Olûç: Em ê hemû şaredariyan bi paş ve bistînin

Berdevkê Partiyê yê HDP’ê Sarûhan Olûç li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. Olûç têkildarî hilbijartinên herêmî yên sala bê, qala polîtîkaya partiya xwe HDP’ê kir.

Berdevkê HDP'ê  Sarûhan Olûç, der barê civîna Lijneya Rêveber a Navendî û Komxebata Rêveberiyên Herêmî de civîna çapemeniyê pêk anî. Olûç, diyar kir ku ji sala 1978’an heta niha di rêveberiyên herêmî de tecrube bi dest xistine û wiha got: "Me di komxebatê de pêşnûmayên pêşerojê jî nîqaş kirin. Em ê van nîqaşan di rojên pêş de bi civakê re parve bikin. Ev ê bibe yekem "Peymana Demokrasiyê ya Herêmî". Ev pêşnûma polîtîkayên ku demokrasiya herêmî pêş dixe. Em ê vê feraseta polîtîkayên demokratîkbûna herêmî pêş bixin. Zêdeyî 2 sal in qeyûm tayînî şaredariyan hatiye kirin. Li dijî van qayûman polîtikayên me pir zelal in. Em ê hemû şaredariyên ku qeyûm tayîn kirine, dîsa bi dest bixin. Em ê vîna xwe pir zelal deynin holê. Şaredariyên ku me di sala 2014'an de qezenç kirin qeyûm tayîn kirin. Tu carî gelê Kurd qeyûm qebûl nekir û qebûl nake. Gel wê li gund, tax û navçeyên xwe xwedî derkevin."

AKP DI XEBATÊN HILBIJARTINA HERÊMÎ DE HDP’Ê DIKE HEDEF

Olûç da zanîn ku Serokê AKP'ê Erdogan starta hilbijartina rêveberiyên herêmî daye û wiha axivî: "AKP di xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî de HDP’ê dike hedef. Erdogan dibêje “Em ê qeyûman tayîn bikin'. Ev aşkere nîşan dide ku ji niha ve ew têk çûne. Ev daxuyaniya AKP  û Erdogan nîşan dide ku ji niha ve di hilbijartina herêmî de winda kirine. Ji niha ve bi van daxuyaniyên xwe zextan li YSK'ê dike ku namzetên HDP’ê red bike. Ev nîşan dide ku wê lîstikan tev li hilbijartinê bikin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû 259 keya ji peywirê girtin. Li cihê herî zêde HDP'ê dengê zêde girtiye li vir qeyûm tayînî keyayan dike. Ev îlana ku wê di hilbijartinê de îhlalan bikin."

Olûç, helwesta Erdogan jî şermezar kir û wiha got: “Hemû kesî dît ku di 24'ê Hezîranê de negihişt armanca xwe. Gelê Kurd di vê hilbijartinê de jî destûr nadin ku ew bigihêjin armanca xwe. Ev yek ji bo gelê Kurd bûye înad. Erodgan ji bo Amedê got 'Me dilê wan fetih nekir." Rast e ew ne ji bo dilê wan qezenç bikin, xebatê dikin. Ji bo fetih bikin xebatê dikin. Bi feraseta dagirkerî û serdestiyê tev digerin. Gelê Kurd li hemberî vê ferasetê serî natewîne. Rêya ku diçe dilê Amedê, rêya edalet, aştî, demokrasî û azadiyê ye. Lê ev rê li cem we tune ye."

‘EV HILBIJARTINA DEMOKRASÎ Û HIQÛQÊ YE’

Olûç, destnîşan kir ku hêj nûner û hilbijêrên Kurd girtî ne û wiha berdewam kir: "Hêj siyasetmedar, hevşaredar û vîna kurdan Yuksekdag, Demîrtaş, Gultan Kişanak, Leyla Guven û gelek siyasetmedarên din dîl hatine girtin.  Ji bo em di 31'ê Adarê de xwe bi rê ve bibin, teqez em ê bi ser bikevin. Ev ne hilbijartina rêveberiya herêmî ye. Di heman demê de ev hilbijartina demokrasî û hiqûqê ye. Li dijî rejîma yek mirovî îlankirina vîna gel e.

Civîna ku duh me li vir pêk anî pir girîng bû. Erênî derbas bû. Em gihiştin biryarên hevpar ên girîng. Em ê li rojavayê Tirkiye jî îtîfaqên gel ava bikin. Gel wê di vê hilbijartinê de bersîvê bide polîtikayên AKP-MHP'ê.”