Civaka Êzidî: Em xayinan naxwazin

Êzidiyan nehiştin qeymeqamê PDK'î û encamên meclîsa bajêr bikevin nava Şengalê. Êzidiyan gotin, "Em xayinan naxwazin."

Piştî ku Waliyê Mûsilê qebûl kir, qeymeqamê PDK'î Mehma Xelîl û endamên meclîsê doh xwestin li Şengalê vegerein. Lê belê civaka Êzidî li ber van kesan rabû ku 3'ê Tebaxa 2014'an ew di nava lepên çeteyan de hiştin û ji Şengalê reviyan. Êzidiyan gotin, "Em naxwazin xayinan li vir bibînin."

Şêniyên Şengalê ji navçeya Sinûnê heta bi navenda Şengalê meşiyan. Hêzên Iraqî bi gef û êrîşa çekdarî hewl dan pêşî li gel bigirin, lê Şengaliyan astengî nas nekirin û xwe gihandin ser rêya bingehîn a bajêr. Êzidiyan nehiştin ku qeymeqamê PDK'î û endamên meclîsê bikevin hundirê Şengalê. Îro jî li ber avahiya qeymeqamtiyê li hev civiyan û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Semîr Derwêş bi navê gelê Şengalê daxuyanî da û got, ew van kesan naxwazin ji ber ku yên bûn sedem ku Şengal bikeve destê DAÎŞ'ê ev in.

DAXWAZÊN ÊZIDIYAN

Gelê Şengalê ev daxwaz li hikumeta Iraqê kir:

* Em rêveberên berê yên Şengalê ku PDK'î ne, naxwazin li vir bibînin. Ji ber ku wan xiyanet li me kirin û ji vir çûn.

* Em dixwazin rêveberiyeke nû were hilbijartin û pêşniyar dikin ku rêveberên xwe bi xwe hilbijêrin.

* Eger ev daxwazên me neyên qebûlkirin em ê çalakiyên xwe bidomînin.

Qeymeqamê Şengalê ê bi wekalet Fehed Hamîd jî destek da gel û got, "Ji sala 2003'an û vir ve PDK'î nahêlin ji bilî wan kesek vê wezîfeyê bike. Lewma mafê gel e ku ji nava xwe namzetekî hilbijêre."