Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

HPG'ê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk xist. Û eşkere kir ku di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Di çalakiyeke şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê de li Efrînê 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Keyayên ku ji ber serî li ber Qesrê netewandin ji wezîfeyê hatin girtin, gotin ku AKP'ê 24'ê Hezîranê dengê ku li bendê bû li taxên wan bi dest nexist, lewma tolê ji wan hiltîne.

Encamên hilbijartina parlamenta herêmî ya Başûrê Kurdistanê ku 30'ê Îlonê hate kirin, ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ve hatin eşkerekirin.

Artêşa Tirk li çiyayê Cûdî ya Şirnexê bi 'yekîneyên veşartî'  dest bi operasyonê kiriye.

Hêzên YPG'ê li navçeya Bilbilê ya Efrînê li bargeha çeteyên Ehrar el Şerqiyê xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin

Berdevkê Partiyê yê HDP’ê Sarûhan Olûç li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. Olûç têkildarî hilbijartinên herêmî yên sala bê, qala polîtîkaya partiya xwe HDP’ê kir.

Li Îdlibê seat 15:25’an teqînek pêk hat. Di teqînê de herî kêm 3 kes mirin.

Rejîma Îranê êrîş bir ser kolberan û di encamê de kolberek hate kuştin, 2 kolber jî birîndar bûn.