Li Qamişlo deh hezar kes li dijî êrîşan meşiyan

Li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li navenda bajar meşek hate kirin. Bi deh hezaran êrîşên dagirkeriya Tirk protesto kirin.

Li navçeya Tirbespiye ya Qamişloyê bi deh hezaran welatiyên ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi sirûda ‘Bi ruhê Avesta, Barîn û Şîlanan, Roja Kobanê ya Cîhanê Pîroz Dikin’ meşiyan.

 Meşa ji pêşiya avahiya Kongreya Star a li Tirbespiyê destpê kir, bi deh hezaran welatiyên ji pêkhat, ol û ayînên cihê tevlî bûn.

Di mitîngê de yek ji rêveberên Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asiya Abdullah axivî û destnîşan kir ku berxwedaniya Kobanê berxwedaniyek mirovahî bû, şervanên YPJ/YPG`ê li dijî çeteyên DAÎŞ`ê berxwedaniyek bêhempa meşandin.

Abdullah diyar kir ku berxwedaniya Kobanê bi saya lehengên mîna Arîn Mîrakan û hevgirtina pêkhateyên wê bi ser ket û got: "Berxwedana Sedslalê ya Kobanê ji cîhanê re îsbat kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî ji koletiyê re na tewîne û heta dawiyê ji bo azadiyê xwe wê şer bike."

Rêvebera Kongra Star bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker piştî binketina çeteyên DAÎŞ‘ê li Kobanê, Reqa û Dêra Zorê êrîşê herêmên bi ewle yên Bakurê Sûryê dike, da ku zextê li ser çeteyên DAÎŞ`ê li herêmên Dêra Zorê kêm bike. Asiya Abdullah anî ziman ku armanca dewleta Tirkiyê ew ku biratiya gelan a hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hevserokê Desteya Şûnwar û Parastina Hawîrdorê yê Herêma Cizîrê Hisên El-Elî axivî û diyar kir ku gelê Kobanê li dijî êrîşên komên terorîst sekinîn. El-Elî bibîr xist ku di encama berxwedaneke bêhempa de roja 1'ê Mijdarê weke Roja piştgiya bi Kobanê re ya Cîhanê hate îlankirin û wiha domand: "Di roja weke îro de dijminên mirovahiyê li bajarê Kobanê yê biçûk têk çûn."

Hevserokê Meclîsa Kantona Qamişlo Afram Îshaq xêrhatina girseya gel kir û got: "Hemû pêkhateyên Qamişlo îro bi yek dengî berxwedana Kobanê ku bi vîna xwe ya azad li hember çeteyan bi serket silav dikin. Her wiha ji cîhanê re ragihand ku hemû pêkhate heta tinekirina çeteyan û pêkanîna azadiya hemû gelên herêmê, wê yekîtiya xwe berdewam bikin."

Meş bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê bi dawa bû.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê bi dirûşma ‘Bi ruhê berxwedana Kobanê em ê Efrînê azad bikin’ 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a bi pankartên hatin bilindkirin hate şermezarkirin.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hîndiyê Bekir axivî û got: “Herêm bi saya ramanên Ocalan û şehîdên fedayî ji terorê hatiye paqijkirin.            

Fermandara YPJ’ê Agirî Şînda jî got: “Çeteyan bi piştgiriya Tirkiye êrîşî Kobanê kir. Bi saya berxwedana şervanan ên bi ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe perwerde kirine bajar rizgar kiriye. Berxwedan wê hemû planên Tirkiye vala derbixe.”

TEBQA

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê jî êrîşên dewleta Tirk bi daxuyaniyeke girseyî ya çapemeniyê protesto kir.

Çalakiya ku endamên saziya sivîl tevlî bûn, daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hamîd El-Ferec ve hate xwendin. El Ferec  anî ziman ku Tirkiye bi êrîşên dike dixwaze tinekirina çeteyên DAÎŞ’ê asteng bike.

Ferec got: “Divê gelê herêmê, raya giştî ya navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wan bêdeng nemînin û bikevin nava tevgerê.”