Macron: Rewşa li Ewropayê dişibe ya salên 1930'î

Serokkomarê Fransayê bal kişand ser hêza ku tevgerên populîst û neteweperest li welatên Ewropayê bi dest xistine û hişyarî da ku ev yek dişibe rewşa salên 1930'î.

Amadekariyên ji bo 11'ê Mijdarê dewam dikin ku wê salvegera sedemîn a bidawîbûna Şerê Yekemîn ê Cîhanê bê pîrozkirin. Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron neteweperestiyê weke nexweşiya 'gurîtiyê' bi nav dike û ji bo pêşî lê bê girtin, bang dike.

Macron ji rojnameya Oûest France re axivî û rewşa heyî ya Ewropayê şiband rewşa salên 1930'î ku rê li ber Şerê Duyemîn ê Cîhanê vekir. Macron bal kişand ser tirsên heyî yên li Ewropayê, encamên krîzên aboriyê û vegera li neteweperestiyê got, rewşeke metirsîdar e ku gelekî dişibe dema navbera du şerên cîhanê.

Macron bal kişand ser pîrozbahiyên 100. ên bidawîbûna Şerê Yekemîn ê Cîhanê ku wê 11'ê Mijdarê li Parîsê pêk werin û zêdeyî sed serok an jî serokwezîrên dewletan tevlî bibe û diyar kir, wê hewl bidin dersê ji dîrokê derxînin. Macron got, daxwaza wan 'Ewropayeke hê serwer û pir alî' ye.

Macron diyar kir, divê Ewropa ji nava lepên neteweperestiyê bê rizgarkirin û neteweperestî weke nexweşiya 'gurîtiyê' ya vê serdemê bi nav kir. Macron got, yek ji sedemên herî girîng ên krîza ku li ber Ewropayê ye, qutbûna ji hev a ji ber neteweperestiyê ye.