Li Başûrê Kurdistanê di 9 mehan de 37 jin hatin qetilkirin

Hate diyarkirin ku li Başûrê Kurdistanê di 9 mehan de 37 jin hatine qetilkirin. Di heman pêvajoyê de 54 jinan jî xwe kuştine.

Li gorî rapora Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan a Herêma Kurdistanê, li herêma Kurdistanê di 9 mehan de li dijî 7 hezar û 573 bûyerên şîddeta li ser jinan pêk hatiye.

Di raporê de hate diyarkirin ku, di 9 mehan de 37 jin hatine qetilkirin, 54 jinan xwe kuştine, 113 jin hatine şewitandin û 90 jinan jî xwe kuştine.

ÊRÎŞ ZÊDE BÛNE

Di raporê de hate diyarkirin ku li dijî jinan 87 êrîşên zayendî hatine kirin.

Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Şîddeta Li Ser Jinan a Herêma Kurdistanê diyar kir ku êrîş û şîddeta li ser jinan li gorî salên borî zêdetir bûye.