Dewleta Tirk li Girê Spî zarokeke keç qetil kir

Dewleta Tirk a dagirker êrîşî Girê Spî kir û li vê derê zarokeke keç qetil kir.

Dewleta Tirk piştî civîna li Stenbolê her roj êrîşî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike.

Vê Pêncşemê dewleta Tirk êrîşî gundê Til Fender ê Girê Spî kir û li vê derê zaroka keç a bi navê Sara Rifat a 6 salî qetil kir.

Hate ragihandin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker êrîşî gund kiriye û fîşek li serê zaroka keç ketiye. Hate diyarkirin ku zaroka keç rakirine nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê miriye.

Ji roja Çarşemê û vir ve êrîşên li dijî Girê Spî zêdetir bûne. Her roj gule li taxên bajêr ên nêzî sînor tên reşandin. Di 31’ê Cotmehê de jî gule li gundên Silîp Qiran, Tilfindir, Sûske û Yabîsê hatibû reşandin.

Di 30’ê Cotmehê de êrîşî Girê Spî hatibû kirin û şervanê Hêza Xweparastinê Zên Ramadan Xelef hatibû qetilkirin.

Bi van êrîşan re êrîşî Kobanê jî tê kirin. Êrîşa pêşîn piştî civîna li Stenbolê hate kirin. Di 28’ê Cotmehê de êrîşî gundê Zormixarê hate kirin û endamê Hêza Xweparastinê Mihemed Hûtî hatibû qetilkirin.

QSD’ê jî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker tê wateya piştgiriya DAÎŞ’ê û operasyona Dêra Zorê da sekinandin. Vê operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di 10’ê Îlonê de hatibû destpêkirin.