KCK: Serfiraziya Kobanê her wiha serfiraziya gelên cîhanê ye

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. KCK'ê çalakiyên ji bo Kobanê bi bîr xist û got, "Ev hevgirtin û desteka 1'ê Mijdara 2014'an ji bo DAÎŞ'ê bûye destpêka têkçûnê."

KCK'ê diyar kir, piştî civîna çar alî ya li Stenbolê êrîşên li ser Rojava zêde bûne û got, "Faşîzma AKP-MHP'ê bi van êrîşan li hêlekê dijminatiya xwe ya li gelên Sûriyê nîşan dide û li hêla din jî bi sorkirina şowenîzmê ya li Tirkiyeyê dixwaze di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de bi ser bikeve."

Daxuyaniya Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Beriya niha bi 4 salan li çar hêlên cîhanê demokrat, sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar û hunermendan 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê ragihandin. 1'ê Mijdarê ji gelên cuda bi milyonan mirov derketin kuçeyan, destek dane berxwedêrên Kobanê ku li dijî DAÎŞ'ê bi canbexşane li ber xwe didan. Ev hevgirtin û desteka 1'ê Mijdara 2014'an ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka têkçûnê. Berxwedêrên Kobanê bi hêza moralê ya vê destekê bi rengekî fedayî li ber xwe dan û DAÎŞ têk birin. Bi vî awayî armancên desthilata AKP'ê ku Şoreşa Rojava bifetisînin pûç bûn, Şoreşa Rojava bi desteka ku ji gelan standî pêngavên mezin da ber xwe û çeteyên DAÎŞ'ê, El Nûsra û her wiha hêzên li pişt van têk birin. Em wan kesên ku 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ragihandine û vê rojê rabûne ser piyan bi hurmet slav dikin. Bi hurmet û minet ên ku bi vê moralê şehîd bûne û birîndar bûne û DAÎŞ'ê û destekvanên wan têk birine, bi bîr tînin.

SERFIRAZIYA KOBANÊ SERFIRAZIYA HEMÛ GELÊN CÎHANÊ YE

Berxwedana Kobanê ku bi ruhê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi ser ket, ne tenê berxwedan û serfiraziya Kobanêyiyan e. Serfiraziya Kobanê ya li dijî DAÎŞ'ê û destekanên wê her wiha serfiraziya gelên cîhanê ye. Kobanê bajarekî hevpar ê cîhanê ye. Di avakirina jiyana azad û demokratîk de û parastina wê de berpirsyariya hemû gelên cîhanê heye. Êrîşa li ser Kobanê ya ku bi hevgirtin û desteka mezin azad bûyî, êrîşa li ser gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê ye.

BALKÊŞ E KU ÊRÎŞ PIŞTÎ CIVÎNA ÇAR ALÎ ÇÊBÛYE

Desthilata AKP-MHP'ê dijminatiya xwe ya li dijî Kobanê û Şoreşa Rojava zêdetir kiriye û li ser sînor bi zêdekirina êrîşan gefê li aştî û aramiya Bakurê Sûriyeyê û hemû Sûriyeyê dixwe. Di demeke wiha de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Dêra Zorê bi sedan şehîdan didin û li dijî DAÎŞ'ê şer dikin, desthilata AKP-MHP'ê bi van êrîşên xwe careke din nîşan da ku li rex DAÎŞ'ê ye. Ji ber ku ev êrîş piştî civîna ku desteka dane faşîzma AKP-MHP'ê dest pê kirin, Elmanya, Fransa û Rûsya jî kiriye hevkarê van êrîşên bi dijminatiya Kurdan.

Li dijî êrîşên li ser Kobanê ya ku bi hevgirtin û têkoşîna gelên cîhanê azad bûyî, helbet gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê wê dengê xwe bilind bikin. Her wiha kî li dijî DAÎŞ'ê be divê ew jî li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Bêdengmana li bara van êrîşan tenêhiştina Kobanê û gelên din ên Bakurê Sûriyeyê ye ku DAÎŞ têk biribûn. Ji êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê re ku eşkere destekê didin DAÎŞ'ê tê maneya çavgirtinê. Ji bo vê jî rabûna li dijî van êrîşan deynê exlaqî û wijdanî yê wan hemû kesan e ku dibêjin, ew li dijî DAÎŞ'ê ne.

DU SEDEMÊN ÊRÎŞAN HENE

Faşîzma AKP-MHP'ê bi van êrîşan li hêlekê dijminatiya xwe ya li gelên Sûriyê nîşan dide û li hêla din jî bi sorkirina şowenîzmê ya li Tirkiyeê dixwaze di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an bi ser bikeve. Dixwaze bi serketina li hilbijartinên xwecihî re dîktatoriya xwe ya faşîst bi cih bike. Lewma weke hemû faşîstan bi rakirina faşîzmê çewisandina hêzên demokrasî û azadiyê dane ber xwe. Ji bo vê jî heta hilbijartinên xwecih bi domandina van êrîşan hem wê gefê li aştiya Bakurê Sûriyeyê, aramî û jiyana demokratîk bixwin, hem jî bi gotina 'em li dijî terorîstên ku êrîşê tînin ser Tirkiyeyê operasyonê dikin', wê propagandaya şowenîzmê geş bikin.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi van her du armancan êrîş dike. Hem Kurd, hem gelên Tirkiyeyê hem jî gelên cîhanê divê vê lîstika desthilatdariya AKP-MHP'ê xera bikin. Pêwîste êrîşên şerê psîkolojîk û lîstikên hilbijartinê yên qirêj ên vê desthilatdariya faşîst bên teşhîrkirin û bi rêya têkoşînê pêşî lê bê girtin. Hemû dewlet û hêzên siyasî yên li ber van êrîşan ranabin divê bên teşhîrkirin û weke piştevanên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê werin nîşandan.

BANGA LI HÊZÊN DEMOKRASIYÊ

Girîng e gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bibînin ku desthilatdariya AKP'ê beriya hilbijartinê van êrîş û propagandayan dike taktîkeke hilbijartinê û li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê helwest nîşan bidin. Ev êrîşên ji ser sînor tên kirin bi kêrî gelên Tirkiyeyê nayê. Berevajî, ev êrîş dibin sedem ku hêrsa Kurdan û gelên herêmê ya li dijî Tirkiyeyê zêde bibe û Tirkiyeyê di nava alozî û çirava şer a Rojhilata Navîn de dihêle. Lewma divê hêzên demokatîk û partiyên siyasî yên mûxalîf ên li Tirkiyeyê li ber van êrîşan rabin û nehêlin ku Tirkiye mehkûmî dahatûyeke faşîst bibe."