4 dagirkerên din li Efrînê hatin kuştin

Di çalakiyeke şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê de li Efrînê 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, 18'ê Cotmeha 2018'an li herêma El Meqle ya taxa Tirnde ya Efrînê, 2 wesayitên leşkerî yên çeteyên dewleta Tirk dagirker bi teqemandiyan hatin teqandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, wesayita yekemîn bi temamî hatiye teqandin û hemû çeteyên tê de hatine kuştin. Wesayita duyemîn jî dema bi hawara wan ve diçû pê li teqemeniyê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê di çalakiyê de 4 çete hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûne.