Xwe li mêtingeriya Tirk ranegirt

Azad welatiyekî ji Kerkûkê ye ku berî niha bi 2 salan tevlî nava refên gerîla bû. Nekarî xwe li dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û xemsariya hêzên siyasî rabigire.

Meşa me ya li nava gerîla dewam dike. Her yekîne û tabûra ku em serdana wan dikin, jiyana gerîla bi me dide naskirin. Yekîneyên gerîla yên vê carê coş û moralê didin me. Di dema sohbetê de gerîlayekî bala me kişand. Piştî ku me bihîst ji Kerkûkê ye, me pê re sohbet kir.

Azad sala 2016'an tevlî nava refên gerîla bû. Dibêje, wî nekarî xwe li dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, nekarî xwe li bêdengî û hevkariya partiyên desthilatdar ên li Başûr rabigire.

JI BO WELATÊ XWE BIPARÊZIM EZ TEVLÎ NAVA REFÊN PKK'Ê BÛM

Gerîla Azad got, "Li Başûrê Kurdistanê şerekî giran heye. Dewleta Tirk hewl dide dagir bike. Dewleta Tirk bi xwe jî zane ku nikare PKK'ê biqedîne. Yekane armanca xwe dagirkerî ye. Partiyên li Başûr li şûna ku li ber vê yekê rabin, pê re hevkariyê dikin. Yekane hêza ku li dijî mêtingeriya Tirk şer dike, PKK ye. Ji bo karibim welatê xwe biparêzim, tevlî nava refên PKK'ê bûm."

'LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ TEVLÎ NAVA REFÊN PKK'Ê BIBIN'

Azad anî ziman, bi perwerde, exlaq, mirovahî û şervaniya PKK'ê re jiyana wî guheriye û bang li hemû ciwanan kir, ji bo tevlî nava refên gerîla bibe. Azad bi taybetî bang li ciwanên Başûrî kir û got, "Di nava jiyana PKK'ê de hevrêtî mirovahiyeke xurt heye. Eger hûn dixwazin xwe, dîroka xwe, gel û welatê xwe nas bikin, fêhm bikin û weke mirovekî azad bijîn, tevlî nava refên PKK'ê bibin. Ji bo mêtingeriyê ji ser xaka xwe biqewirînin hûn neçar in şer bikin."

Azad ji dil bi îdîa bi hêrs diaxive. Em xatir ji Azad dixwazin û berê xwe didin yekîneyeke din a gerîla.