIYA MIROVÊN PÊŞVERÛ

Daxuyaniya KCDK-E wiha dom kir: “Pradîgmaya Netewa Demokratîk a Rêber Apo ya li Rojava kete meryetê, ji bo gelên Kurd, Ereb, Tirkmen, Çerkez, Elewî, Êzidî, Misilman, Xiristiyan ên li van herêman dijîn jiyaneke hevpar û wekhev ava kir. Ramanên Rêber Apo ji bi hemû gelan û mirovên rewşenbîr bûye hêviya jiyanê, ev jî hêzên komploger û başverûyên herêmî tirsand. Ji ber ku hêzên serwer li şûna pirsgirêkê çareser bikin, xwestin li ser şer û dijminahiyê destkeftiyên xwe û serweriya xwe bidomînin.

QEDEXEYA FRANSA Û BIRYARA DYA’YÊ BI LÛTKEYA STENBOLÊ VE GIRÊDAYÎ YE

KCDK-E anî ziman ku qedexeya çalakiya ji bo şikandin û azadkirina Ocalan û biryara DYA’ya ji bo pêşengên Tevgera Kurd a ‘xelatê’ ne ji hev cuda ye û girêdayî hev in. KCDK-E destnîşan kir ku hemû ev biryar di lûtkeya çar alî ya li Stenbol di navbera Elman, Rûsya, Fransa û Tirkiyeyê de pêk hatî de hatiye girtin ev tê wateya ‘komplo didome û rewşa wê ya hatî nûjenkirine’.

Di dewama daxuyaniyê de têkildarî qedexeya çalakiya aştiyane ya Strasboûrg a ji aliyê Fransa û biryara DYA’yê ev tişt hate gotin: “Çalakiya aştiyane ya 6’ê Mijdarê ku li pêşiya Konseya Ewropa, DMME û CPT’ê ku hatibû erêkirn, ji duh saet 17:00’an û vir ve li ser biryarên kêfî û siyasî yê Biyarnameyên di Hikmê Qanûnê ya Fransayê de hatine girtin, hatiye qedexekirin.

Em baş dizanin ku ev biryar ne ya Fransayê ye. Her wiha lûtkeya çar alî ya Macron, Merkel, Pûtîn û Erdogan tevlî bûne û biryara DYA ya di derbarê pêşengên Tevger Azadiya Kurd birêz Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan, Dûran Kalkan de hatî girtin, dewama komploya beriya 20 salî hatibû girtin û rewşa wê ya nû hatî nûjenkirine. Ev biryar tê wateya erêkirina qetlîam û qirkirinê dewleta Tirk a li ser gelê me ya li Kurdistanê, ji destekkirinê zêdetir hevkarîkirine. Ev polîtîka rê li ber pêşketina çeteyên DAÎŞ’ê û zêdetir derfet dayîna wê ye.

ÇALAKIYÊN XWEDÎDERKETINA LI OCALAN Û PROTESTOKIRINA DYA’YÊ

KCDK-E bibîr xist ku wê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li her derê Ewropa belav û dom bike, her wiha ragihand ku ji bo protestokirina biryara DYA’yê wê li pêşiya sefaretxaneyên wan çalakiyan bikin.

KCK-E ev tişt got: “Di serî de gelê Kurd û hemû mirovahiya pêşverû wê van siyasetên qirêj vala derbixe. Wê çalakiyên me KCDK-E yên şermezarkirina biyara qedexeya Fransa û protestokirina biyara DYA ya ku ti bingehên xwe nîne ku li dijî sê siyasetmedarên Kurd hatî girtin û azadiya Rêber Apo li hemû welat û bajarên ku navendên me lê hene, li pêşiya sefaretxaneyan bidomin.

Em KCKD-E bang li gelê xwe û hemû dostên xwe dikin ku bi awayekî xurt tevlî hemû çalakiyên di nava hefteyê de 3 rojan li welat û hemû roja Şemiyê li eyaletê tê lidarxistin bibin.”