Dayikên Aştiyê piştgirî dan Leyla Guven

Meclîsa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê piştgirî dan Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçînê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li avahiya meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran, di civînê de axivî û wiha got: "Divê Guven tavilê bê berdan. Guven vîna gelê Kurd e. Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu, li gel ku ceza li wî hate birîn dîsa berdan. Gelo ev ne faşîzm e? Çima Leyla Guven hîn girtî ye û nayê bendan? Ji ber ku piştgirî dide gelê Kurd wê bernadin."

'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN GUVEN'

Kiran da zanîn ku ew berî her tiştî çalakiya greva birçîbûnê ya Guven silav dikin û got: "Biryara Guven biryarek bi rûmet e. Duh ev biryar da û xwedî li têkoşîna gelê Kurd derket. Jinên Kurd ti carî li ber faşîzmê serî netewandine. Ew jî serê xwe qet natewîne û bi serbilindî gelê xwe temsîl dike. Em piştgiriyê didin wê û em ê tim li gel wê bin. Dewlet divê tavilê Guven berde. Divê êdî darbestên zarokên gelê Kurd ji girtîgehan neyên."