Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Azad welatiyekî ji Kerkûkê ye ku berî niha bi 2 salan tevlî nava refên gerîla bû. Nekarî xwe li dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û xemsariya hêzên siyasî rabigire.

Konseya Federal a Swîsreyê, pêşnûme qanûna ku firotina malzemeyên şer ji bo welatên şerê navxweyî lê heye, ya jî hevparê şerê li derveyî sînorê xwe ye qebûl dike, red kir.

Serokkomarê Fransayê bal kişand ser hêza ku tevgerên populîst û neteweperest li welatên Ewropayê bi dest xistine û hişyarî da ku ev yek dişibe rewşa salên 1930'î.

Hate diyarkirin hêzên dewleta Tirk ku li bejahiya Amedê operasyonê dikin bi ser 107 malan de girtine.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. KCK'ê çalakiyên ji bo Kobanê bi bîr xist û got, "Ev hevgirtin û desteka 1'ê Mijdara 2014'an ji bo DAÎŞ'ê bûye destpêka têkçûnê."

KNK'ê diyar kir, dewleta Tirk bi hewara çeteyên DAÎŞ'ê ve tê û ev bang kir; "Em pêşî li êrîşên hovane yên li ser Kobanê û Rojava bigirin."

Êzidiyan nehiştin qeymeqamê PDK'î û encamên meclîsa bajêr bikevin nava Şengalê. Êzidiyan gotin, "Em xayinan naxwazin."

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa daketin qadan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û êrîşên dewleta Tirk ên dagirker jî protesto kirin.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Girê Spî kir û li vê derê zarokeke keç qetil kir.

Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ya ku DYA pêşengiya wê dike, îdîa kir ku piştî dewleta Tirkiyeyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ew hewl didin krîzê siviktir bikin.

Li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li navenda bajar meşek hate kirin. Bi deh hezaran êrîşên dagirkeriya Tirk protesto kirin.