Rêxistin û partiyê başûr biryara DYA ya PKK’ê şermezar kirin

Gelek rêxistin û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî biryara rêveberiya Washîngtona a li ser rêveberên PKK’ê da.

Rêveberiya DYA roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di derbarê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, Endamên Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Karlkan û Mûrat Karayilan de xelat hatiye diyarkirin. Gelek rêxistin û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan.

PARTIYA KOMUNÎST: DIVÊ DYA BIRYARA XWE LI BER ÇAVAN RE DERBAS BIKE

Di çalakiyê de berpirsyarê Komîteya Mehelî yê Germiyan ê Hizba Komunîsta Kurdistanê Ehmed Mecîd daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew wek Hizba Komunîsta Kurdistanê bi tundî biryara Amerîka ya li ser rêveberên PKK’ê şermezar dikin.

Daxuyanî wiha dom kir: “Em biryara Amerîka ya li hemberî rêveberên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û hewldanên wan yên nasandinên terorîstane bi tundî şermezar dikin. Ti car nabe xebat û têkoşîna gelan bi kiryarên terorîstane re bibe yek. Em bang li wezareta derve ya Amerîka dikin daku vê biryara li ber çavan re carekî din derbas bike û daxwaza çareseriya pirsgirêka Kurd bi aştî û demokrasiyê bike.

Cîgira rêxistina Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê Qeys Enwer û Hevserokê herêma Germiyan yê Tevgera Azadî Hawrê Germiyan jî biryara Amerîka şermezar dikin.

ŞANAZ A YNK’Î: KURD PÊŞENGÊN XWE YÊN ŞOREŞGER RADEST NAKIN

Berpirsyara Têkiliyên Karê Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed, di daxuyaniya xwe ya têkildarî biryara DAY’yê de anî ziman ku Kurd pêşengên xwe yên şoreşger radest nakin, wê van polîtîkayên qiêrj vala derbixin.

Şanaz da xuyakirin ku Amerîka ev biryara qirêj ‘Ji bo Tirkiyeya ku hem ji hundir û hem jî ji derve bi krîzan re digevize memnûn bike’ standiye û got: “Divê helwestekî tund ji bo vê biryara Amerîka bê nîşandan.”

Şanaz got: “Eger Kurd bi lezgîn helwestekî girseyî raber bike wê ev biryara li dijî pêşengên Kurd ên şoreşgerên Kurdistanê hatî girtin bê valaderxistin. Êdî wê hemû cîhan bibîne ku gelê Kurd êdî bi parçeyî û lewaz tevger nakin.”

MEHMÛD Ê YNK’Î: PARASTINA KURDEKÊ ERKA NETEWÎ YE

Parlemeterê berê YNK’ê Salar Mehmûd got: “ Cîhan li şûna dagirkerên Kurdistanê ceza bike, dixwazin yên ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn dikin, bikin qûrbanê berjewendiyên siyaseta navneteweyî. Divê Kurd li dijî bêheqiya dîrokî bi yek destî tevger bikin. Li kû dera cîhanê dibe bila bibe parastina Kurdekî erka netewî ye.”