Swîsre wê çekan nefiroşe welatên ku şerê navxweyî lê diqewime

Konseya Federal a Swîsreyê, pêşnûme qanûna ku firotina malzemeyên şer ji bo welatên şerê navxweyî lê heye, ya jî hevparê şerê li derveyî sînorê xwe ye qebûl dike, red kir.

Partiyên sereke yên rastgir ên Swîsreyê UDC û Partiya Lîberal a Radîkal (PLR) meha Hezîranê pêşnûme qanûnek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kiribûn. Di pêşnûmeyê de hatibû xwestin, qanûna li ser firotina çekan ji bo herêmên şer lê diqewimin bê nermkirin û çek ji van herêman re bê firotin. Pêşnûme qanûn bi dengê parlamenterên UDC û PLR li parlamentê hate qebûlkirin û ji bo pejirandinê pêşkêşî Konseya Federal hate kirin.

Konseya Federal pêşnûme qanûn nirxand û got, "Malzemeyên şer ên bên firotin, eger delîlekî berbiçav ê ku nîşan dide wê di şerê navxweyî de bê bikaranîn tine be, dikare ji welatên ku di nava şer de ne bên firotin." Bi vî rengî biryar da ku pêşnûme qanûnê qebûl bike.

Ev biryara konseyê ku pêşnûme qanûn xist rojeva xwe ya nirxandinê, rê li ber nerazîbûnan vekiribû. Di serî de Partiya Sosyalîst û Partiya Keskan, gelek saziyên civakî yên sivîl li ber vê yekê rabûn û gotin, eger pêşnûme qanûn bê qebûlkirin, Swîsre wê yekser bibe hevparê şerê li gelek herêman. Û hişyarî dabûn Konseya Federal.

Piştî ku rojnamevanên Siûdî Cemal Kaşikçi hate kuştin û wêneyekî çeka Swîsreyê ya di destê leşkerekî Siûdî yê şerê navxweyî yê Yemenê li rojnameya Blîckê hate weşandin, mijar ji nû ve xiste rojeva welêt.

Ji ber vê yekê bi navê Konseya Federal Wezîrê Aboriyê John Schneîder-Ammann daxuyaniyek da û got, "Piştî nîqaşeke demdirêj Konseya Federal biryar da ku pêşnûme qanûna UDC û PLR'ê rasteqîn nîne." Ammann got, firotina çekan ji bo welatên ku di nava şer de ne, ya jî li derveyî sînorê xwe hevparê şer e, hatiye rawestandin.