Li Ewropa Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa daketin qadan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û êrîşên dewleta Tirk ên dagirker jî protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropa daketin qadan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û êrîşên dewleta Tirk ên dagirker jî protesto kirin.
LONDON
Kurd û dostên wan ên li pêşiya BBC a li London a paytexta Qiraltiya Yekbûyî kom bûn, êrîşên dewleta Tirk protesto kirin.
Di çalakiyê de ev peyam hate dayîn: “Dewleta Tirk a êrîşên dijminahiyê ya li dijî gelê Kurdê bê ku navber bide didomîne. Herî dawî bi çekên giran li gundê Selîm û Kor Elî yên Kobanê dan. Em Meclîsa Gela Kurd di serî de bang li gelê xwe yê welatparêz, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, antî faşîst, enternasyonalîst û her kesê dikin ku ji êrîşên faşîzmê re bêjin ‘rawest e’ û Roja Kobanê ya Cîhanê silav bikin.”
BRÎSTOL
Li bijarê Brîstol ê Îngîltereyê jî ji aliyê Kurdîsh Solîdarîty Network ve Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin. Li pêşiya Thomas Cookê girse hatin ba hev û banga boykotkirina Tirkiyeyê hate kirin. Di çalakiyê de têkildarî êrîşên dewleta Tirk belavok hatin belavkirin.
ZURÎH
Li bajrê Zurîh ê Swîsreyê li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi dehan kes hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk a li ser gundê Selîm û Kor Elî yên Kobanê li Gara Navenda Zurîhê protestokirin. Di çalakiya Swîsreyî û rêxistinên çep piştgirî kir de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ hatin hildan. Her wiha dirûşmên “Faşîst Erdogan”, “Terorîst Erdogan” û “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin qîkirin. Di dewama çalakiyê de belavoka ku êrîşê û qetlîamên dewleta Tirk tên vegotin hate xwendin û şûnde bi dawî bû.
RENNES
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Rennes ê Fransayê hatin ba hev Kobanê silav kirin. Girseya ku heta Qada Place du Repûblîqûe meşiyan, peyama li dijî êrîşên Kobanê bêdeng nabin dan. Di çalakiyê de ev tişt hate gotin: “Em ê hê zêdetir xwedî li Kobanê derbikevin û Şoreşa Rojava pêş bixin.”
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê li Vîlleneûve St. Georges bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker hate protestokirin. Di çalakiyê de serketina bi heyebet a dîrokî ya li Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ya sala 2014'an hate bidestxistin, hate bibîrxistin û bi van êrîşan dewleta Tirk DAÎŞ'ê diparêze.